Amed li bendêye navên parqan bi ‘tîpên qedexe’ bên nivîsîn
10:41
Şehriban Aslan – Tekoşin Tekin/JINHA
AMED – Bi ‘Pakêta Demokratîk’ ya ku Serokwezîr diyar kirî re di riya rakirina qedexeya li ser tîpên Q, X û W gava yekê bê avêtin denin. Şaredariyên Amedê girêdayî navên parqan yên ku berê hatine qedexekirin ji bo rakirina wan qedexeyan doz vekirin. Parêzer Ferda Mîran ya ku bi dozên parqan re mijul dibe got: “Li gel agahiyên nû qedexeya li ser tîpên Q, X û W dê bê rakirin û dê êdî di nava tîpên tirkî de cih bigirin. Niha dosye li dadgeha bilinde û em diwê baweriyê denin ku dê dosye xirab bibe û vegere.”
Di 30’ê îlona 2013’an de “Pakêta Demokratîk” ya ku ji aliyê Serokwezîr ve hatî diyar kirin ve têde derbas dibû navên cihên niştecîhbûnê û parqan dikarin bên iade kirin. 18 parqên ku ji aliyê Şaredariya Payasê ya Amedê ve hatî çêkirin, ji ber navên kurdî li wan hatin kirin navên wan hatin qedexekirin. Ev 5 sale navê gelek ji wan parqan nahatine dayîn û ev 5 sale doza ku ji ber navên gelek ji wan 18 parqan hatî despêkirin hêj encam negirtine. Parêzer Ferda Mîran ya ku bi wan dozan re mijul dibe bal kişand li ser qedexebûna wan navan û got: “Heger weke navek biyanî jî bê dîtin, dema ku mirov di mijarên dinê de jî lê dinêre pir hêsan ew nav dikarin bên danîn.”
‘Ji ber nav bi kurdî bûn hatin qedexe kirin’
Parêzar Ferda Mîran diyar kir ku navên li parqan hatine kirin hemû navên weke Rojbîn, Ronî, Sosin, Roşan û Laleşin û got: “Ji derveyî parqa navê wê Cigerxwî hemû parqên dinê ji ber navê wan kurdî bûne hatine qedexekirin. Navê Cigerxwîn jî ji ber tîpên ‘X’ û ‘W’ nayê pejirandin. Li gor zagona giştî navê tax, kolan, cede, meydan û weke dinê ji bo rê li ber cudahiyê neveke nayên guherîn. Navên biyanî nayên danîn. Navên kurdî jî weke zimanê biyanî dibînin û qedexe dikin.”
‘Dadgeh teng dinêrin û biryaran didin’
Ferda bal kişand li ser biryarên dadgehê û got: “Bi agahiyên nû re tîpên q, x û w dê bên serbest kirin û di nava tîpên tirkî de cih bigirin. Niha dosye li dadgeha bilinde em hêvîdarin ku dê xirabibe û vegere. Divê guherîna zagonan vê nîşan bide.” Ferda da zanî ku li gel pêvajoya çareseriyê ya ku ev saleke despêkiriye we di wê baweriyêdenin ku dê pirsgirêkan ji bo navên parqan nehêlin. Ferda bal kişand li ser madeya 24’emîn û got: “Heger navek biyanî neyê dayîn jî dema ku em li gor mijarên dinê jî dinêrin ev navane pir bi asayî dikarin bên karanîn. Li gorî van qedexe kirina dema ku em dinêrin dadgeh di çarçoveyek pir teng de difikere tê dîtin. Em hêvîdarin ku di pêşerojê de ev nêrîna teng ya dadgehê rabe û bê guhertin. Bi guherîna zagonan re deriyek nû vebe.”
(zt)

