Ayşenur Vaizoglu: Emê ji sentirala termikê re bêjin ‘raweste’
09:12
JINHA
GURGUM– Namzeta Hevşaredara HDP’ê ya Elbîstanê Ayşenur Vaizoglu diyar kir ku ji bo jinan dê navendên jiyanê ava bikin û li himberî santirala termikê ya ku tendiristiya mirovan dixe metirsiyê projeyên wan hene û got: “Emê bi projeyên xwe yên li hemberî sentirala termikê ya ku dengeya ekolojiyê xira kirî tekoşînê bikin. Ji ber gaza sentirala termikê ya qirêj piraniya welatiyan penceşêrê girtine. Emê bi hişmendiya xwe ya siyaseta nû ji vê re bêjin ‘raweste’”
BDP û HDP bihişmendyekî nû ya siyasetê li navend û navçeyan namzatên xwe yên hevşaredariyê diyar kirin. Bi hişmendiya xwe ya nû di Tirkiyê de bitaybetî jî bi hevşaredarên xwe yên jin di rewşa şareşkirinêdenin. Bi gel re tên bahev û li pirsgirêkên gel guhdarî dikin. Namzeta Hevşaredara HDP’ê ya Elbistanê Ayşenur Vaizoglu ya ku di pêvajoya kiryarên failên wan nediyar de hevalê xwe wenda kiriye. Ayşenur ya ku bi tevgera ciwanan ya bi zanîngehan re dest bi tekoşînê kiriye, bi namzetiya xwe ya hevşaredariyê re projeyên xwe yên ekolojîk vegot. Ayşenur got: “Emê weke HDP li Elbistanê projeyên xwe yên ji bo pirsgirêkên bingehîn yên jinan û ekolojiyê bêxin jiyanê. Emê vê bi gelê Elbîstanê bêxin meriyetê.”
‘Gelê Elbîstanê bigermî li rêveberên jin dinêrin’
Ayşenur da zanîn ku li Elbîstanê hêzek ya kurdên elewi ya veşartî heye û got: “Li Elbistanê bi piranî elewî dijîn. Di çanda elewiyan de jin xwediyê cihekî giringin. Ji ber vê sedemê girêdayî hevşaredarên HDP’ê yên Elbîstanê ji gel bertekên erênî digirin. Ji xwe welatiyên li vê derê dijîn xwediyê fikra çepgirin. Ji ber van sedeman li hember rêveberên jin ne xwediyê fikirek girtîne.” Ayşenur destnîşan kir ku li gel welatiyên Elbîstanê bi hevre xebatên hilbjartinan dikin û wiha domand: “Em weke HDP dixwazin rêveberiya heyî biguherînin û di şaredariyan de derketina pêş ya jinan dixwazin. Dîtina daxwazên welatiyan yên di vê mijarê de me şanaz dikin û karê me hêsantir dikin.”
‘Emê li Elbîstanê bi rengê jinan bêjin em hene’
Ayşenur diyar kir ku piştî HDP’ê hevşaredarên xwe li Elbîstanê diyar kirin hema dest bi xebatên hilbijartinan kirine û got: “Dema ku me xwest em biçin gundan ziyaret bikin gele kesan ji mere gotin ‘hun nikarin biçin ziyareta gundan, hun jinin, ev xweş nayê pêşewazî kirin.’Lê me ew guhdarî nekirin. Em bi hêza jinan çun gundan. Ji ber weke partî angaşta me ya bûyîna partiya jinan heye. Divê em nekevin bin bandora wan de. Di nava demeke kin de em li 35 gundan geriyan.”Ayşenur da zanîn ku welatiyên li gund berevajî nêzîkatiyek pir baş nîşandan û got: “Kîjan gundên ku em çunê welatî bi ruyên xwe yên ken em pêşewazî kirin. Em bi awayekî pir baş pêşewazî kirin. Li meydana gund em bi welatiyan re hatin bahev û me girêdayî hilbijartinan li pirsgirêkên wan guhdarî kirin. Tenê kêmaniya li wê weke her cihî jin nedixweyîn. Lê me xwe bisrar gihand jinan û li pirgirêkên wan guhdarî kir.”
‘Emê li hember siyaseta heyî siyaseta girêdayî jinan biafirînin’
Ayşenur destnîşan kir ku di çarçoveya hilbijartinan de xwe gihandina jinan ji bo HDP’ê pir giringe û got: “Em weke HDP dixwazin xwe bigihînin jinan, li pirsgirêkên wan guhdarî bikin û ji bo çareseriyê rêbazan pêş bixin.” Ayşenur da zanîn ku pirsgirêkên jinan di nava siyaseta mêran de xeniqîne, jin û mêr bi salane siyaseta mêrane birêve dibin û got: “Di dîrokê de xwîna hatiye rijandin li ser jinan hatiye rijandin. Ji ber van sedeman xwe guhandina jinan hêj zortir dibe. Li gundakî ji 150 malan pêk tê xwe gihandina yek du jinan ji bo me serkeftineke. Jinên ku me xwe gihandin wan di ferqa hinek tiştan debûn. Emê weke HDP hişmendiya ku ji dîrokê heta niha hatiye biguherîn. Emê siyasetek li gora jinan ava bikin.”
‘Em li hemberî hemû projeyên ku dengeya xwezayê xira dikinin’
Ayşenur balkişand li ser sentiralên termikê yên li Elbistanê û diyar kir ku li gorî ku sentiralên termikê xwezayê xira dikin jî hêj çêkirina wan berdewame. Ayşenur da zanîn ku ew sentiral hewayê qirêj dikin û ji ber wê hewaya qirêj welatî bi penceşêrê dikevin û got: “Li derdora Elbîstanê dibe sedema zêdebûna penceşêrê. Diçin gundan, li gundiyan direşînin û encama raporên wan jî diveşêrin. Hewaya qirêj herî zêde zarokan û jinan bandor dikin. Jinên ku di malan de hatine girtin ji ber tevlî tu çalakiyên civakî nabin ji ber wê jî bertekên xwe nadin nîşandan. Elbîstan hatiyer rewşa di nava çopê de mayînê. Lê ekolojiya bajêr pir binirxe. Ji ber van qirêjiyan her ku diçe ekoloujiya bajar xira dibe.”
‘Emê li hemû taxan meclisên jinan ava bikin’
Ayşenur destnîşan kir ku li Elbîstanê yek ji pirsgirêkên bingehîn nebûna navendên jiyanê yên jinanin û wiha domand: “Navendek ya ku jin xwe têde bîne ziman yan jî hinekî civakî bibe nîne. Me di her taxan de ava kirina meclisên jinan giring dît. Jin li cihekê bên bahev yan jî dema ked dayînê hilberîn bê ava kirin. Di aliyê aborî de alîkarî bidin malbata xwe merkezên ev karane têde bên kirin bên ava kirin.
(zt)

