Jinên mafnas zagonên derbarê jinan de nirxandin

16:38

 


JINHA


QAMIŞLO - Komîteya Jinên Mafnas bi armanca nirxanidna zagonên derbarê jinan de li Navenda Zanist û Perwerdeya Jinan a bajarê Qamişlo civînek lidar xistin.


Komîteya Jinên Mafnas, bi armanca nîqaş û nirxandinazagonên derbarê jinê de û ji bo sazkirina zagonên taybet ên girêdayî jinan beriya demekê dest bi xebatê kiribû. Komîteyê îro jî bi vê armancê li Navenda Zanist û Perwerdeya Jinê ya li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo civînek lidar xist. Di civîna ku nûberên Navenda Zanist û Perwerdeya Jinê, nûnerên Dîwana Edaletê û Hêzên Asayişa Jinê jî beşdar bûn de, nêzî 40 zagonên taybet ên girêdayî jinê ku beriya niha ji aliyê komîteyê ve hatibûn amadekirin hatin nirxandin.


Zagonên behsa wan tê kirin piştî ku di civîna komîteyê de bêne erêkirin dê ji bo Meclisa Zagonsaz a kantona Cezîrê re bêne pênşniyarkirin. Meclisa zangonsaz piştî ku zagonan erê bike dê hewaleyî Desteya Dadê bike da ku ev zagon li dadgehan di darizandinan de bêne bikaranîn.


(pk)