Li Tirkiyê cara yekê berî niha 25 salan îmza hatiye avêtina binê daxwiyannameya Azadiya Jinan
12:44
Sarya Gozuoglu / JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN – Li Tirkiye yê li gel pêşdeçuna tevgerên feminîst yên teorîk gavên pratîkî jî cihek giring digirtin. Li Tirkiye yê her roja ku derbas dibû pêşketinên pratîk jî pêşde diçun. Yek ji wan gavên giring jî Daxwiyannameya Azadiya Jinan bû. Di 11’ê sibata 1989’an de li Enqerê civînek hat çêkirin ji gelek bajaran jinên feminist tevlîbûn. Civîn di dawiya hefteyê de çêbû û di wê civînê de 1’emîn Daxweyanameya Azadiya Jinan hat xwendin. Di dîroka Feministan de ve weke gava yekê tê dîtin.
Di sala 1980’an de tevgerên jinan li metrepolên weke Enqere, Stenbol û Îzmîrê pêş diketin. Li van bajaran tevgerên feministan rêxistina xwe çêdikirin, li hemberî newekheviyê bingihê ava kirina cihên weke komelya şêwirmendiya jinan û malên çandê yên jinan çêdikirin. Sosyalîst feminizim yên ku ji sala 1984’an heta niha li ser bingehê “azadî û kesayetî” teşedayîna jinan, lîberal feminizim û pêvajoya ji nûve hilbarînê tên dîtin. Di çarçoveya tevgera jinan ya wê demê de gihiştin xalek ya îdeolojiyek a kevneperest. Ev xalên cidabûnê ji bo tevgera jinan, rêxistinkirina wan û stratejiya wan ya giştî, hem weke tehlîke û hem jî weke firsetekê didomandin. Di sala 1990’an de feminizim fireh bû û pêşket. Komên feministan di 11-12’ê sibatê de li Enqerê 1’emîn Dawiya hefteyê ya Feministan ji bo wan pir giringbû.
Jin bi 1’emîn Dawiya hefteyê ya Feministan hatin bahev
Çalakiyên bivî rengî di sala 1980’an de pir hatin dîtin. Mînakên bivî awayî hêz didina jinan. Li welatek weke Tirkiye yê ku “hişmendiya deshilatiya mêr” lê serdetse û jin jî di civakê de weke zayend hatine perçiqandin. Ji bo di vî welatî de jin teoriya xwe bixin pratîkê rolekî giring lîstin. Ji bo li Tirkiye yê feminist teoriya xwe bixin pratîkê ji gelek bajaran jinên feminist hatin tevlî civînê bûn cara yekê Daxweiyannameya Azadiya Jinan hat weşandin. Ev weke gava yekem tê dîtin.
Di Daxwiyannameya ku hat weşandin de van nirxandina cih girt:
“-Em weke jin tên perçiqndin û mêtînger kirin.
-Civaka ku bi hişmendiya mêran û ya ku di civakê de hemû curyên şidetê avakirî yanî dewlet û dibin şemsiya wê de malbat, hiqûq, tenduristî, perwerde, saziyên ewlehiyê deshilatiya mêran birêxistin dikin.
-Em jin jiyana di nava malê de herwiha bi dayîktiyê hatîn mehkum kirin. Ji derveyî malê jî bi muçeyek kêm di karên kêm û bê sitato de tên xebitandin.
- Em mafê xwe yê welidandinê tenê dikarin bi zewicandinê bigirin. Dema ku em carek hatin zewicandin mafê mey ê ne welidandinê nîne. Ji derveyî van di qontirolên welidandinê de tenê em berpirsin.
- Dîroka fermî, zanîn, huner, esterîk, ol, ziman, ji aliyê mêran ve, ji bo mêran hatine afirandin. Em nikarin bibin endamên bingehîn yên van navendan û ketina me ya van navendan tê asteng kirin.
- Hişmendiya deshilat ya li ser jinan, bi her awayê şidetê di eşqê de jî berdewam dike. Ev şidat bi lêdanê, tecawiz û kuştinê bi gelek rengan berdewam dike.
- Em jinên feminist dixwazin mafê xwe yê teşedayîna qedera xwe bidest bixin. Em dixwazin li beden, nasname, ked, dîrok û pêşeroja xwe xwedîderkevin.
- Dest dane li ser beden, nasname, ked, dîrok û pêşeroja me.
- Mêran dest daniye li ser keda me ya di hindirê malê û ji devrede. Jin yek yek din ava saziya malbatê de û ji devre di bin destê mêran de tên girtin.
- Zayenda me ji derveyî me ji aliyê tib, pornografi, huner, navgînên ragihandina girseyê, ol û zanînên civakê ve tên naskirin û diyar kirin. Bi vî awayî em ji bedena xwe biyanî bûne.
- Zayenda me di zewicandin û fihuşê de tê firotin. Ji derveyî zewacê nefermî tê hesibandin û din ava zewacê de jî tê hebiskirin.
- Em di bin tundiyê de kêm tên prewerde kirin. Ji aliyê civaka paşveru ve xebatên me yên tekoşîna azadiya jinan tên asteng kirin.
- Dest didin li ser beden, ked û nasnameya me. Mêrên bivî rengî em li ser pişta xwe mezin dikîn. Dema ku zanîn û mal komdike vê jî li ser pişta me dikin. Hemû deshilatiya civakê birêve dibin û zoriyê li me dikin.
- Em bang li hemû jinan dikîn di ferqa perçiqandina medebin û li hemberî perçiqandina me bertek nîşan bidin. Bila piştevaniya me bikin, em rêxistina xwe xurt bikin û ji bo berjewendiyên xwe têbikoşin.
(zt)

