Dê jin bi paradîgmaya xwe ya azadiyê teşe bidin Bismîlê

10:12

 


JINHA


AMED – Namzeta Hevşaredara BDP’ê ya Bismîlê Cemîle Eminoglu bi paradîgmaya jinên azad ya demokratîk û ekolojîk xizmeta gel dike. Di 5 salan de bi xebata xweya stratejîk di asta şoreşê de îmza avêtiye binê gelek serkeftinan. Cemîle di xebatên xwe yên 5 salan de hemû pirojeyên xwe yên sazûmaniyê qedandiye. Di navçeyê de tenê parqek ya zarokan jî nebû niha 3 parqên mezin ava kiriye. 320 hezar metre kare şînahî çêkiriye. Cemîle Bajar ji sazûmaniya ji çîmento hatî çêkirin xilas kiriye û vegerandiye bajarek ekolojîk.


BDP’ê li Bismîlê jî koteya jinan xist meryetê, Şaredara BDP’ê ya Bismîlê û di heman demê de Namzeta hevşaredariyê Cemîle Emînoglu di 5 salan de bi xebata xweya stratejîk bi qasî ku hedef kiribû çar qatê wê kir. Di dîroka Bismîlê ya 78 salan de xebatên nehatine kirin îmza avêtiye binê gelek xizmet û projeyên serkeftî. Di xebatên xwe yên 5 salan de hemû pirojeyên xwe yên sazûmaniyê bi hişmendiya jinên azad ya demokratîk û ekolojîk qedandiye. Navçeya ku hejmara daniştwanên wê ji 60 hezarî zêdetire tenê parqek ya zarokan jî ne dixweyî. Di navçeyê de bihêjmarek mezin parqên zarokan, cihên seyran, werzîş û herêmên şînatiyê çêkiriye. Di navçeyê de tenê parqek ya zarokan jî nebû niha 3 parqên mezin ava kiriye. 320 hezar metre kare şînahî çêkiriye. Cemîle Bajar ji sazûmaniya ji çîmento hatî çêkirin xilas kiriye û vegerandiye bajarek ekolojîk. Cemîle ji bo jinan û ciwanan îmza avêt binê gelek serkeftinan. Cemîle ji bo pirsgirêkên jinan çareserî dîtiye. Ji bo ku jin vîn û hêza xwe ya rêxistinî derxin holê Navenda Jinan ya Nujîn ya ku ji 4 qatan pêk tê ji bo xizmeta jinên Bismîlê vekiriye. Cemîle ji bo ku ciwanan ji girêdana madeyan û diziyê û hemû karên xirab durbixe, bi armanca hunerê xwe yên werzîşê derxin holê Quluba Şaredariya Bismîlê vekir û ciwan têde beşdarî hemû awayên werzîşê dibin.


Bi xebatên xwe yên sazûmaniya Bismîlê pêvajoyekî dîrokî jiyan kir


Bismîl ya ku navçeya Amedê ya herî mezine û di sala 1936’an de bûye navçe. Cemîle çareserî ji bo pirsgirêkên ku bi salane di sazûmaniya Bismîlê de tên jiyan kirin aniye. Bi hişmendiya şaredariye gel di xebite, li 13 taxan civîn pêk anî û li pirstirêkên gel guhdarî kir. Amadekariya pilanên xwe yên 5 salan dike. Di nava planên xwe de armac kiriye ku ava vexwarinê ya ku 7 hezar û 500 metre dur bîne navçeyê. Ji ya ku armanc kiribû zêdetir kir, ava vexwarinê ya ku 30 hezar û 710 metre durû aniye navçeyê. Herwiha Cemîle di xebatên xwe yên nava kolanên navçeyê de jî ji proheya ku dabû pêşiya xwe çar qat zêdetir kir. Kuçe û kolanên di rewşa xirabedebûn, ji nû ve zindî kir. Cemîle di kuçe û kolanan de karê 150 hezar metre kare dabû pêşiya xwe. Bi qasî ku armanc kirî çar qat zêde kir û di rê û kolanan de 785 metre kare li gel 25 hezar û 200 metre ceda esfat çêkir. Bi van xebatên xwe di dîroka şaredariya Bismîlê de sazûmaniyek nû ava kir. Di 13 taxên girêdayî navçeyê de sazûmaniya wan qediya ye.


