Forma Jinan a Mezin: ‘AKP’e bêdeng be bilia jin bipeyvin’

10:48

 


 


JINHA


STENBOL – Jinên ku dê bi duruşma “AKP’e bêdeng be bila Jin bipeyvin” biçin hilbijartinan, bi vê boneyê Şêwirmenda Setinbolê bang li jinan kir. Li Navenda Çandê ya Şîşil Kentê Forma Jinan a Mezin pêkahat. Ji sazî û Odeyên cuda jin hatin bahev. Jiyana ku jin dijîn çawa hîn bibin. Girêdayî hilbijartinên herêmî nêrîna jinan û çawa tekoşîna xwe bilind bikin nîqaş kirin.


Forma Mezin a Jinan a ku duh li Navenda Çanda Şîşli Kentê pêk hatî gelek jinên ji sendîkayên cuda, Odeyên forman yên jinên parqa Geziyê, saziyên jinan, aktîvîst û platforman tevlîbûn. Di nava wan de Namzeta Hevşaredariya HDP’ê a Şîşliyê Ayşe Berktay û Namzeta Hevşaredara HDP’ê ya Beyoglu yê Seyhan Alma jî cîh girtin. Li hemberî polîtîqaya AKP’ê giringiya şêwirmandiya jinan û dê çî bên kirin. Her wiha di aliyê hilbijartinên herêmî de jî bertek û daxwazên xwe anîn ziman.


‘Hikûmeta AKP’ê sebira me dide zorê’


Ji bo guherîna poîtîqaya hişmendiya mêran giringiya şêwirmendiya jinan tevlî bûna wan ya demokrasiyê. Platforma jinan ya ku di beşa yekê de bi durşma“AKP’e bêdeng be bila Jin bipeyvin” despê kirin û polîtîqaya AKP’ê hat rexne kirin. Jinan diyar kirin ku mafên wan yên jiyanê nayên nasîn, keda jinan tê binpêkirin û ji derveyî fermyetê tên xebitandin. Jinan bal kişandin li ser qedexe kirina Kurtajê û awayê jiyana “kızlı-erkekli”, her roj di kolanan de 5 jin tên qetil kirin. Jinan da zanîn ku şaşiyên şideta mêran, veşartina jinan, di kolanan de bê ewlehiya jinan, di biriyar girtinan de jin cih nagirin û êdî hikûmeta AKP’ê sebera me dide zorê.


‘Daxwazên jinan nakevin hindirê sindoqan’


Jinan destnîşan kirin ku bajar ji aliyê neoliberalan ve weke mal tên kirîn û firotin, ev jî peywendiya xwe bi cînayetên jinan re heye, jin jî xwediyê mafê rêvebirina bajaranin. Jinan diyar kirin ku herêmên di nava çalakiyan de divê ji nû ve bên desgirtin û daxwazên jinan nakevin hindirê sindoqan.


‘Em jin hemû bibin yek û pergala deshilatiya mêran hilweşînin’


Di beşa 2’emîn de jî jinan bi sernava “Gotin ya meye, bajar yê meye” daxwaz û rêbazên tekoşîn kirinê nirxandin. Namzeta Hevşaredara HDP’ê ya Beyoglu yê Seyhan Alma got: Ez ji Roboskiyê me û em dinava lêgera edaletêdenin. Min ji bo AKP’ê xwe negirtiye. Em jin hemû bibin yek û pergala deshilatiya mêran hilweşînin. Di meclisê de em jin zêdetir bibin.” Namzeta Hevşaredariya HDP’ê ya Kadikoyê Mukades Erdogdu jî got:“Ez têgihiştim ku divê de siyasetê de cihê jinan bê guhertin. Di xebatên me yên pêvajoya hilbijartinan de emê eniya jinan vekin.”


Ez hem xizmetciyê pergalê û hemjî yê hevserê xwe bûme


Jinekî dinê ya beşdarî Forumê bûyî Sara Kurkçugul jî da zanîn ku zayendiya civakî despêkê ji malbatê despê dike û got: “Di dema zarokatiyê de bukik didin destê zarokên keç, sîlehan jî didin destê zarokên kur. Şidetê hînî zarokên kur dikin û dayîktiyê hînî zarokên keç dikin.” Ayten Kargin destnîşan kir ku şoreşa herî mezin wê kiriye, 12 salan di heman malê de kar kiriye û xwediyê malê jî ew hêdî hêdî ji malê derxisiye û got: “Min tundiya hevserê xwe jiyan kiriye.” Ayten diyar kir ku roja despêkê dema ku çuye kar ji ber xwe ji hevserê xwe veşartiye çuye lêdan xwariye û got: “Hevserê min ji min re digot ‘tu xizmetciyê minê çima diçê mala xelkê paqişdikê.’ Ji xwe min heman kar di mal de jî dikir. Wê demê ez têgihiştim ku ez bûme xizmetciyê wî jî.”


‘Em li emberî gotina Erdogan ya kızlı- erkekli ne’


Xwendekarên dibistana amadeyi yên jin jî dan zanîn ku tevlî kincên xwendekarên jin dibin. Di dibistanan de pêlekanên li ber derê qantînan li gorî zayendan cud kirine. Xwendekarên Zanîngehê yên jin jî di zanîngeh, yurd û kolanan de xwendekarên jin tundiya ku dijîn vegotin. Jinan gotinên Erdogan yên girêdayî malên “kızlı-erkekli”rexne kirin.


Jinan dexwazên xwe danîn holê


Jinên ku di nava Forumê de cîh girtin despêkê di nava xwestek û daxwazên xwe de diyar kirin ku bajar bên rewşa ewlebûna jiyan kirina jinan. Bajar ne ji bo rantê, ji bo jin weke mirovan têde bikarin bijîn bê rêxistin kirin. Ji bo hilbijartinên herêmî hem jin û hem jî koteya LGBTİ li gerî zayendan kar nehat parve kirin. Divê jin di ofisan de nayên hebis kirin. Di mekanîzmayên biriyar girtinê yên rêveberiyên herêmî û rêxistinên jinan de cîh girtin.


(zt)