Jinên Cizîrê amadekariyên 8'ê Adarê dikin
13:56
JINHA
QAMIŞLO – Komîteya Têkiliyên Dîplomasî ya Yekîtiya Star û bi hevkariya gelek rêxistin û saziyên jinan ên herêma Cizîrê komîteya amadekar a şahiyên cejna jinan 8'ê Adarên ava kirin.
Komîte di encama civînekê de hate destnîşankirin. Civîn bi tevlîbûna nûnerên Însyatîfa Jinên Sûriyê, Yekîtiya Jinên Suryanî, Rêxistina Jinana a Partiya Demokratîk a Kurd, Rêxistina Jinan a PYD'ê, Rêxistina Jinan a Partiya Lîberal, Rêxistina li dijî tundiyê ya li dijî jinan Sara, Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger, Jinên Partiya Aştî û demokrasiyê, Jinên Tevgera Çand û Hunerê, Navena Pêşxistina raman û Laş a Ava, Jinên partiya Çep a Demkratîk li Sûriyê û Komîteya Mafê Jinan hate lidarxistin.Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Pişrte Endama Kordînesyona Yekîtiya Star Dicle Serêkaniyê axivî û got ku jin bi hemû netewên xwe di dîrokê de efsane nivîsandine û cihê xwe di nava hemû şoreşan de girtine. Dicle, destnîşan kir ku jinên kurd jî di nava hemû şoreşên azadiyê de cih girtine û herî dawî di şoreşa azadiyê de jinên kurd rola pêşeng rabûn.
Civîn bi nîqaşên lidarxistina şahiyên 8'ê Adarê dewam kir. Di encama nîqaşan de komîteya amadekar a lidarxistina şahî û çalakiyên 8'ê Adarê ji 13 jinan destnîşankirin.Di civînê de biryar hate dayîn ku çalakiyên cejna jinan 8'ê Adarê di 20'ê sibatê dest pê bike.Çalakî dê di hemû bajar û navçeyên herêma Cizîrê bi meş, mitîng, semîner û civînên jinan bêne lidarxistin. Her wiha jinan biryar dan ku dê di hemû meşan de pankartên bi 3 zimanên fermî yên herêma Cizîrê (kurdî, erebî û suryanî) bêne rakirin.Di civînê de biraya hate dayîn ku bi munasebata 8'ê Adarê kolan bêne xemilandin û dema şahiyan wiha hate destnîşankirin:
Dêirk û Rimêlan di 2'ê Adarê, Qamişlo û Tirbespiyê 3'ê adarê, Serêkaniyê û Dirbêsiyê 4'ê adarê, Hesekê 5'ê adarê û Til Temirê 6'ê adarê û li Amûdê 7'ê adarê de dê şahî bêne ldarxistin.
(pk)

