Li Navenda Nûdayê jinan hunerê xwe keşif kirin
10:36
Hicert ÇİFTÇİ/ JINHA
WAN – Navenda Çand û Hunerê ya Nûda ya ku dibiniya Şaredariya Wanê de xebatên xwe birêve dibin, li gel qursên heyî hinek qursên hunerê yên weke wêne, lîstokên gel, bestîn, gitar, keman, erbane, sinema, peyker, şano û bilorê jî zêde kirin û di alyê hunerê de welatiyan pêşde dibin. Feyza Koyuncu ya ku di nava xebatên navendê de cîh di gire diyar kir ku ew ji eleqeya jinan ya li hemberî qursan şanazin û got: “Ji bo jin vîna xwe ya cewherî derxe holê divê di derberê hunerê de xebat bikin û hunerê xwe yê veşartî keşif bikin.”
Navenda Çand û Hunerê ya Nûda ku dibiniya Şaredariya Wanê de xebatên xwe dimeşînin perwerdeyên xwe yên hunerê didomînin. Navenda ku li taxa Xarxoçê ya Wanê xebatên xwe berdewam dike di nava qursên xwe yên pêvajoya nû de qursên wêne, lîstokên gel, bestîn, gitar, keman, erbane, sinema, peryker, şano û bilorê jî zêde kirin û perwerdeya hunerê didin welatiyan. Feyza da zanîn ku wan li gel zarokên bi mizukê re mijul dibin îmza avêtine binê gelek projeyan û got: “Di despêkê de malbatan nedixwestin ku zarokên wan bên navendê. Lê xebatên ku li navendê dihatin kirin di aliyê xwedîderketina çanda Wanê de rolên giring girtin, dema ku ji malbatan re ev hat ragihandin, nêzîkatiyên wan jî hatin guhertin. Malbatên ku berê tenê zarokên xwe dişandin, niha jî bi xwe beşdarî qursan dibin. Nimûne xwendekarên ku waneya kemanê digirin, bav yan jî diya wan tevlî atolyeya peykeran dibin.”
‘Pêdiviya me bi bûjenan heye’
Fayza destnîşan kir her ku diçe eleqeya li hember qursan zêde dibin û got: “Di encama xebatên me yên bi xewendekarên me re tiştên pir xweş derketin. Em bi çand û zimanê xwe hunerê xwe pêş dixin, ev jî xweseriya me tîne bîra me. Di nava xwendekaran de jin zêdetirin. Di hunerê de jin zêdetir serkeftîne û zêdetir di hunerê xwe de hestan dixin navê.” Feyza diyar kir ku ji ber kêmaniya bûjenan (materyal) gelek xwendekar tevlî xebatên atolyeyan nebûn. Feyza di aliyê kêmaniya derfetên bûjenan de banga alîkariyê kir.
‘Ji bo vîna cewherî derxistina holê huner şerte’
Feyza da zanîn ku serkeftinên jinan ji aliyê civakê ve pir tê pejirandin û got: “Li vêderê gelek perwerdevanên me jinan, ev jî baweriyê dide malbatên me. Malbatên ku zarokên xwe naşînin, dema ku em diçin malên wan û ew malbat perwerdevanên jinan dibînin kêfxweş dibin û baweriya wan zêde dibe. Ev jî me şanaz dike.” Feyza destnîşan kir ku jin di nava civaka kurdan de xwediyê cihekî cudane û got: “Civaka kurdan ji demên dîrokê yên kevin heta niha nirxeke mezin dane jinan. Di nava pêvajoyên dîrokê de li gorî polîtîkayên civakên dinê wan jî jin xistine asta duyemîn. Lê dema ku em ji bo xebatan diçin malbatan hêj em wê germahiyê dibînin. Ji bo vîna cewherî ya jinan derkeve pêş û hunerê wan yê veşartî diyar bibe pêdiviya wan bi hunerê heye.
‘Bi hunerê re min hêza xwe keşif kir’
Ozlem Demirhan ya ku di navendê de tevlî qursa kemanê bûyî diyar kir ku piştî ew tevlî xebatên vê navendê bûye hêş zêdetir dikare fikirên xwe bîne ziman, bi xebatên hunerê re hêza xwe naskiriye û got: “Piştî ku ez hatim vê navandê xeyalên min hatin guhertin. Ez dixwazim di Kurdistanê de bibim kemavanekî baş. Her çiqasî dereng jî be ez bi serkeftina xwe bawerim.” Endameke dinê ya ku di qursan de cih digire Melek Kaya jî da zanîn ku dema wê dest bi hunerê kiriye malbata wê li dijî der ketiye û got: “Ji ber van helwestên malbata min, min xwe pasif didît. Bi taybetî dema ku min nû dest bi qursê kirî li hemberî ne serkeftinên xwe, min maf dida malbata xwe. Lê paşê ez van mijaram bi demê re hîn bûm. Ji bo mirov di karekê de ser bikeve hewildan pêwîstin. Min jî wiha kir û niha ji ber ez li vêderême pir şanazim.
‘Ez dixwazim bibim kemanvanekî serkeftî’
Endamekî dinê ya di qursan de cih digire Asli Gur jî da zanîn ku huner hêrsa mirovan derdixe. Asli destnîşan kir ku ji ber di nava Navenda Çand û Hunerê ya Nûda de cîh digire pir şanaze û got: “Min li Navenda Nûda huner nas kir. Ji ber ez di vê derê de cih digirim, ez xwe pir bi şans dibînim. Dema ku ez ketim nava hunerê xeyalên min jî hatin guhertin. Ji bo di pêşerojê de bibim kemanvanek serkeftî dixebitim. Dema ku xizmên me jî vê serkeftina min dîtin, wan jî despê kirin zarokên xwe yên keç li navendê qeyd kirin. Ev min pir şanaz dike.”
(zt)

