Komîteya Jinên Sûriyê hate avakirin

14:11

 


JINHA


TIL TEMIR– Bi armanca gotûbêjkirina rewşa jinan Komîteya Têkliyên Dîplomasîya Yekîtiya Star li buroya Partiya Asûrîya Demokratîk a bajarê Til Temir a herêma Cizîrê bi nûnerênpartiyên siyasî re civiya. Di civînê de jibo li ser rewşa jinan were rawestandin komîteyeke hevbeş bi navê ‘Komîteya Jinên Sûriyê’ hate ava kirin.


Li buroya Partiya Asûrîya Demokratîk a bajarê Til Temir a herêmaCizîrêKomîteyaTêkliyên Dîplomasîya Rêxistina Yekîtiya Star bi nûnerênjinênPartiyaAsûrîyaDemokratîk û PartiyaDemokratiya Kurd a Sûriyê re civiya. Di civînê de pirsgirêkênjinanênwekîzewaca bi darêzorê û di temenênbiçûk de hatingotûbêjkirin.Beşdarên civînê diyarkirin ku pêwîste ji bo pêşxistina jin di warê çandî û fikrî de semîner û belgefilim werin pêşkêşkirin.


Piştre ji bo li ser rewşa jinan were rawestandin komîteyeke hevbeş bi navê ‘Komîteya Jinên Sûriyê’ hate avakirin. Komîtedê ji aliyê 3 jinan ve were birêvebirin.Erka vê komîteyê jî ew e ku pirsgirêkên jinan lêkolîn bike û ji bo werin çareser kirin pêşkêşî  saziyêntêk lî dar werinkirin.Ev Komîteya hatiye ava kirin, dê roja sêşemabê li hevbicivin û bernameya karê xwe diyar bikin.


(pk)