'HDP partiya ku rêngên cuda digire nava xwe’
13:41
Zehra Doğan/JINHA
ENQERE – Jinên ku ji navendên cuda yên civki yên li hemberî siyaseta heyî hatine di bin şemsiya HDP’ê de civiyane. Seroka Gişti ya ESP’ê û endama Meclisa Jinên Sosyalîst Fadime Çelebî HDP’e weke partiyek ya ‘Bi rengên cuda re hatî bahev’ nirxand. Endama Partiya Kedê û endama MYK a HDP’ê Şukran Dogan jî HDP’e weke partiya ku bi rengên cuda dewlemend bûye nirxand. Rêvebera BDP’ê ya Enqerê Nur Aytemur jî got: “HDP partiyeke ku çand û baweriyên cuda dinava xwe de dihewîne.”
HDK di cotmeha sala 2011’an de di kongireya ku li Enqerê pêkhat de hat damezrandin. Dema ku hat ava kirin û şunde rêyek dirêj da pêşiya xwe û îmza avêt binê gelek meclisbûyînan. Di bininya HDK’ê de jin çun meclisbûnê. Jinan Meclisa Jinên HDK’ê ava kirin û ev 2 salin bi awayekî zindî xebatên xwe birêve dibin. Jin ji navendên civakî yên cuda hatin bahev û meclisa jinan ava kirin. Meclisa Jinan ji bo şikandina polîtîqayên hişkûmetê yên zayendî yên li ser jinan gavên cidî avêtin û dê berdewam bikin. Li Tirkiye yê partiyên çep, sosyalîs, kom, baweriyên cuda beşên civakê li gel tevgera siyasi ya kurdan hevpeymanek stratejîk çêkirine. Meclisa jinan ya ku berê hatiye ceribandin, ji bo şikandina siyaseta bi salane heyî şoreşê dikin.
HDP: Partiya ku rengên cuda aniye ba hev
Seroka Gişti ya Partiya Sosyasîst û Bindestan (ESP) û Endama Meclisa Jinên Sosyalîst MYK Fasime Çelebi diyar kir ku jinên tekoşer berê di platformên diyarkirî de hatine bahev. Fedime da zanîn ku Jin di mijara tekoşînê de di bin şemsiya HDK’ê de hatina bahev hêzekî nû dide ava kirin û got: “Ji bo me HDK û di heman demê de HDP babetên cudane. HDP rengên cuda tîne bahev û fikrekî bihêz derdikeve. Di van 30 salên dawiyê de li Kurdistanê şerekî giran hat meşandin. Di aliyê Rojava de ev şer pir nehat nasîn. Di vê wateyê de HDP, gelê kurd û li Rojava civakên aborî û tekoşîna ekolojî naskirin û hatina bahev bû fikerk pir bihêz.” Fadîme destnîşan kir ku jinên sosyalîst bi awayekî zindî dinava HDP’ê de cîh girtine û ji bo bihêzkirina partiyê dixebitin.
‘Em HDP’ê weke hêzekî civakî dibînîn’
Fadîme diyar kir ku heta niha tenê namzetên hevşaredarên jin yên BDP’ê hatine dîtin û got: “Em niha pargala hevserokatiya HDP’ê dinirxînin. Li Tirkiye yê HDP’ê ji bo guherîna hişmendiya siyasî ya heyî gav avêtiye. Weke partiyên AKP, MHP û CHP’ê na nirxînin. Di van partiyan de rengê jinan naxweyê. Niha bi hişmendiya mêrane siyasetê dikin, partiyên pergalê ev dernexistin holê. HDP xwe weke partiya jinan dinirxîne û di vê wateyê îmza avêtin binê pêvajoyekê ku jin rengê xwe didin nîşandan. HDP cihek wihaye ku di hindirê xwe de feminîst, LGBT-İ, kurd, sosyalîst û gelek mirovên ku xwediyê fikrên siyasi yên cuda dihewînin. Em weke EDP di nava HDP’ê de cîh digirîn. Ji ber em HDP’ê di Tirkiye yê de diçarçoveya mijara tekoşîna civakî de hêzek mezin ya siyasî dibînin.”
