Li Agiriyê hemberî fewdalîzmê pergala hevserokatiyê dikeve jiyanê
12:07
Gülşen Koçuk / JINHA
AGİRÎ-Namzeta Hevşaredara BDP’ê ya Agiriyê Mukades Kubilay pergala hevserokatiyê û di rêveberiyên herêmî di rola jinan nirxand. Mukades diyar kir ku bi pergala hevserokatiyê re jinan jî vîna xwe diyar kirin û di rêveberiyan de cihê xwe girtin. Mukades da zanîn ku li hemberî hişmendiya fewdalîzmê li Agiriyê projeyên wan yên weke ava kirina koopratîf, navendên şêwirmendiyê û komeleyên jinana henen.
Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ya ku bi duruşma “Bi Rêveberiya Xweser ber bi Nasnameya Azad ve” dest bi xebatên xwe yên hilbijartinê kirin. Pergala hevserokatiyê ya ku di cîhanê de mînakên wê nîne û nehatiye dîtin dikin meryetê. Bi salane ev pergal zagonî nebûye, BDP’ê despêkê di nava rêveberiyên herêmî de xiste meryetê. Bi derketina “Pakêta demokratîkbûnê” gava yekem ji bo pergala hevserokatiyê di zagonan de hat avêtin. Ya ku di nava rêveberiyên herêmî de bi beşdarbûnekî demokratîk, ekolojîk û di rêya jinên azad de dixebite Namzeta Hevşaredara BDP’ê ya Agiriyê Mukedes Kubilay. Mukades ya ku 10 salan Şaredara Bazidê bû, bi tecrubeyên xwe yên 10 salan dixwaze ruyekî nû bide Agiriyê. Namzeta Hevşaredara BDP’ê ya Agiriyê Mukedes Kubilay girêdayî namzatbûna xwe û rêveberiyê herêmî axivî. Mukedes destnîşan kir ku divê xweseriya demokratîk di herêmê de bê ava kirin. Mukades diyar kir ku di xweseriya demokratîk de di serî de jin û zarok hemû civak cihê xwe têde bigirin. Di rêveberiyên herêmî de jiyana xwezayî bê ava kirin.
‘Bi pergala hevserokatiyê re dê vîna jinan derkeve holê’
Mukades da zanîn ku despêkê bi tekoşîna jinan karî koteya xwe diyar bikin, niha jî di pergala hevserokatiyê de dixebitin û got: “Bi pergala hevserokatiyê re hem dê jin vîna xwe diyar bikin û hem jî di nava xebatan de cîh bigirin. Di şaredariyan de herî zêde pêdivî bi peyvîna jinan heye.” Mukedes destnîşan kir ku divê jin ne tenê cihê xwe di nava siyasetê de bigirin, di rêveberiyên herêmê de jî cîh bigirin û got: “Pergala hevserokatiyê ya ku hatî despê kirin divê bi pêşengiya jinan berdewam bike.” Mukades diyar kir ku pergala hevserokatiyê ya ku di bin pêşengiya jinên kurd de tê berdewam kirin, netenê ji bo jinên kurd her wiha ji bo hemû jinên ku heta niha nekarine xwe bînin ziman yê weke kurd, azerî, asurî, ereb, Çerkez, suryanî û yên dinê divê tevlî xebatan bibin. Mukades da zanîn ku tekoşîna jinên kurd ji aliyê tevgerên jinan yên cuda ve tê ecibandin û nimûne jê tên girtin.
‘Çî bê kirin em dixwazin bi xwe bikin’
Mukades di derbarê Daxwiyannameya Jinên di Hilbijartinên Herêmî de cîh digirin ya ku ji aliyê Meclisa Jinên BDP’ê ve hatî amade kirin de nêrînên xwe parve kir. Mukades destnîşan kir ku ev daxwiyanname xebateke zor û cidiye di heman demê de ekolojî, aborî, jiyana civakî, perwerde, tenduristî û hemû aliyên jiyanê digire nava xwe. Mukades diyar kir ku bi navê vegera li bajaran ji nava bajaran şinahî, herêmên zarokan û navendên jinan hatina tune kirin û got: “Çî bê kirin em dixwazin bi xwe bikin. Navê wê ‘bajarbûyîne’ lê di Kurdistan û tevahiya cîhanê de divê bajar bi destê mirovan bê ava kirin. Divê di navde jî navendên civakî, siyasî, çandê û tenduristiyê bên ava kirin. Modernîteye kapotelîst ji holê bê rakirin û modernîteya demokratî bê ava kirin. Ji bo jinan, zarokan û berastengan proje bên amade kirin.
‘Li Agiriyê jin pirsgirêkên giran dijîn’
Mukades da zanîn ku weke li her derê hişmendiya mêran li Agiriyê jî heye û jin pirsgirêkên giran dijîn. Mukades destnîşan kir ku li Agiriyê hêj jin di malan de tên girtin û pergala fewdalîzmê li ser wan zoriyê dike û jin nikarin bi vîna xwe tevbigerin. Mukades diyar kir ku ew dê bi xwere jinan tevlî xebatan bike û pisgirêkên wan derxe zanebûnê. Mukades girêdayî projeyên xwe yên li ser jinan jî da zanîn ku dê projeyên weke kooperatif, navendên şêwirmendiyê, komeleyên jinan derbixin.
‘Li her cihê ku hişmendiya deshilatiya mêran heye pirsgirêkên jinan jî hene’
Mukades diyar kir ku ev pirsgirêk tenê ya jinên kurd nîne, li tevahiya cîhanê hişmendiya deshlatiya mêran heye û jin ji destê wê hişmendiyê pirsgirêkan dijîn. Mukades da zanîn ku ji bo amadekirina projeyên girêdayî jinan ji derveyî welat jî piştevanî xwestiye. Mukades destnîşan kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan dem dem li gel jinên ji tevgerên cûda jî hevdîtinan dikin û got: “Projeya me tenê ji bo Agiriyê nîne di heman demê de ji bo Botan, Serhet û hemû cihên ku pirsgirêkên jinan lê hene. Di şaredariyên metrepolan de jî divê projeyên jinan bên pêşxistin. Divê jinên cîhanê bên bahev, bi hev re li ser pirsgirêk, xwestek û daxwazên jinan nîqaş bikin. Em jin azad nebin, di nava civakê de bi hev re bûnê bingeh negirin, emê nikarin Serokê xwe jî azad bikin. Dema ku jin bên ba hev dikarin gelek karan bikin. Ez bi vê girêdanê ji jinên kurd û hemû jinên cîhanê re serkeftinê dixwazim.”
(zt)