Bismîl gihişt rengê xwe yê ekolojîk


Lingek giring yê paradîgmaya wan ya şaredariyê ekolojiye, Cemîle jî bi vê hişmendiyê xebat kiriye. Di navçeyê de gelek parqên zarokan, herêmên seyranê, tesîsên werzîşê û herêmên şînahî ava kiriye. Bi van karên xwe îmaz avêtiye binê gelek serkeftinan. Di herêmek 320 hezar metrede 25 hezar dar çandiye. Navçeya ku berê têde tenê parqek ya zarokan jî nedixuya, niha li ber peravên Çamê Dîcleyê Parqa Halîl Îbirahîm Oruç ya ku ji 90 doniman pêktê ava kiriye. Di parqê de komên lîstokên zarokan, situnên ronî dikin, xalî saha, voleybol, basketbol û gelek navgînên werzîşê tên dîtin. Bi navê siyasetmendarê kurd Vedet Aydin yê ku di sala 1992’an de hatî qetilkirin parqek 40 donim ya ku ji bo xizmeta gel hatî ava kirin, di asta dawiyê ya qedandinêdene. Di taxa Pişesazi ya girêdayî navçeyê parqek ya jinan ya ku ji 7 doniman pêk tê hatiye qedandin. Li taxa Tokiya jî 60 donim şînayî hatiye çêkirin.


Jinên Bismîlê li Navenda Nujînê jiyan dîtin


Cemîle li Bismîlê ji bo di aliyê civakî, çand, aborî û derunî de piştevaniya jinan bikin, hêza jinan ya rêxistinî derxe holê û ji pirsgirêkên jinan re çareseriyê bibînin Navenda Jinan a Nujîn ya ku ji çar qatan pêktê ava kiriye. Cemîle diyar kir ku her sal nêzî 800 jinan serî li Navenda Jinan a Nujîn didin û ew jî van serlêdanan di demên wan de dinirxînin. Cemîle da zanîn ku di navendê de ji bo piştevaniya malbatan karên weke şêwirmendiya civakî, piştevaniya derunî, komputer, mekîneyên nexşan, kafor û qursên perwerdeya hişmendiyê jî tên dayîn. Cemîla destnîşan kir ku jin hilberînê ku bi dest çêdikin yên weke tiştên ji bo xemilandina mala tên karanîn û cihaz tên firotin û bi vî awayî jin di aliyê aborîde jî alîkariyê didin malbata xwe.


Li Bismîlê zarok û ciwan hunerê xwe derdixin holê


Cemîle diyar kir ku ji bo ciwan hunerê xwe nîşan bidin wan Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tigran vekirine. Cemîle da zanîn ku her sal bi hezaran ciwan perwerdeyên gitar, bestîn, govend, erbane, dengbêjî û qoro dibînin. Cemîle destnîşan kir ku ji wan du kom mizukê derdikevin dikê û sitiranan dibêjin. Du komên dinê yek jê erbaneya jinan û ya dinê jî ya qoroya zarokan tên amade kirin. Cemîle diyar kir ku ji bo malbat zarokên xwe neşînin dersxaneyan û ji bo perwerda zarokan wan di sala 2010’an de Mala Perwerdê ya Mehmed Şîrîn Tekîn vekirine. Cemîle da zanîn ku her sal di polên 4,5,6,7 û 8’an de 130 xwendekar perwerde dibin û di van perwerdeyan de ciwan serkeftîne. Cemîle destnîşan kir ku di mala perwerdê de atolyeyên ziman û wêneyan jî hene û dê wan xebatên xwe berfireh bikin. Cemîle diyar kir ku werzîş vegeriyaye çendekî navnetewî û di cîhanê de gelek mirovên xwediyê ziman, nijad û baweriyên cuda têne bahev. Cemîle da zanîn ku Quluba Şaredariya Bismîlê avakiriye. Cemîle destnîşan kir ku ji bo piştevaniya ciwanên ku bi bandora şerê li herêmê travma derbas kirine wan U15, U16, û U17 li gorî temen cuda kirine bi qasî sed ciwanan perwerdeya werzîşê dibînin.


Bismîl gihişt nasnameya xwe ya bajarbûnê


Cemîle diyar kir ku ji bo sazûmaniya navçeyê bê rewşa bajarbûnê wan ji nûde ava kirine. Cemîle da zanîn ku wan herêmek 61 hezar metre kare kirine otogar, 234 hezar metre kare kirine mezar, 80 metre kare kirine tesisatên avê û gelek projeyên wan yên bi vî awayî çêbûne.


(zt)