‘Em li hemberî hişmendiya serdest tekoşîn dikin’
Rêvebera BDP’ê ya Enqerê Nur Aytemur got: “Li ser tunebûna jinan em bi hebûna xwe di nava HDK’ê de xebat dikin.” Nur da zanîn ku ev jî bi pergala hevserokatiyê û gelek xebatên dinê pêkhat. Nur destnîşan kir ku ew li hemberî hişmendiya mêran ya deshilatdar tekoşîn dikin. Nur diyar kir ku jin hem li hemberî pergala hişmendiya mêran û hem jî li gel mêrên ku di nava heman xebatê de bi hev re dixebitin tekoşînê didin. Nur da zanîn ku bi deskeftiyên tekoşîna jinên di nava HDK’ê de siyasetê dimeşînin û got: “Di vê wateyê de em weke jin di nava meclis û rêveberiyên herêmî de cih digirîn.”
Jinan banga tevlîbûna HDP’ê kirin
Nur destnîşan kir ku HDP bi pregala wekheviyê biryaran digirin û got: “Em li vêderê bang li hemû jinan dikin ku dibin şemsiya HDK’ê de tevlî xebatên HDP’ê bibin. Sedema herî sereke ya vê banga me ya ji bo jinan, ji ber di hemû navendan de jin dê cih bigirin û bibin xwediyê mafê gotinê.” Nur wekedinê bal kişand li ser jinên ku di nava namzetiya hevşaredariyê de cîh girtine û wiha domand: “Niha jinên ku di nava namzetiya hevşardariya HDP û BDP’ê de cîh girtine ji akademîsyen, kedkarên malan, endamên sendîqayan, rêveberiyên partiyên siyasî hatine. Ev jinane li gorî jiyana xwe ya berê cîh digirin. Di nav de jinên ku li serê wan xavikên sipî hen û di heman demê de yên ku li gorî baweriya xwe ya olî û çandê xwe pêçane jî têndîtin. Gengaze ku ev di nava HDP’ê de bên dîtin. Ji ber HDP partiyeke ku di hindirê xwe de bawerî û çandên cuda dihewîne.”
‘HDP partiyeke ku bi cudahiyên nava xwe dewlemende’
Endama Partiya Kedê û endama MYK a HDP’ê Şukran Dogan jî diyar kir ku berê li Tirkiye yê HDK’ê têkelek ava kir ku beriya wê ceribandinên wiha çênebûyîbûn. Şukran da zanîn ku ew dê bi hişmendiyekî wiha kar bikin ku ji bo yên ne HDK e jî hêviyekê ava bikin. Şukran destnîşan kir ku dibin şemsiya HDK’ê de nîqaşên wiha germ çêdibin û got: “Li gel fikirên cuda em li ser gelek mijaran nîqaş dikîn. Ji xwe li welatek weke Tirkiye yê pirsgirêka fikirên wekhev heye û em weke têkel li hemberî van binpêkirinan hemfikirin. Di vê wateyê de HDK û di heman demê de HDP e partiyek bi rengîniya xwe dewlemende.”
‘Ji sala1930’an heta niha tenê 4 jin bûne şaredar’
Şukran diyar kir ku li Tirkiye yê di astekî ji sedî 14 nûnertiya jinan heye û got: “Sedema ji sedî 14 nûneriya jinan jî, ji ber BDP’ê namzetên xwe nîşan dan û partiyên dinê jî xwe neçar hîs kirin. Heger BDP’ê vê nêzîkatiya xwe nîşan nedaya dibe ku ji sedî 14 jî nebana. Ji sala 1930’an heta niha tenê 6 jin bûne şaredar. Ji wan jî 2 şaredarên BDP’ê yên Dêrsimêne. Her 4 jinên dinê jî ji sala 1930’an heta niha di pêvajoyên cuda de di partiyên dinê de xwe namzet nîşan dane.” Şukran da zanîn ku ew dê girêdayî ji bo jinan pirsa “hun dixwazin çawa bijî?” xebatên xwe birêve bibin. Şukran destnîşan kir ku HDP bi pergala xwe ya hevserokatiyê re îmza avêtiye binê gelek serkeftinan. Şukran di dawiyê de ji bo pêşdebirina pêvajoya dawiyê hatî pêşxistin bang li hemû jinan kir ku di bin şemsiye ya Meclisa Jinan ya HDK’ê de bicivin.
(zt)

