Li ser girtiyên zarok sepandinên 12’ê îlonê!

15:16

 


Zehra Doğan/JINHA


ENQERE- Li girtîgeha zarok û ciwanan ya Sîncana Enqerê kiriyarên ji 12’ê Îlonê xirabtir tên kirin. Di yekê çile de Parêzera Şaxa İHD’ê ya Enqerê Hurmuz Biçer çu hevdîtina zarokan û di derbarê sepandinên li ser zarokan tên kirin de nêrînên xwe parva kir. Hurmuz bal kişand li ser darb kirina zarokan û diyar kir ku li ber çavên wan hêj reş û şînbûn ji ber derban û got: “Divê kirin û sepandinên ku vîna girtiyan dişkênin bên rakirin. Emê weke İHD serî li dadgehên herêmî û AİHM’ê bidin.”


Yekê Çilê li Girtîgeha Zarok û Ciwanan ya Sîncana Enqerê 3 zarokên girtî ên bi navê K. Ş, M.H,A û E. T dema ku derketin hevdîtina serê salê ya li gel malbatên xwe û sepandinên ku li ser wan tên kirin ji malbatên xwe re vegotin. Malbatan jî serî li Şaxa İHD’ê ya Enqerê û Nûneriya TUHAD-FED’ê a Enqerê dan. Girêdayî serlêdanan şandeya ku Sekreter û Parêzera Şaxa İHD’ê ya Enqerê Fatma Guneş, Endama Meclisa Partiyê ya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) û endama Qomusyona Hiqûqê Parêzer Pinar Akdemir, Parêzer Sînem Coşkun û endama Qomusyona girtîgehan Parêzer Hurmuz Biçer di navde cîh digirtin di 2’ê yê çile de çun hevdîtina girtîgehê. Şandeyê li gel girtiyên zarok yên bi navê M. K., H. E., B.K,. B.D., M.H.A., F.E., H.B., E.T. û K. Ş  hevdîtin kirin û li ser bûyerê lêkolîn kirin. Hurmuz da zanîn ku dema çune hevdîtinê hêj ji ber derban reş û şîn bûna li ber çavên zarokan neçubû û kincên xwîn li ser wan hebûn. Hurmuz destnîşan kir ku ji bo hikûmet dawî li polîtîkayên xwe yên îskenceya li girtîgehan bîne, wan weke İHD û gelek saziyên sivîl dest bi qampanyeya “Bila girtîgehên zarokan bên girtin” kirin.


Şopên îskencê hêj didome!


Hurmuz Biçer ,hevdîtina xwe ya bi zarokan re parvekir û got: “Di serjimariya rojanede zarokek ji ber nexwşbû ne rabû, ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve rastî şidetê hat. Paşê jî zarok avêtin hucreya yek kesî. Girêdayî bûyerê zarokên li qowîşên dinê diman dest bi çalakiyan kirin. Zarok Ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve rastî tundiyê hatin. Zarok rastî şideta giran ya gardiyanan hatin, di dema bûyerê de deriyên qowîşên xwe girtin û li piş deriyan mase û kursî kom kirin. Gardiyanan jî bi ava germ û bombeyên gazê êrîş kirin. Di encama êrîşê de 8 jê giran 11 kes birîn dar bûn. Zarokên birîndar bi zor ji qowîşan hatin derxistin.” Hurmuz diyar kir ku dema ku zarok rakirine nexweşxanê bijîşk li ser rewşa wan baldarnebûne. Li gorî ku çeneya zarokan şikestîbûn û li ber çavên wan şona derban reş û şînbûn jî bijîşkan rapora derbkirinê nedan wan û got: “Dema ku em çune hevdîtina zarokan jî hêj li ber çavên wan cihên derban diyarbûn. Li ser kincên zarokan hêj şopên xwînê dixwiyîn.”


Sitiranên kurdî qedexene!


Hurmuz da zanîn ku hêj desturê nadin zarok bi kurdî sitiranan bêjin û got: “Zarok rastî şidetê tên û lêgera tazî li ser wan ferz dikin. Hinek binpê kirinên ku li girtîgehêndinê hatine rakirin jî hêj bi zorê li ser wan didin kirin. Nameyên ku zarok dişîni rojnameyan ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve tên xetandin.” Hurmuz destnîşan kir ku nameyên zarokan dema digihin rojnameyên “Ozgur Gundem” û  “Azadiya Welat” hemû qetandîne, wêne û buyaxa malbatên wan ji wan re dişînin nadin wan.


‘Zarok 24 daetan bi qamerayan tên nêrîné


Hurmuz diyar kir ku di saetên hewşa qowîşên wan vekirî de nahêlin zarok di hindir de bimînin û bi zorê wan dişînin hewşê. Hurmuz da zanîn ku di heman demê de zarok 24 saetan bi qamereyan tên nêrîn û got: “Qmerayên k udi zagonan de nîne jî bi fermana Wezîrê Edaletê hatine danîn. Rewşek wiha nayê pejirandin. Li gel van jî her çun û hatina zarokan ya nexweşxaneyê de jî bi zorê li ser wan lêgera tazî dikin. Lêgera tazî ya ku li ser zarokan tê kirin navgînek yê şikandina vîna mirovane.” Hurmuz destnîşan kir ku ji bo zarok biçin taletê divê her car desturê bigirin û ji ber van kirinan êdî zarok naxwazin biçin tasetê. Hurmuz van kirinan nêzîkatiyên der mirovane û îskenceya derunî dinirxîne.


Li gel binpêkirinên mafan mişextî kirin


Hurmuz diyar kir ku dema ku rapora girtîgehê amade kir ji bo raya giştî pêbihesînin weke İHD daxwiyanî dan çapemeniyê û hema piştî daxwiyaniyê zarok mişextiyê girtîgehên Tîpa L a Maltepe ya Stenbol û Şakrana İzmîrê kirin. Hurmuz da zanîn ku di mişextîkirinê de destên zarokan girêdayî li rîngan kirin û gotinên zarokan yên weke “Her dem dibe ku êrîşî me bikin” bibîr xist. Hurmuz destnîşan kir ku dema kirinên rêvebereiya Girtîgeha Sîncanê ji aliyê Wezîrê Edaletê ve hat bihîstin, bi daxwiyaniyên weke “Tiştek wiha nîne, xebera me jê nîne” niyeta wan ya neras didan nîşandan.


Heger em encamekê negirin emê serî li AİHM’ê bidin


Hurmuz diyar kir ku wan weke İHD girêdayî bûyerê lêpirsîn dane despêkirin û got: “Lêpirsîna ku ji aliyê wezaretê ve hatiye despêkirin bi nêzîkatiyên xwe zarok suclî nîşan dan. Weke dinê wezaretê berpirsên wê girtîgehê şandin cihekîdinê cardin peywira xwe didomînin. Girêdayî binpêkirinên mafan yên ku vîna mirovan dişikênin ku zarokan aniyên ziman, divê bên bidawî kirin.” Hurmuz di dawiyê de girêdayî lêpirsîna ku ji aliyê wan ve hatiye despêkirin de da zanîn ku dê serî li dadgeha herêmî bidin, heger encamek erênî nehat girtin dê serî li AİHM’ê bidin.


(zt)