Jinan pirsgirêkên tenduristiyê nîqaş kirin

17:18

 


JINHA


HESEKÊ - Komîteya "Dest bi dest ji bo jinan" li bajarê Hesekê derbarê nexweşiya "Pençeşêra Memikan" de semînerek lidar xist.


Di çarçoveya xebatên piştgiriya kampanyaya Yekîtiya Jinên Azad (YJA) de Komîteya "Dest bi dest ji bo jinan"  rêzeçalakiyên zanist û perwerdeya jinan daye destpê kirin, komîteyê li bajarê Hesekê yê kantona Cezîrê, derbarê nexweşiya "Perçeşêra Memikan" û awayên xweparastinê de semînerek lidar xist. Semîner bi beşdariya bi dehan jinan li navenda Partiya Çep a Kurd li Sûriyê ya li taxa Kelasê ya bjêr bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.


Xebatkara tenduristiyê Heyat Ebdela derbarê nexweşiya "Perçeşêra Memikan" de axivî û da zanîn ku ev nexweşî di demên dawiyê de zêde bûye. Ebdela her wiha derbarê hin pêşnîşanên nexweşiyê û awayên xweparastinê de jî agahî dan. Ebdela diyar kir ku pêwîste hemû jin her 6 mehan carekê ji bo ku xwe ji nexweşiyê biparêzin kontrola tenduristiyê pêk bînin.


Semîner bi bersivandina pirsên beşdaran bidawî bû.


(pk)