‘Bedena jinan ji aliyê darazê ve cara duyemîn tê mêtînger kirin’

17:27

 


Bêrîtan Elyakut / JINHA


AMED- Serdozgerê Komarê yê Darazê îmza avêt binê pêşiniyarek ku xwînê dide rawestandin û got: “Heger tu bi tecawîzciyê xwe re bizewicê ezê doza te ya îstismara zarokan bînim xwarê.” Girêdayî vê rewşê Parêzer Gulşen Ozbek diyar kir ku heger ev zagon bibin destur dê rê li ber nerazîbûnan veke. Parêzer Şilan Vefa Gul jî da zanîn ku bi tecawîzê bedena jinan tê mêtîngerkirin, ji aliyê darazê ve careke dinê jî tê mêtînger kirin û got: “Daraz bi hinceta ku karê xwe hêsan bike van guherînan li ser bedena jinan dikin, ji xwe diyare ku ji bo girtiyên siyasî guherîna zagonan nakin.”


Serdozgerê Komarê yê Darazê ji bo hêsan kirina karê xwe di 18’ê mijdara sala 2013’an de ji bo di hinak desturan de guherînan çêkin pêşnumeyek amadekirin. Di meha derbasbûyî de di civîna dadger û dozgerên desteya bilind ya li gel Serdozgerê Komarê yê Darazê de ew pêşnume hat rojevê. Di naveroka wê de nîqaş li ser “zarokên ku rastî îstismara zayendî hatîn” hatin kirin. Girêdayî van guherînan Parêzer Şîlan Vefa Gul û Parêzer Gulşen Ozbek destnîşan kirin ku di demên dawî de tekoşîna jinan ya li hemberî tundiyan, dengên xwe bilind dikin yên ku dixwazin van bertekên jinan asteng bikin ev biryar dane. Ji parêzeran girêdayî mijarê Gulşen axivî û got: “Darazê ji bo hêsan kirina karê xwe nûsaziyek wiha kirine. Çiqas ji civakê dur ketine û ne li ser navê civakê li ser navê dewletê tenê ji bo nîşandanê kar dikin tê dîtin.”


‘Kêm kirina pirsgirêka kar hincet'     


Ji Baroya Parêzerên Amedê Şîlan Vefa Gul diyar kir ku hişmendiya darazê ya mêrane ku ev bi hezarî salane xwe dide jiyîn, ji xwe tê dîtin ev biriyar jî parçeyek ji wê hişmendiyê ye û wiha domand: “Dadgerên ku bi hişmendiya mêrane li dadgeha malbatan runiştne gotinên ‘Hevserê teye dê te hezjî bike û li te jî bixe’ dibêjin. Girêdayî zarokên ku rastî îstismara zayendî hatine guherînên ku di darazê de çêbûne. ‘Bi hincetên weke kêmbûna îyona kar’ carekîdinê li ser bedena jinan xwe xwediyê mafê gotinê dibînin. Çawe daraz bi hincetên kêm bûna iyona kar, bi hişmendiyek çawa nêzî jinan dibin dide nîşandan.”


‘Ev biryar xistina meryetê dê skandalê çêke’


Şîlan da zanîn ku bedena jinan ya ku “rastî” tecawîzê tê, tê mêtîngerkirin ji aliyê darazê ve carekî dinê jî tê mêtîngerkirin. Xistina meryetê ya sêwiranê hem dê rê li ber skandalê veke û hem jî daraz tecawîzcî diparêze û jinan bê nirx dibînin. Şîlan bal kişand li ser guherîna zagonan ya di aliyê îstismara zayendî ya li ser zarokan de û got: “Bi guherîna Zagonal li ser bedena jinan biriyarên wiha didin, ji bo girtiyên siyasî biriyarên bigirin radixe ber çavan. Bi guherîna zagonan zarokên keç yên biçuk girêdayî tecawizciyên wan kirin, ev nêzîkatî nayê pejirandin.”


