Li Efrînê di salekê 270 hevser jihev veqetiyan

16:37

 


JINHA


EFRÎN– Li kantona Efrînê, di encama lêkolînek hatiye kirin de, di sala 2013’an de, 270 hevser ji hev veqetiyan e. Ji vana sedî 75 bi daxwaza jinan, sedî 25 jî bi daxwaza zilaman pêk hatine.


Li navenda Kantona Efrînê , ji aliyê Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Efrînê ve li Navenda Çand û Hunerê li ser jihev veqetîna hevseran semînerek hate lidarxistin.


Di semînera ku bi dehan welatî tevlî bûn de, Endamê Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Efrînê Hesen Berazî li ser pirsgirêka hevseran axivî. Berazî da zanîn ku wan li ser pirsgirêkê bi hevkariya Navenda Zanist û Perwerdeya Jinê lêkolîn daye destpêkirin.


Berazî, destnîşan kir ku wan li ser bûyerên sala 2013’an lêkolîn kirine û xebatên xwe li tevahiya Efrînê dane meşandin. Berazî encamên lêkolînê jî parve kirin û ev agahî dan: “Di sala 2013’an de 270 bûyerên jihev veqetanîna hevseran pêk hatine. Ji vana sedî 75 li ser daxwaza jinan, sedî 25 jî li ser daxwaza zilaman pêk hatine. Temenê hevserên ji hev veqetiyan e sedî 75 di navbera 18 û 25’an, sedî 24 di navbera 25 û 35’an de ne, sedî yek jî ji 35’an mezintir in.”


Berazî, anî ziman ku li ser vê encamê Yekîtiya Rewşenbîran dest bi lêkolînkirina sedemên pirsgirêkê û çareseriya wan kiriye û wiha dom kir: “Rêjeya berdanê di civaka me de bi awayekî ber biçav zêde bûye. Yek ji sedemên sereke yên berdanê zewaca di temenên biçûk de û nezanebûnê ye. Ji bo ku ev yek bandorê li nifşên nû neke û nifşekî azad û demokrat were avakirin, divê hişmendiyeke nû di nava wan de were belavkirin. Divê hişmendiyeke nû di nava hemû beşên civakê de were belavkirin. Divê ji bo semînerên çandî û civakî navendên taybet werin vekirin.”


Semîner bi pirs û bersivan bidawî bû.


(pk)