Li Amedê BDP’ê lez dan buroyên hilbijartinan
11:57
JINHA
AMED – BDP’e ya ku lez dan xebatên xwe yên hilbijartinê, li Navçeya Baglarê 2 buroyên hilbijartinan vekirin. Axaftina vekirinê ji aliyê Namzetê Hevşaredarê Bajarê Mezin yê Amedê Firat Anli ve hat kirin. Firat diyar kir ku li gel hemû astengiyên Enqerê ew dê xizmetên xwe yên ji bo gel bidomînin.
Di çarçoveya xebatên BDP’ê yên hilbijartinan de li taxên Korhat û Fatih yên Baglarê buroyên hilbijartinê hatin vekirin. Di vekirina buroyan de Parlementera BDP’ê a Amedê Nursel Aydogan, Hevseroka Navenda BDP’ê ya Amedê Zubeyde Zumrut, Namzetê Hevşaredarê Bajarê Mezin yê Amedê Firat Anli, Namzetên Hevşaredarên Baglarê Birsen Kaya Akat û Eşref Guler, rêveberên BDP’ê yên navend û navçeyan jî di nav de bihezaran kes tevlî bûn. Gel biç epik û lîlandinan BDP yî pêşewazî kirin. Di herêma hetî xemilandin de girseyê durişmên weke “Bijî Serok Apo” diqêriyan. Di despêkê de Namzeta Hevşaredara Baglarê Birsen Kaya Akat axivî û da zanîn ku ew bi çavê referandomê li hilbijartinan dinêrin û wan armanc kiriye li Baglarê ji sedî 70’ê dengan bigirin. Namzetê Hevşaredarê Baglarê Eşref Guler jî destnîşan kir ku encamên ji hilbijartinan derkevin dê di pêvajoya muzakereyan de destê Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan xurt bike û got: “Heta duh zarokên me qetil dikirin. Yên ku ji Roboskî re Dobroskî di gotin ji vî gelî dengan dixwazin.” Eşref weke dinê bal kilşand li ser giringiya meclisên taxan yên di rêveberiyên herêmî de û diyar kir ku ew dê giringiyê bidin ava kirina maclisên taxan.
‘Divê tenê dengek yê me ji bo AKP’ê neçin
Hevseroka Navenda BDP’ê ya Amedê Zubeyde Zumrut da zanîn ku li Baglarê pêdivî bi buroya hilbijartinan nadikir û got: “Gelê Baglarê rêxistinbûnekî wihaye ku dikarin di malên xwe de jî xebatên hilbijartinana bikin.” Parlementera BDP’ê ya Amedê Nursel Aydogan destnîşan kir ku dema li ser pirsgirêka kurd tê rawestîn hema Amed tê hişê mirovan û got: “Di hilbijartina 2009’an de dengên Amedê bi qasî 69’an bû di vê hilbijartinê de divê bigihe 70’an.” Nursel bal kişand li ser xweseriya demokratîk ya ku li Rojava hatî ava kirin û diyar kir ku ew serkeftina hemû kurdane û got: “Divê tenê dengek yê me ji bo AKP’ê neçin.”Namzetê Hevşaredarê BDP’ê yê Bajarê Mezin yê Amedê Firat Anli jî di despêka axaftina xwe de selam ji Hatîp Dîcle re şand û got: “Divê herkes vê bizane ku azadiye gelê kurd di destê Serokê wan dene. Amed Paytexta Kurdistanê ye. Emê bi hev re ser kevin. Ev 3 pêvajoye ev bajar em û gel bi hev re bi rêve dibin. Pêşengiya vî gelî nayê ji bîr kirin. Heta dawiyê emê bi hev re birê ve bibin. Emê di xizmeta gelê xwede bin. Her çiqas Enqere ji bo me astengiyan derxe jî, emê bixebitin. Ji bo em li gel gelê xwe mehçup nebin.
(zt)

