Jinên hunermand: Zewicandina zarokan ya di temenê biçûk de qedexe bikin
16:00
JINHA
ESKİŞEHİR – Li Eskişehîrê nivîskar, helbestvan û lîstokvan jî di nav de jinên hunremend li hemberî cînayetên jinan û di temenê biçuk de zewicandina zarokan hatin bahev. Nivîskar Emel Îrtem got: “Di temenê biçuk de zewicandina zaroka hema qedexe bikin. Ji bo jin êdî neyên qetilkirin divê ji bo ‘demdirêj’ tedbîr bên girtin. Malên sitargehên jinan bên zêdekirin û ji veşartibûnê derkevin.”
Li Eskîşehîrê di nava wan de nivîska, helbestvan û lîstokvan jî heyî jinên hunermend li hemberî cînayetên jinan û di temenê biçuk de zewicandina zarokan hatin bahev. Li ber derê navendek ya bazirganiyê bi navê Hunermendan nivîskar Emel Îrtem daxwiyaniya çapemeniyê xwend. Emel bal kişand li ser cînayetên jinan û di temenê biçuk de zewicandina zarokan û got: “Li vî weletî her roj li gorî navîna hatî diyar kirin 3 jin tên qetlikirin. Divê hun zewicandina zarokan qedexe bikin. Li benda qetilkirinên jinan nesekinin. Ji bo ‘demdirêj’ tedbîran bigirin. Malên sitargehan yên jinan zêde bikin û ji bin qedexebûnê rakin. Yek ji sedemên zêdebûna qirkirinên jinan jî kêm kirina cezayê mêrên kujerin. Divê cezayê herî giran bê deyîna wan. Emê şopdarê vê pêvajoyê û guherînên zagonan bin.”
Helbestvan Berul Dunder jî diyar kir ku girêdayî van mijaran li Stenbol, İzmir û Bursa daxwiyaniyên çapemeniyê hatin xwendin û dê li Amed, Entalya , Enqere û Êlihê jî daxwiyanî bên xwendin.
(zt)
