‘Dîrok kesên ku berxwedana li girtîgehan nabîne efû nake’
04:30
JINHA
SÊRT - Şaredara Dêrîka Mêrdînê Caglar Demîrel di Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê de dimîne, bi nameyek bal kişand ser grevên birçibûnê. Caglar Demîrel di nameya xwe de wiha got: “Ez wekî siyasetmedareke jin û kurd li hemberî rûmetiya mirovan bi hestiyar bibin, li dora daxwazên me bibin xelek û dengê xwe bikin yek.”
Greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a ku ji aliyê Girtiyên PKK'ê û PAJK'ê ve di 12'ê Îlonê de dest pê kiribû, di roja 55'an de berdewam dike. Şaredar Caglar Demîrel di 30’yê cotmehê tevli grevên birçibûnê bû. Şaredar Caglar Demîrel di nameya xwe de diyar kir ku li hemberî têkoşîna hevalên li girtîgehan bêdengî nabe û ji ber vê jî kesên ku vê berxwedanê nabînê û nabhise dê dîrok tu carî van efûneke.
Caglar Demîrel wiha dest bi nameya xwe kir: “Dibe ku hertişt di destê mirovan de bê girtin, lê tiştek heye ku kesek nikare vê tiştî bistine; ev jî azadî û hilbijartina riya xwe ye. Bi salan mafê kurdan hat desteserkirin, lê bi têkoşînê îro hebûna xwe ispat kirin. Polîtîkayên înkar û îmhayê her ku diçe zêdetir dibe. Lê dîsa kurd bi biryar li hemberî van polîtîkayan berxwedide.”
‘Berxwedan didome’
Caglar Demîrel, di nameya xwe de bal kişand ser grevên birçibûnê û daxuyand ku di 12’ê Îlonê de grevên bêdem û bêdorveger dest pê kir û îro bû 55 roj. Demîrel, got ku hêj bêdengî heye û gavek ji bo çareseriya pirsgirêkê nayê kirin û wiha dirêjî da nêrînên xwe: “Tecrîda li hemberî Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan li dijî hiqûqê ye. Em jî daxwaz dikin ku şert û mercên tenduristî, ewlehî û azadiya birêz Ocalan bê başkirin, qedexeyên li ser ziman ji holê bê rakirin, li dadgehan û dibistanan zimanê kurdî bê qebûlkirin. Bi salane daxwazên kurdan ên herî bi meqûl û meşrû nehatin qebûlkirin û nehatin dîtin. Li hemberî daxwazan tenê polîtîkayên asîmîlasyon, zext û zordarî hat pêşxistin.”
‘Bi moral û bi biryarin’
Çaglar Demîrel, di nameya xwe de da zanîn ku siyasetmedarên kurd îro li girtîgehan wekî rehîneyan tên girtin, çend di mekanên bi vî rengî de bên girtin jî siyasetmedarên kurd bi hêza gelê xwe ser piya ne, bi hêztire, bi morale û bi bîryar e. Çaglar Demîrel, wiha dirêjî da nameya xwe: “Ez bi vîna welatiyên Dêrîkê hatim hilbijartin. Ez wekî şaredarek piştgirî didim berxwedana li girtîgehan a 49’ê roje hatî destpê kirin û îro şûnde di 30’ê cotmehê dest bi greve dikim. Divê li hemberî berxwedana li girtîgehan bêden nebin. Dîrok dê kesên ku nabînin û guh nadin tucarî efû neke.”
‘Berpirsiyartiya xwe binîn cih’
Şaredar Caglar Demîrel, bi nameya xwe bang li siyasetmedar, akademîsyên, rojnameger, rewşenbîr, nivîskar, hunermend, saziyên sivîl ên civakî, jin, mêr, ciwan, pir û kalan kir bila guh bidin dengê berxwedêran û wiha got: “Îro dîsa jin pêşengiya daxwazên kurdan dikin û ez van silav dikim. Lê mixabin hikûmeta AKP’ê wekî her car li hemberî siyasetmedarên kurd bombeyên gazê, jop û îşkenceyê rewa dibîne. Herî dawiyê jî endama Meclisa Giştî ya Bajarê Mêrdînê Emanet Enîş bi vîna welatiyên Mêrdînê hat hilbijartin bi bombeya gazê birîndar bû. Welatiyên Mêrdînê wekî her car dê dîsa xwedî li vîna xwe derkeve. Ez wekî siyasetmederek jin bang li hemû kesan dikin berpirsiylartiya xwe bînin cih, dengê xwe bikin yek, li dora daxwazan bibin xelek.”
(la)