‘Dixwazin bi van guherînan jinan di mal de bidin girtin’


Şîlan destnîşan kir ku desteya bilind ya dadger û dozgeran madeyak ya berî deh salan derxistine, dinirxînin û got: “Dixwazin jinan di malan de bidin girtin. Ev jî deruniya wan xira dike.” Şîlan diyar kir ku di van demên dawî de jin li hemberî şidetê tekoşîn dikin   û dengên xwe bilind dikin, yên ku dixwazin van bertekên jinan asteng bikin va zagonan derdixin û got: “Yên ku van guhertinan dikin, dixwazin bi hişmendiya mêran ya ku di civakê de deshilate jinên ‘mexdur’ hêj zêdetir mexdur bikin. Bi zora civakê  serê xwe li himber tecawizciyê xwe ditewîne.” Şîlan da zanîn ku ev guherîn bi hişmendiya mêran li ser bedena jinan bandora wê zêde dike û pêşî li zêdebûna tecawîzê vedike.


‘Di çarçovaya gişti ya darazê de parastina mêran heye’


Parêzera Baroya Amedê Gulşen Ozbek destnîşan kir ku di nava têkela civakî de bi darazên civakî darezandin rastiyekî civakiye. Gulşen diyar kir ku ji demên dîrokê heta niha mirov di darazên civakê de hatine darezandin, cezakirin û gor: “Di nava sazûmana niha de hişmendiya darazêd ya ku nete-dewletê ava kirî deshilate. Argumana ku ji aliyê nete-dewletê ve hatî ava kirin tenê yên bihêz diparêze.” Gulşen da zanîn ku di nava civakê de jî li gor tê dîtin mêr bihêze û hişmendiya mêrane serwere û got: “Bê goman daraz jî li gora berjewendiyên dewletê vê hişmendiyê berdewam dike. Hişmendiya darazê jî parastina mêrane û di vê de berdewam kirine.”


‘Divê deraz di xizmeta civakêdebe’


Gulşen destnîşan kir ku li Tirkiye yê daraz di xizmeta pergalêdene û wiha berdewam kir: “Ji xwe ev nirxandinên li ser guherîna zagonan dide diyar kirin ku em di kîjan xalê de rawestane û çiqas ji nirxên xwe yên civakî dur ketine dide nîşan dan. Di demê dewî de nîqaşên li ser guherîna zagonan yên weke zawicandina zarokan bi tecawizciyên wan re tên nîqaş kirin. Li şona ku daraz di xizmeta civakê debe, êdî civak di xizmeta darazêdeye dide nîşandan.”


‘Daraz ji bo iyona kar sivki bike daxwaza wan ji civakê qetandî tê dîtin’


Gulşen diyar kir ku guherîna zagonan ya darazê tenê ya ku di çapemeniyê de dixweyê “Zêdebûna iyona karê darazêye. Daraz ji bo aştî û yeksaniya nava civakê kar nake. Daraz ji bo hêsan kirina karê xwe diçe sazûmaniyekê. Ev dide diyar kirin ku çiqas ji civakê dur li gor berjewendiyên dewletê kar dike tê dîtin.” Gulşen da zanîn ku ya divê li ser bê rawestandin ne hêsankirina karê darazêbe, divê ji bo başkirina derunî û bedena mexduran guherîn hatibana kirin û got: “Ji bo ku iyona karê darazê pir zor nebe fatoreya wê ji mexduran digirin.” Gulşen destnîşan kir ku zagon bi xwe jî di gelek aliyan de yên ku êrîşî li ser jinan dikin her çiqasî divê bê darezandin lê di piratîkê de nayê kirin.


 ‘Em weke jin li cihê ku deh sel berê em lê bûn ne li wêne’


Gulşen bal kişand li ser pêşnûmeyê û got: “Girêdayî zarokên ku rastî îstismara zayendî tên. Di şertên asayî de zagon di xizmeta civakê de tên derxistin. Em jin li cihê ku deh sal berê de em lêbûn nîn. Jinên azadîxwez niha di asteke herî li pêşdenin. Zagonên ku ev deh sale hatîn rakirin, cardin anîn rojevê û li ser nirxandin, ev jîli hemberî tekoşîna jinên azadîxwez hewildaneke.” Gulşen diyar kir ku dema zagonên hatine guherîn bibin biryar û bikevin meryetê dê rastî nerazîbûnan bên. Gulşen da zanîn ku rewşek wiha ji aliyê civakê ve nayê pejirandin û zagonek ne li gor rewşa civakêye.


(zt)