Li Îranê 4 jin hatin recmkirin
13:59
JINHA
ÎRAN – Çend li Îranê li ser pêşnûmeya guhertina qanûnan a der barê recm û îdamê bên rawestandin jî cezayê recm û îdamê didomin. Ji ber ku pêşnûmeya guhertina qanûnê ji hêla serokomarê Îranê Mehmûd Ahmedinejad ve nehatiye îmzekirin pêşnûme nehat pratîzekirin. Ji ber vê Dadgeha Tahranê der barê 4 jinên ku bi îdiaya madeyên hişbirê bikaranînê biryara recmê da.
Dadgeha Tehranê der barê 4 jinan de bi îdiaya madeyên hişbirê bikartînin cezayê recmê hat dayîn. Navên 4 jinên ku nehatin aşkerakirin bi recmê hatin kuştin. Li hemberî recmê çend dezgehên mafên mirovan dikevin nav hewldanan jî bê encam dimînin. Meha sibatê qala guhertina qanûnên ku der barê recm û îdamê dihat kirin, lê serokkomarê Îranê Ahmedinejad naxweze qanûn biguherin.
Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan, destnîşan kir ku çend guhertinên ku di qanûnan de hatî kirin bi pirsgirêke. Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan, got ku cezayên wekî recm, qirbaç, birîna organîn zayendî û muameleyên şkandina rûmetê dê bên pratîzekirin. Li gorî dadgeha Îranê zaroka 9 salî û zarokê 15 salî wekî mirovên mezin dikarin nîşan bidin û biryara îdamkirinê dikarin bidin jî.
(/la

