Li Amedê sektora tekstîlê pêşdikeve
09:27
Derya Ceylan / JINHA
AMED -Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê û Odeya Bazirganiyê ya Proto a İtalî bi projeya komê ya karê tekstîlê zêdebûna îstihdamê li Amedê dane pêşiya xwe. Li Amedê herî zêde di fîrmayên tekstîlan de ji sedî 65 jin dixebitin. Girêdayî xebatan Pispora Bazirganiyê ya Oda Bazirganî û Pîşesaziyê ya karên devre ya Amedê Meryem Ozdemîr Aydin axivî. Meryem got: “Dema ku îstihdam pêşve diçe divê jin jî di şertên weke hev de û bi mûçeyekî baştir tevlî îstihdamê bibin.”
Pêdiviyên mirovan di aliyê çandê û derdor de li gorî şert û mercan tên dîtin. Di vana aliyan de teknîka tekstîlan yên nû derketine holê. Îro di şertên çandê de madeyên boyaxê yên hûnandinê pir pêşketiye. Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê û Odeya Bazirganiyê Proto ya İtalî bi projeya komê ya karê tekstîlê zêdebûna îstihdamê li Amedê dane pêşiya xwe. Meryem bal kişand li ser bêkariya li Amedê û got: “ Em dixwazin bi vê pirojeyê rengê Amedê biguherînin.” Pispora Bazirganiyê ya Oda Bazirganî û Pîşesaziyê ya karên devre Meryem Ozdemîr Aydin axivî.
‘Pembûyê herî baş li Amedê tê hilberandin’
Meryem diyar kir ku ji bo îstihdam zêde bibe cara ewil sektora tekstîlê tê bîra mirovan û got: “Sektora tekstîlê ne xwediyê demboriyekî pir kevne. Ji ber wê jî heya niha herêmên pir zêde veberhênan bi dest nexistine.” Meryem da zanîn ku li Tirkiye yê hilberîna pembû ya herî baş li Amedê tê hilberandin. Meryem destnîşan kir ku piştî hilberîna pembû nayê merheleya qumaş, hûnandin û ta li Amedê çênabe.
‘Bi vê projeyê re dê qepasîteya marqeyan pêşbikeve’
Meryem di çarçoveya projeya karên koma tekstîlan de bal kişand li ser herêma kar kirinê û got: “Li Amedê qapasîteya firmayên sektorên kincên amade û hilberîna berheman di bazaran de reqabet derketiye holê.” Meryem da zanîn ku ji bo pêşdebirina sektorê gavên ku avêtine giringin. Meryem desnîşan kir ku bi pêşdeçûna marqeyan re sektora tekstîlan jî pêşketiye. Meryem diyar kir ku projeya karê koma tekstîlan Oda Bazirganiyê ya Proto a ku li İtalya ye bi hevre hevpar despêkirine. Meryem da zanîn ku ev nêzî salekê wan dest bi vê projeyê kirine û du meh paşê proje dê biqede.
‘Emê organîzeya herêma tekstîla pîşesaziyê ava bikin’
Meryem da zanîn ku di 20’ê kanûna 2013’an ji tevahiya Tirkiye yê hevkarên firmayên telstîlê tevlî ‘Civîna hevkarên firmayên herêmî û netewî’ ya ku li Amedê hart li derxistin bûn. Meryem destnîşan kir ku sektora tekstîlê ketiye astekî baş de. Meryem diyar kir ku li gel fîrmayên dinê yên tekstîlê hevkarî kirin ew gavak rênî dibînin. Meryem da zanîn ku Heger fîrmayên tekstîlê li herêma rêxistinkirina pîşesaziyê bên bahev, ew armanc dikin ku li Amedê navendek ya tekstîlê çêbikin û wiya domand: “Li gorî hevdîtinên me li gel fîrmayên welat û derveyî welat re kirîn, li gel pêşxistina peywendiyên me yên bi fîrmayên tevahiya welat û herême emê bi hev re li herêma rêxistina pîşesaziya iktisasa tekstîlê ava bikin. Em li bendêne verehênan bên li vê derê û li vêderê veberhênanê bikin.”
‘Di firmayên tekstîlan de ji sedî 60 jinin’
Meryem destnîşan kir ku îstihdama ku di dawiya projeya wan de çê bibe bandora wê li Amedê bê dîtin pir giringe. Meryem diyar kir ku ji bo pêşdeçuna fîrmayên tekstîlê divê bên teşfîkkirin. Meryem da zanîn ku ji karkerên di fîrmayên tekstîlê yên li Amedê de dixebitin sedî 65’ê wan jinan. Meryem destnîşan kir ku di fîrmayên tekstîlan de jin bi muçeyekî kêm dixebitin, divê ev pirsgirêk bên çareserkirin. Meryem diyar kir ku di fîrmayên tekstîlan de jinên ku ji derveyî fermiyetê dixebitin pirin û wiha got: “Heger firma pêşbikevin dê îstihdamekî fermî çêbibe. Ji bo jinan derfetê kar amade kirin pir giringe.”
‘Dê jin di şertên baştir de îstihdam bikin’
Meryem da zanîn ku li Amedê di sala 2012’an de bi giştî tevlîkirina kar ji sedî 25 bû, tevlîbûna jinan ya kar jî ji sedî 6,5 bû û got: “Tevlîbûna jinan ya kar piranî di tekstîlan û sektorên kincên amade de giringe. Di vê di dema pêşve birina îstihdaman de muçeyên jinan jî bê zêde kirin û ji bo vê xebat bên kirin.” Meryem destnîşan kir ku li Amedê 124 fîrmayên testîlê yên fermî hene û got: “Di sektorên tekstîlan de nêzî 200 atoliye yên tekstîlan yên ji derveyî fermiyetê hene.” Meryem diyar kir ku gelek mirov jî ji derveyî fermiyetê dixebitin, her wiha îstihdama jinan jî giringe û got: “Ez bawerim ji bo jinan emê navendîbûnekê çêkin. Dema ku îstihdam çêbibe di aliyê hevsengiyê de jî dê ji bo jinan baş be. Her wiha ji bo muçeyekî baş bigirin jî divê îstihdam baş bê kirin û jin jî tevlîbûnekî baş çêbikin.”

