QİRİN:Bibin dengek û bila bêhnek bê girtin!

14:28

 


JINHA


AMED–Xebatkarên Gun Radyo yê ji girtîgehan nameyên ku ji bo bernameyan “Ruyê Dinê yê Bajêr” hatîn şandin kirine pirtûk. Navê pirtûkê jî kirin “Qêrîna Bêdeng”. Ji xebatkarên Gun Radyo yê Rohat Emekçî diyar kir ku armanca wan ya amadekirina vê pirtûkê ji bo balê bikişînin li ser kesên ku di girtîgehan de jiyana xwe ji dest dane û girtiyên nexweş yên ku hêj di girtîgeihan de tên girtin û got: “Heger em vê qêrîna girtiyan nebihîsin, wê demê em jî hevkarê wan mirinanin. Çima balê dikişim li ser xwendina vê pirtûkê, ji bo bersivek bê dayîna vê bêdengiyê. Ji bo gavek bê avêtin û em nebin şahidê tu mirinên dinê divê her kes vê pirtûkê bixwînin.”


 Nameyên ku ji girtîgehan dihatin bernameya“Ruyê Dinê yê Bajêr” a Gun Radyo yê ji aliyê xebatkarên Gun Radyo yê ve bûn pirtûk. Pirtûk bi pirsa “Hun qêrîna bêdeng a bi hezaran girtiyên nexweş ên siyasi ên ku di girtîgehan de tên hiştin dibihîsin? Xebatkara Gun Radyo yê Rohat Emekçî da zanîn ku fikira derxistina  pirtûka bi navê “Qêrîna Bêdeng” berî niha 3 salan derketiye û got: “Em ji nameyên ku dihatin bernameya ‘Ruyê Dinê yê Bajêr’ ketin rê. Di girtîgehan de her roj û her deqe girtiyek jiyana xwe ji dest dide. Yên ku tenduristiya wan baş dikevin girtîgehê, gelek naxweşî lê diyar dibin. Ev xebat bi giştî ji bo rewşa girtiyên nexweş hatiye despê kirin.” Rohat bal kişand li ser girtiyên nexweş ên jiyana xwe ji dest dane û polîtîkayên dewletê di van 10 salên dawî de zêdebûna hejmara wan diyar kir  û got: “Hejmar pir zêdebûye. Niha di girtîgehan de bi qasî 200 girtiyên nexweş yên rewşa wan giran hene û ji wan jî rewşa 60 girtiyan pir girane.”


‘Me xwest em polîtîkaya pergalê raxin ber çavan’  


Rohat destnîşan kir ku wan nameyên ku ji girtîgehan di hatin bernameyê berhev kirine û got: “Ji bo ku girtiyên nexweş nameyan ji mere bişînin me di rojnamê de îlan dan. Piştî demakê hatina nameyan despê kir. Ev xebat hinek jî polîtîkaya pergalê ava kirî û pergala darazê raxistina ber çavane.” Rohat diyar kir ku li gorî ku tucarî taleba girtiyên nexweş yên siyasî ji bo efkirinê çêne bûne jî ji ATK’ê her dem rapora zexmbun tên dayîn û got: “Niha di girtîgehan de qêrîna bi hezaran mirovan heye. Bi vê xebatê hinek jî me xwest polîtîkaya ku pergalê ava kirî raxin ber çavan.” Rohat da zanîn ku pirtûka bi navê “Qêrîna Bêdeng” xebatek cidi yê arşîvêye, taybetî bi berfirehî cîh daye nêrînên girtiyên nexweş û got: “Yên ku vê pirtûkê bixwînin dê hem şert û mercên girtîgehê û hem jî rewşa girtiyên nexweş ji pênûsa girtiyan hîn bibin.


‘Heger em vê qêrînê na bihîsin em nikarin sibê hesabê wê jî bidin’


Rohat destnîşan kir ku dema girtiyên nexweş diçin nexweşxanê bi gelek pirsgirêkan re ru bi ru dibin û got: “Di nexweşxaneyan de jî bi nêzîkatiyên ‘terorist dibe bireve’ nêz dibin. Gelek girtiyên nexweş bi kelepçeyan ve têne derman kirin û ev yek wan dide zorê. Ev polîtîkaya dewletê di girtîgehan de hatiya tune kirin. Erê dixwaze dengê hindir bibihîse, mafê wan dixwaze, lê navê vê ne bêhêvîtiye divê wiha neyê dirxandin.” Rohat diyar kir ku divê dengê girtiyên nexweşa bên bihîstin, wate bê dayîn, li hemberî wan hestiyarî bê dîtin û got: “Mirovên di girtîgehan de dixwazin qêrîna xwe bidin bihîstin. Heger em cîh nedin vê qêrînê, nebihîsin, wateyê nedinê, nenasîn, destnedinê emê sibê nikarin hesabê vê bidin. Em wê êşê bi bihîn, li hemberî wê êşê bêdeng bimînin em jî dê bimirin.”


‘Her kesê ku vê bêdengiyê dinixumîne hevkarê mirinane’


Rohat da zanîn ku her kesên ku bersivê nedin dengê girtiyên nexweş, wan nebihîsin bêdengiya wan binixumînin hevkarê mirina wanin û got: “Em çima dibêjin divê ev pirtûk bê xwendin. Ji bo bibin bersivek ji vê bêdengiyê re, gavek bê avêtin. Ji bo em şahidiyê ji mirinekî dinê re nekin divê her kes vê pirtûkê bixwînin. Heger dengek bêdayîn û bêhnek bê giritin, birastî jî ev pirtûk gihişt armanca xwe. Her yek ji me bi wê qêrînê yê li kêleka xwe şiyar bikin. Di vê xalê de heger em bibin dengek emê bikarin xwe bigihînin girtiyek din yê nexweş.” Di dawiyê de Rohat destnîşan kir ku bibin dengek bila bêhnek bê girtin û di vê wateyê de vegera li cewher dê bibe û got: “Cihê ku me wate dayê û dest dayê ez bawerim ku dê deng û wateyek dinê jî tevlî bibin. Ji bere ew di beden û fizika xwe de êşê dikişin. Em dikarin qêrîna wan bibihîsin.”


(zt)