‘Emê li hemberî qirkirinên jinan têbikoşin’
08:59
Tekoşin Tekin-Şehriban Aslan / JINHA
AMED – Li Tirkiye û herêmê jin bi hincetên cuda ji aliyê yên herî nêzî xwe hevser, bav, bira, heskirî yan jî mêrên ku qet nas nakin ve tenê ji ber jinin tên qetilkirin. Girêdyî mijarê aktîvîsta Navenda Şêwirmendiya Jinan a Selisê Ruşen Yakut got: “Bi bilind kirina tekoşîna jinan re ev qirkirin zêde dibin û ev qirkirin bi armanca pêşî lê girtina tekoşîna azadiya jinan tên kirin. Lê zêdebûna qirkirinên jinan dê nikare pêşî li tekoşîna me ya azadiyê bigire. Li himberî qirkirinên jinan emê tekoşîna xwe berdewam bikin.”
Weke ku di tevahiya cîhanê de di Tirikiye û herêmê de jî her roj qirkirinên jinan bi şeklên cuda der dikevin pêşiya me û rewa tên dîtin. Li Tirkiye û herêmê jin bi hincetên cuda ji aliyê mêrên nêzî xwe hevser, bav, bira, heskiri yan jî ji aliyê mêrên ne nas ve tenê ji ber jinin tên qetil kirin. Aktîvîsta Navenda Şêwirmendiya Jinan a Selisê Asli Pasinli diyar kir ku tundiya civakê ya li ser jinan heyî jî awayek yê cînayetên jinin û got: “Di tevahiya cîhanê de pirsgirêka nehatî guhertin pirsgirêka jinane.”
‘Jin li emberî şideta dewletê mexdur dibin’
Asli da zanîn ku ji bo tekoşînkirinê weke tevahiya cîhanê di herêmê de jî saziyên jinan zindî dixebitin û wiha domand: “Em di herêmê de tenê ne rastî cînayetên jinan tên her wiha em rastî şideta dewletê jî tên.” Asli destnîşan kir ku hem dê li hemberî fewdalîzmê serî rakin û hem jî ji bo dîtina nasnameya xwe û hebûna modela jinan bixebitin. Asli diyar kir ku bi navê ‘ol’ qetilkirin jinan rewa tê dîtin û got:“Bi navê ol jin di malan de tên girtin. Li ser jinan şidet tên kirin. Bi hemû navgînên civakî dixwazin jinan bixin.”
‘Tevgera jinên kurd di rewşa pêşengî kirina cîhanê denin’
Asli da zanîn ku li himberî qirkirinên jinan divê çalakî bên li darxistin û wiha domand: “Ji ber ji demekê û pêde êdî pir zêde bûne. Her roj dema ku mirov rojnamê vedike jinekî dinê jî mir derdikeve ber çavên me. Hatiye rewşek wiha ku pirî caran di axaftinan de navê jinan anîna ziman de zorî tê kişandin. Ev jî tê wateya di hinek aliyan de asayîdîtinê.” Asli destnîşan kir ku ji bo qirkirinên jinan rolekî giring dikeve li ser milê çapemeniyê û divê di weşanan de qirkirinên jinan asayî neyên dîtin.
‘Tekoşîna me ya azadiyê berdewam dike’
Aktîvîsta NavendaŞêwirmendiya Jinan ya Selîsê Ruşen Yakut jî diyar kir ku li Tirkirye yê di sala 2013’an de 214 jin hatin qetilkirin, niha hîna em di serê sala 2014’an de nin li Amedê 4 jin hatin qetilkirin û got:“Partiya li deshilatiyê bi polîtîkaya xwe ya kevneperest û zayendparêzî, hincetên kirina van cînayetan rewadibînin. Bi bilind kirina tekoşîna jinan re ev qirkirin zêde dibin û ev qirkirin bi armanca pêşî lê girtina tekoşîna azadiya jinan tên kirin. Lê zêdebûna qirkirinên jinan dê nikare pêşî li tekoşîna jinan ya azadiyê bigire. Li himberî qirkirinên jinan dê tekoşîna me berdewam bike.”
(zt)

