Jiyana Sakine Cansız ya ku bi şer hatî derbas kirin di nêzde di vizyonêdeye
10:16
Gülşen Koçuk / JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN – Di pirsgirêka kurd û tirkan de ji her du aliyan jî bi hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dane. Di heman demê de jî bû zemînê avakirina tevgera jinên kurd. Filîma Hêvî di herêmê cuda de tekoşîna jinên kurd kiriye mijara xwe. Lê di heman demê de di pêvajoyek ya jiyana 4 jinên kurd Eren Kaskin, Gultan Kişanak, Aysel Tugluk û di 9’ê çileya 2013’an de li Parîsê bi du hevalên xwe re hat qetil kirin Sakîne Cansiz li gel êş, bêrîkirin û hêviyên wê vedibêje. Filîma Hêvî di 6’ adarê de di sînemayan dene…
Yek ji pêşenga sazumaniya tevgera jinan ya ku ji nava tevgera netewi ya kurd derketiye û di heman demê de di nava tevgera jinên kurd de weke “Seroka me” tê binav kirin Sakîne Cansiz. Li Parîsê bi du jinên siyastemendarên kurd Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez re di 9’ê çileya 2013’an de hatin qetil kirin. Ya ku weke sedema tekoşînkirina jinên kurd tê naskirin. Piştî qir kirinê jinên kurd biryar dane ku dê di şopa 3 jinên siyasetmendar de bimeşin. Ji bo ronîkirina qirkirinê di serî de li Fransa, Tirkiye û gelek welatên dinê ji bo Sakîneyan li dadê digerin. Filîmê belgeselê yê bi navê“Hêvî” darhenêriya wê Yuksel Yavuz dike tekoşîna jinên kurd vedibêje. Di dema kêşana filîm de di nava jiyana“gerilla” de bi Sakîne Cansiz re hevdîtin kiriye. Yuksel diyar kir ku beriya qetilkirana we 12 rojan nêrîna Sakîne ya dawiyê li ser filimê belgeselê girtiye. Piştî qetilkirina Sakîne wan şekilek nû da filîm. Yuksel da zanîn ku li cihê raportaja girêdayî jiyana çiyan ya li gel Sakîne, wan cîh daye piştî qirkirinê heta Dêrsimê rêwîtiya dawiyê ya li gel heval û hogirên wê. Filimê ku tekoşîna jinan ya siyasî, hiqûqî û çekdarî dike mijar, di 6’ê adarê de li nava çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê dê bikeve vîzyonan. Hefteya bê dê li Elmanya bikeve vîzyonê. Girêdayî filîm darhenêr Yuksel Yavuz axivî.
Tu dikarê di derbarê naskirina xwe ya huner û taybetî jî filîm de bi mere par bikê?
“Ez li Kurdistanê 10 salan di dibistanan de mam û piştî derbeya 12’ê Îlonê ez 3 hefteyan li Elmaniya mam. Di sala yekem de ez bi karên cuda ve mijul bûm. Paşê ji bo bi aborî û siyasetê ve mijul bibim çum Akademiya Hunerê Ciwanekan ya li Hamburgê ye. Di beşa ragihandinê de min bi giranî perwerdeya filîman Girit. Di salên 1990 an de min belgeselek ya ku jimara wê koçberên kurd yên ku Diasporasên Elmanya dimînin û du jê kurmancî 3 filîm min kişand. Ji wê û pêde min di derbarê pirsgirêka kurd û tirkan de kurdistan û rêwîtiya bi navê ‘Close Up Kurdistan’ (pilana nêz a Kurdistanê) belgeselek min kişand. Paşê jî li Stenbolê kêm netewên ku dijîn û di aliyê mûzîka wan de xebatên min ji bo amade kirina belgeselekê çêbûn.
Li gorî we Sakîne Cansiz kiye?
Sakîne ne tenê ji bo Tevgera Azadiya Gelê Kurd her wiha ji bo Tevgera Jinên Kurd jî bûye yek ji navên sembol. Nimûne bi sekna xwe ya biheybet jinên kurd hînî şoreşgeriyê kir. Di filîm de weke Mustafa Karasu gotî di girîgeha Amedê de li hember îskenceya herî giran serî netewand. Bû yek ji lingên bingehîn yê ku bi hezaran jinên kurd tevlî tevgera azadiyê kirî.
