BDP li Çermûkê bi coş hatin pêşewazî kirin
16:58
INHA
AMED – BDP biboneya xebatên hilbijartinên herêmî yên 30’ê Adarê derketin rê li Çermûkê bi coş hatin pêşewazî kirin.
BDP ya ku biboneya xebatên hilbijartinên herêmî yên 30’ê Adarê derketin rê li Çermûkê bi coş hatin pêşewazî kirin. Hevserokê Navenda BDP’ê ya Amedê Mehmed Emî Yilmaz, Parlementera BDP’ê ya Amedê Nursel Aydogan, Namzetên Hevşaredarên BDP’ê yên Çermûkê Cemal Aydin û Zuhal Odabaşi Çermûk û gundên derdora wê ziyaret kirin. Şandeya ku li Çermûkê dest bi ziyareta gundan kirin, gundî guhdar kirin û pirsgirêkên gundiyan nîşe girtin. Li ser navê şandeyê Parlementera BDP’ê Nursel Aydogan axivî. Nursel diyar kir ku ew dê pirsgirêkên gundiyan guhdarî bikin û ji bo çareseriyê bixebitin û got: “Ji bo çareser kirina ava gund emê bixebitin. Av pêdiviyek ya hemû mirovane. Her dem dengên gundiyan ji bo AKP’ê çune û AKP’ê jî we bê av hiştine. Mafê AKP’ê yê gund bê av hiştinê nîne.”
‘Emê pirsgirêka avê bi tevahî çareser bikin’
Hevserokê Navenda BDP’ê ya Amedê M. Emîn Yilmaz jî da zanîn ku av pêdiviyek ya mirovan ya serkeye û got: “Em weke BDP ava vexwarinê pêdiviyek ya mirovan ya serekedibîni û emê vê pirsgirêkê çareser bikin. Heger ji gundê Kuyu tenê dengek jî ji bo BDP’ê dernekeve emê pirsgirêkên wan çareser bikin.”
‘Emê pirsgirêkan bi gelê xwe re çareser bikin’
Namzetê Hevşaredarê BDP’ê yê Çermûkê Cemal Aydin jî destnîşan kir ku piştî hilbijartinan dê lez bidin xebatên xwe yên ji bo sazûman kirina gundan û got: “Heta niha gund ji aliyê qeymeqam, walî û yên dinê ve hatiye rêvebirin. Wan ji bo gund xizmetek baş nekirine, Li gorî daxwaz û hêviyên gund kar nekirine. Ji niha û pêde dê xizmetên gund li ser Şaredariya Bajarê Mezin bê kirin. Bi vî awayî emê bi xwe xwe rêve bibin.”
(zt)
