Dê Ada ji ailyê jinan ve bê rêvebirin

09:06

 


Eylem Daş/JINHA


STENBOL – Kayuş Çalikman Gavrilof dê bi nasnameya xwe ya ermanî û jinbûnê weke Şaredara Adayê bikeve hilbijartinan. 12 jinên xwediyê nasnameyên cuda endamên meclisa şaredariyêne. Kayuşdiyar kir ku ew weke jin bawerin ku dê şardariyek rast û bi tevlîbûnekî xurt karê xwe birêve bibin.


BDP û HDP’e bi pergala hevserokatiyê tevlî hilbijartinan dibin. Li her cihên ku bikevin hilbijartinan dê yek ji hevserokan jin be. HDP’ê li Adayê tenê jinek namzet nîşan dane li wê di nava xebatên hilbijartinê yên cidî denin. Berendamên Meclisa Şaredariyê jî jinên ku xwediyê nasnameyên netewên cûda pêktên. Kayuş Çalikman Gavrilof bi nasnameya xwe ya ermenî û jinbûnê xwe namzeta şaredara Adayê nîşanda. Kayuş diyar kir ku ji bo ava kirina vê kadrotiyê pir xebitiye û got: “Di nava me de akademîsyen, jinên kêmenetew, jinên malan û dayîkên berasteng hene. Weke Adayiyekê jiyan kirin bê goman ev pirsgirêk tên dîtin, jin dibînin û hîs dikin. Her kes di derbarê Adayê de heman tiştî difikirin, li heman cihî dinêrin û heman nerihetiyan hîs dikin. Bi vê bûneyê me zimanek hevbeş ava kiriye û em difikirin ku emê bi hevre pir tiştan biguherîn.


‘Jin zêdetir pak, rast û tê bawer kirin’


Kayuş da zanîn ku ew ji nava tevgera jinan hatiye û ji ber di hemû rêveberiyan de jin hene ew pir şanaze û got: “Jin di siyasetê de zêdetir pak, rast û tên bawerkirin.” Kayuş destnîşan kir ku di Adayan de ji ber van cûdabûnên jinan, li her derê jin bi mêran re di nava tekoşînêdenin û got: “Mêr gavekê bavêjin, ji bo jin jî bibin xwediyê heman sitasoyê neçar dibin ku deh gavan diavêjin. Ji ber van sedeman karê me hêj zortire.”


‘Şaredarî navendên xizmetkirina gele’


Kayuş diyar kir ku şaredarî navendên xizmeta gelin, di van herêman de bi jinan re xebitîn pir giringe. Kayuş da zanîn ku dê li gel hemû jinên li Adayê di hilbijartinan de biserbikevin. Kayuş destnîşan kir ku ew 12 jin bikevin mecisê dê pir baş kar bikin. Kayuş di derbarê pergala hevsrokatiyê de nêrînên xwe parvekir. Kayuşdiyar kir ku pergala hevserokatiyê serkeftinek ya tevgera jinên kurde. Kayuş da zanîn ku di sala 2000’an de birêxistin kirinê derketin pêş û tevgera jinên kurd mînak girtin. Kayuş destnîşan kir ku koteya jinan weke ku tuştekê raberî jinan dikin tê dîtin, ji xwe jin pergala hevserokatiyê maf dikin.


‘Ez weke mirovan bi hev re jiyan kirinê xeyal dikim’


Kayuş diyar kir ku daxwaza jinan ya hevbeş bi hişmendiyek ya tevlîbûnê şaredarî kirin û got: “ Weke duruşma HDP’ê ya “Bajarê teye” em jî dibêjin emê bi durişma “Ada ya teye” bikevin rê.” Kayuş qala projeyên xwe kir û wiha domand: “Em bi rêgeza rast û tevlîbûnê ya şaredariyan bawerin ku emê bi ser bikevin. Di aliyê paqijî û tenduristiyê de emê zêdetir bi hişmendiyaşaredariyek rêzdariya mirovane û hestiyar tevbigerin. Emê ji rastî û duristî parastinê tucar gavan paşde nedin. Ez xeyal dikim ku esnaf, gel û her kes di hema navendê de bêyî ku hev mêtînger bikin çav bedrin malê hev, bi awayekî miravane bi hev re bijîn.”


Bi hemû beşên civakê re siyaset kirin pir giringe


Kayuş da zanîn ku pirsgirêka herî mezin li Adayê pirsgirêka tenduristiyê ye û got: “Pergalek di rewşa lez mudaxele kirinê de nîne. Divê dîspanserek bê vekirin. Divê ambulansên deryayê û bejahiyê hebin. Pirsgirkên nebûna îtifaye yê hene. Agir bi mala malbata İsraelyan ket, li gorî ku itifaye 12 sanyeyan dê hatibana cihê bûyerê saetekê nehat. Dema ku hat jî ava wê tunebû. Kincên xwe jî li xwe nekiribûn. Divê tiştên bi vî awayî carekedinê çênebin.” Kayuş weke jinek ermanî siyaseta HDP’ê di nirxîne û destnîşan kir ku HDP’e partiyeke ku merovan dewlemand dike. Kayuş diyar kir ku ev partî li gel kurd, suryanî, endamên LGBT yê û tirkan dê bi hev re siyastê bikin û ji ber di nava wê têkelê de cîh digire pir şanaze.


(zt)