Xebatak we ya li ser Filîmê belgesel yê binavê Hêvî heye. Gelo babeta Hêvî çiye?
Ji despêkê heta niha bi 3 beşan min girtiye dest. Filîmê Hêvî di Tevgera Azadiya Gelê Kurd de jin kiriye mijara xwe. Min xwest di herêmên siyasî, hiqûqî û tekoşîna gerilla de derketina pêş ya jinên kurd bidim têgihandin.
We di filîm de çawe cîh daye Sakîne Cansiz ya ku hatî qetil kirin?
Di filîm de beşa li ser Sakîne ji Parîsê dikeve rê. Di rêwîtiya cenazeyê wê ji Amedê ber bi Dêrsimê ve şahidi ya kesên ku wê baş nasdikin û pêre jiyane yên weke (Metîn Cansiz, Mustafa Karasu, Nuran Maraşli, Farma Adir, Sozdar Avesta) ji van agahî girtin di derbarê kesayeta wê. Di nava şoreşê de jiyana wê û çima hat qetli kirin.
Sedemên ku hun ber bi kişana vî filîmî ve birin çî bûn?
Sedemê herî sereke yê ku ez ber bi kêşana vî filîmî de birim din ava Tevgera Azadiya Gelê Kurd de tekoşîna jinan ya ku her deç mezin dibe bû. Her wiha şidata dewletê ya li ser jinan ku heta Parlemanterên jinên kurd jî para xwe jê girtine. Di dawiyê de filîm li ser 3 jinên li Parê hatin qetil kirin disekine. Her wiha bi vê ve girêdeyî şideta li ser jinan ya ku heta qir kirinê jî diçe û bê tehmuliya jinan ya li hemberî şidetê û van êrîşan di heman demê de nîşandaneke. Ez difikirim ku kirina vê qir kirinê tenê ne ji bo xirakirina pêvajoya çareseriyê ya di nava PKK’ê û dewletê dene, di heman demê de ji boşikandina tekoşîna jinên kurd jî hat kirin.
Di belgesel filîma we kêşayî de di her 3 beşan de çî heye û kî cih digire ?
Beşa yekê ya filîm cîh daye nêrînê aktîvîsta û Parêzera Mafê Mirovan Eren Keskîn ya ku di salên 1990’an de şahidî ji bûyerên şideta dewletê li ser jinên kurd bi polîtîkaya şer dihatin kirin de. Di beşa 2’emîn de jî jinên siyasetmendarêm kurd Gultan Kişanak û Aysel Tugluk piştevanî kirina gireva birçîbûnê ya di peyîza sala 2012’an de li girtîgehên Tirkiye yê ji aliyê 10 hezar girtiyên siyasî ve hatî despêkirin. Di van 25 salên dawiyê tekoşîna siyasî û demokratîk ya kurdan û di van salên dawiyê de şideta dewletê ya li ser parlementerên jin yên kurd cîh digirin. Piştî kêşana filîm ya li Stenbol û Amedê paşê ji bo kêşana beşa 3’emîn em di dawiya sala 2012’an de li Berlînê bi Sakîne Cansiz re hatin bahev. Ji mere diyar kir ku di dawiya meha çile de berî biçe başurê Kurdistanê ji bo karê pesteporê divê biçe Parîsê. Di dema vegerê de me dê êdî li gel wê lingê Ewrupa jî bikêşana. Me biryar da ku di despêka buharê de emê biçin hevdîtina Sakîne li Qendîlê.
Lê piştî hevdîtina me 12 rojan, ji Parîsê agahiya qetil kirina Sakîne, Fîdan û Leyla hat. Dema ku min ew agahî bihîst di destê min de ji bo amade kirina dîmen^n ku minê li gel Sakîne kêşabana pirtuka nivîskar û rojnamegerê înglîz Eileen MacDonald ya bi navê ‘Despêkê li jinan bixin’hebû. Naveroka wê pirtûkê li ser tevgerên çep yên di cîhanê de di salên 1970 û 1980’an disekinî. Pirtûkek ku di naveroka wê de meqaleyên li ser jinên evsanewî cîh digirt.
(zt)

