Dozger bira weke hincet û ‘daxwaz’ nîşan da!
15:24
JINHA
DENİZLİ – Li Denizliyê dozgerê ku di derbarê bersucê zaroka 16 salî H. İ tecawîz kirî de mutale xwend, di mutaleyê de hat diyar kirin ku bi hevre bîre vexwarine û li gor ‘daxwaza’wê ketine têkiliyan weke hincet hat nîşan dan. Bavê wê Ahmed İ. Helwesta heyeta dadgehê rexne kir û got: “Ne temen û ne jî rizaye tecawizê heye. Me şerê vê deye. Lê mixabin bi hêviyekî mezin em ketin rê li mexdurbûnê mexdurbûn hat zêde kirin. Heger li me doza tazmînatê jî vekin ez şaşwaz nabim.”
Li Denizliyê dozgerê ku mutaleya Ahmed Ç. yê ku H. İ a 16 salî tecawîz kirî xwendî, da zanîn ku bi daxwaza H. İ ketiye têkiliyê. Dozger daxwaza kêm ceza dayîna Ahmed Ç kir. Li gorî nûçeya rojnameger Damal Yur 5’emîn runiştina dozê di 23’ê çile de li Denizliyê li 4’emîn Dangeha Cezayê Girna hat dîtin. Di runiştinê de dozger Mehmed Başaran mutale xwend. Di mutaleyê de hat diyar kirin ku H. İ 15 salî bûye mezine û “bi tevahî têkilî li gor daxwaza wê çêbûye” ji ber van sedema nakeve madeya 8 sal cezayê girtîgehê. Dozger daxwaz kir ku bersuc ji bo têkiliyên xwe yên zayendî li ber çavan re derbas bike bila 2 sal cezayê girtîgehê bê dayîn.
‘Heger doza tazmînatê li me veke jî ez şaşwaz nabim’
Parêzera H. İ.Julide Keleş Yarişan mutaleya ku hatî amade kirin nirxand û got: “Têkiliyên zayendî ji aliyê dadgehê ve tên pejirandin, lê hişmendiyek ya aliyê vê yê dep, dolap û zorê dîtinê nîne. Heger mexdurê vê dozê zarokek kur bana dê mutale ne bi vî awayî hatibana amade kirin. Ji ber zarokek keçe ‘bira dayê û paşê ya ku hatiye serê wê pejirandiye’ Ev yek nirxandine û weke li gor daxwaza wê bûye didin nîşandan.” Bavê wê Ahmed İ jî got: “Divê ne temen û ne jî daxwaza tecawîzê hebe. Me şerê vê deye. Em bi hêviyekî mezin ketin rê lê mixabin li mexdurbûnê mexdurbûn hat zêde kirin. Heger li me doza tazmînatê jî vekin ez şaşwaz nabim.”
(zt)
