heyeta jina a Rojava serdana saziyên jinan dike

09:27

 


Tekoşin Tekin/Şehriban Arslan/ JINHA


AMED- Jinên endamên Saziya Jinan a Sara û Lijneya Parastina Mafê Zarokan yên ku li Rojava xebatan dimeşînin li ser vexwendina rêxistinên jinan ên Amedê ji bo ku ezmûnên xweyê bi wan re par bike hatin Amedêç Amedê. Sedya Abdullah diyar kir ku “Ez gelê rojava piroz dikim hatine asteke azadiyê. Di Hemû pêkhateyên rojava de kurd û ereb bi hevranin. Despêkê pekhateyên rojava ditirsin ku emê di navde bihelin, lê niha hemû kesî cîhê xwe di reveberiyên xweser de girtine. Axine Hesen jî got :Ez dibêjim li cihanê teva zihniyeta li hember jinan yek e. Em weke jin dixwazin wê hişmendiyê ji holê rakin


Jinên endamên Saziya Jinan a Sara û Lijneya Parastina Mafê Zarokan yên ku li Rojava xebatan dimeşînin li ser vexwendina rêxistinên jinan ên Amedê ji bo ku ezmûnên xweyê bi wan re par bike hatin Amedê. 12 Aktîvîstên jin ên ku 5 rojan li Derê Dirbesiyê hat rawestandin û duh hatin Amedê. Dê Aktivistên jin yên ku ji Rojava hatina hefteyek ezmûnên xwe bi jinan re parvebikin .Şandeyê qala saziyên rojava û rewşa jin û zarokên rojava kirin. Şandeya jinan da zanîn ku ew kefxweş bûne ji bo ku hatine Amedê. Sadiya Abdullah,Axine Hesen û Sihem Mihemmed derbarê sazi û rewşa rojava bi mera gotibêj kirin.Aktivista însyatifa Jinan a Sara ya Qamişlo Sadiya Abdullah got: "ez ji Rojava hatime amedê min ji Rojava gelek slavên germ aniye Amedê. Ez gelê rojava piroz dikim hatine asteke azadiyê. Di Hemû pêkhateyên rojava de kurd û ereb bi hevranin. Despêkê pekhateyên rojava ditirsin ku emê di navde bihelin, lê niha hemû kesî cîhê xwe di reveberiyên xweser de girtine.


‘jinan û mêran bi destê hev girtin û ketin nav şoreşê’


Sadiya Abdullah de  berdema axaftina xwe de ev tişt gotin: Jinên rojava zuda xwe rêxistin kirine. Berî Şoreşê hemû karên xwe bi dizî dikirin. Piştîşoreşê hemû jinan û mêran bi destê hev girtin û ketin nav şoreşê. Jinan rola xwe ya li ser milê xwe list û pey doza xwe çûn. Niha Jin sedî 40 cihê xwe di reveberiyê de digrin.” Sedya anî ziman ku beri şoreşê ew di rewşeke pir giran û dijvar dabûn û got: “Rojava mecbûr ma ku gelê xwe û xwe biparêze. Ne tnê gelê kurd ji bo hemû gelan azadiya rojava hate rojevê. Piştre jî peymana Rojava ya gel hate amedekirin û hemû gelê rojava ereb û suryanî jî ew peyman xwend in û piştgirî dan xweseriya demokratik. Berî xweseriyê metirsiyek hebû. Pekhatên rojava yên biçûk digotin ‘hejmara kurdan zêdeye ew dê rojekê mafê me bixwin.’ Lê xweseriya demokratik hemû gotinên wan vala derxistin. Lê niha di rêveberiya demokratik de hemû kesî cihê xwe girtine. Me ew tirsa hebû ji holê rakir.”


