li Lubnanê piştgiriya kampanyaya YJA`yê hate kirin
13:50
JINHA
BEYRÛT- Di çarçoveya xebatên piştgiriya kampanyaya Yekîtiya Jinên Azad (YJA) de rêxistina Yekîtiya Star li Lubnanê şahiyek lidar xist.
Di çarçoveya xebatên piştgiriya kampanyaya Yekîtiya Jinên Azad (YJA) ya bi durişma "Bi jinên azad ber bi netewa demokratîk ve" hatiye dest pê kirin rêxistina Yekîtiya Star li Lubanê şahiyek lidar xist. Şahî bi beşdariya bi dehan Jinên Kurd ên li Lubnanê li herêma Kefer Dibyan bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
Endama Yekîtiya Star Diyana Xelîl di şahiyê de axivî û da zanîn ku jinên kurd di vê pêvajoya dîrokî de kariye di nava hemû saziyên xebatê yên Rojavayê Kurdistanê de cihê xwe bigre. Diyana Xelîl diyar kir ku kampaniyaya YJA`yê bi armanca pêşxistina jinan û bilindkirina xebatê hatiye lidar xistin û bang li hemû jinan kir ku bi çalakî tevlî nava vê kampaniyayê bibin.Diyana Xelîl di axaftina xwe de ragihandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê jî pîroz kir û da zanîn ku rêveberî dê ji bo tevahî Sûriyê bibe nimûneya çareseriyê.Endama Yekîtiya Star Melek Mella jî axivî û da zanîn ku ji bo jin karibin rola xwe ya pêşengiyê pêk bînin pêwîste bi çalakî tevlî nava xebatên kampaniyaya YJA`yê bibin.
Şahiya jinan bi stran û dîlanê bi dawî bû.
(pk)