‘ji bo jiyaneke azad em tekoşînê didin’


Sadiya got: “Dema ku me rêveberî çêkir em rastî astengiya hatin. Dewletên derdora surî û dewletên navneteweyî ji bo rêveberiya xweser daxuyanî dan û şer kirin her wiha dewleta Tirkiyê weke ku xwe dewleteke demokratik dinirxine hîna pirsgirêka kurd çareser nekirine piştgiri didin komên çete. Sinora ji wan re vedikin û piştgiriyê didin wan. Rêveberiya me karê siyasî meşand, derket Ewruyê û ragihand ku em naxwazin Suri perçe bibin. Tu projeya me ya Suriye perçe bikin nîn e. Em dixwazin bi pêkhateyên Suiye yê re hemû kes bi mafê xwe jiyana xwe bidominîn. Li ser bingeha reveberiyê ereb û suryanî cîh digrin. Serokên kantonan kurdin lê Cigerê wan Suryanî û Ereb in. Rojên pêş dê rêveberiya me nûnertiya kurdan di civinê cihanê de cîh bigrin. Ez ji bo jinên Amedê sipas dikim. Lê ez disa wana rexne dikim. Demeke dirêje li bakur jin di tekoşinê de cih digrin lê hîna weke rojava xwe pêş nexistine divê jinên kurd rola xwe bilizîn.


'divê jin koletiyê qebul nekin û koletiya heyî li ser xwe bavêjin'


Axine hesen Aktivista Însyatîfa Jinan a Sarya ya Qamişlo jî got: “Armanca me ewe ku em saziyên Jinan bibinîn ka karê xwe çawa dimeşinin. Ez dibêjim li cihanê teva zihniyeta li hember jinan yek e. Em weke jin dixwazin wê hişmendiyê ji holê rakin. Şoreşa rojava 3 sal in dimeşe. Li rojava gelek jin rastî tundiyê hatin. Divê êdî jin rastî tundiyê neyên. “


Derinûya zarokan xirab bûye


Axîne  hesen got: “Li Rojava gelek jin kar dikin. Momosteyên jin hene. Jinên Rojava li destê mêran mêze nakin. Navê saziya me Sara'ye ji ber ku sara di nav ereba,suryaniya û kurdan tê zanîn û tê qebul kirin. Em dixwazin jin jiyana koletî nepejirînin û hişmendiya mêran ji holê rabe. 13 jin bi hevre li saziya jinan dixebitin. Ereb, suryanî û kurd bi hevre dixebitin. Divê jin koletiyê nepejirînin û koletiya heyî li ser xwe bavêjin.”


Sihem Mihemmed ji Bajarê Hesekê hatiye Amedê derbarê hatina xwe de bi mera axivî. Sihem got: "Armanca me derinuya zarokan ji şer derxin û zarok weke zarokên asayî bijîn. Ji ber ku li Rojava şer heye û bandor li ser zaroka kiriye. Zarok dema dipeyîvin li ser şer diaxivin. Zarok ji cihanê qut bune. Zarok hertim dipirsên weke çîbû, emê çî bikin? dipirsin.Ji Rojava Bijîşk û pispor ji bo derinuya zarokan wekî berê bibin hewildaneke wan heye. Em mamostene. Me dit ku derinuya zarokan xirab bûye. Me got gelo em çibikin? Ji ber vê yekê em hatin Amedê. Me xwest em tecrubeyan ji Amedê bigrin. Di mejyê zarokan de çek hene. Navê çekan kî ji kê xurtire. Carnan dibên kurd carna dibên çete xurtin yanî deriniya wan tevlî hev bûne. Carekî ez çûm malbatekê zarokekê çek anî û got ezê we bikujim. Me got çima gotin ‘em ji we aciz bûne herin ji mala me’Zarok wisa aciz bune ku yanî di nav wan şertan de hinî kuştinê dibin. Em ji zarokan re dibên karê we ne çek e, karê we listik in.Em dibên tu dixwazi dayika te bimre dibên na û em bi wanre hertim diaxivin. Em dixwazin derinuya zarokan wekî berê bikin".


(pk/zt)