‘Heta ku Serokê me azad nebe em jî azad nabin’

10:56

Sarya Gozuoglu / JINHA


AMED – Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Nezahat Teke girêdayî ‘Qomplo ya Navneteweyî ya 15’ê sibatê’ ya ku li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan hatî kirin nêrînên xwe anî ziman û got: “Heta ku Serokê me azad nebe em jî azad nabin.” Nezahat diyar kir ku heta Serokê me azad bibe emê tekoşîna xwe bidomînin. Keça xwişka Abdulah Ocalan Dîlek Ocalan jî da zanîn ku di encame tekoşîna Abdulah Ocalan, gelê kurd û taybetî jî jinên kurd kirî de qomplo vale hatiye derxistin.


Di 9’ê Cotmeha sala 1998’an de bi derketina Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan ya ji Suriyê re “Qomploya Navneteweyî” ya ku despêkirî dikeve sala xwe ya 16’emîn. Bi wê armancê li Tirkiye û herêmê li gelek navçeyan çalakiryên pirotestokirinê têne li darxistin. Di 15’ê Sibata sala 1999’an de Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan anîn Tirkiye yê û paşê li Girtîgeha Îmraliyê bicîh kirin. Girêdayî rewşê Endama Meclisa Dayîkên Aştiyê Nezahat Teke testnîşan kir ku  bi derketina qomployê re sibat ji bo wê wateyek din jî girtiye. Nezahat roja 15’ê Sibatê weke roja qomployê nirxand. Nezahat bibîrxist  ku di sala 1999’an de bi despêkirina qomployê gelek  kurdan û taybetî jî ciwanên kurd ji bo şermezar kirina qomployê bedenên xwe dan ber agir.


‘Abdulah Ocalan Serokê gelê kurde’  


Nezahat got: “Ev êşa herî mezin em weke dayîk di hindirê xwe de hîs dikîn. Em vê qomployê şermezar dikin û heta ku em hebin emê nepejirînin.” Nezahat diyar kir ku qomplo bi hafkariya dewletên navneteweyî pêk hatiye û got: “Abdulah Ocalan Serokê gelê kurde. 40 milyon kurd weke vîna xwe pejirandine. Dê herdemê bi vî awayî bimîne.” Nezahat da zanîn ku dema Abdulah Ocalan teslîmî Tirkiye yê kirin, di wê pêvajoyê de ew dîmenên di weşanan de dixwiyan ji aliyê gelê kurd ve ne dihatin pejirandin û wiha got: “Piştî wan dîmenan zarokên me bertekên xwe nîşan dan û bedenên xwe dan ber agir.” Nezahat destnîşan kir ku ew jî yek ji wan dayîkên ku derdê cigerê dîtiye û cigera wê jî şewitiye û wiha domand: “Di sala yekê ya tecrîtê de keça wê Nesrîn Teke ya xebatkara Kovara Ozgur Halkê bû di mal de li ber çavên wê agir berda bedena xwe.”


‘Hêza kesê nagire roja me  tarî bike’


Nezahat diyar kir ku dema Keça wê Nesrîn agir berdayî bedena xwe bi gotinên weke “Hêza kesê nagire roja me tarî bikin.”  Nezahat got: “Weke hemû dayîkan helwest û bertekên  keça min yên wê demê ji bo min serbilindiye. Ji ber wê îro bi çavên  ronî em li Serokê xwe dinêrin.” Nezahat da zanîn ku keça wê 38 rojan di nexweşxanê de hat derman kirin, di wê navberê de ji keça xwe sedemê çalakiyê pirsî te qet malbata xwe nefikirî, keça wê jî bersivek wiya dayê “Dayîk –bav binirxin lê Serokatî ji wan binirxtire. Ez nikarim tecrîta li ser Abdulah Ocalan bipejirînim. Yên ku dixwazin roja me terî bikin, em jî dê bi agirê bedena xwe ronî bikin.” Nezahat destnîşan kir ku heta Abdulah Ocalan azad bibe ew dê tekoşîna xwe berdewam bikin.


‘Gelê kurd qomplo vale derxistin’


Xwarziya Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan Dîlek Ocalan jî diyar kir ku bi qomplo ya 15’ê Sibatê re hem hikûmeta Tirkiyê û hem jî hêzên navnetewî xwestin dîwarekê li pêşiya tekoşîna gelê kurd ya netewî çêkin. Dîlek da zanîn ku astengên ku daniyîn pêşiya tekoşîna gelê kurd ya netewî tekoşîna ku Rêberê PKK’ê Abdulah  Ocalan di Girtîgeha Îmralî de dayî û li gel wê xebatê jî girêdana jinên kurd û tevahî gelê kurd qomplo vale derxistin û got: “Ji bo valederxistina qomployê em dikarin mînaka şoreşa Rojava ya ku dibin pêşengiya jinan de hatiye despêkirin bidin. Heger em ji diyalogên navbera Rêberê gelê kurd Abdulah Ocalan û dewletê jî bikevin rê cardin emê valederxistina qomployê bibînin.”  Dîlek bal kişand li ser çalakî û şermezarkirinên di 15’ê sibatê de tên li darxistin û wiha domand: “Tekoşîna gel ya ji bo rakirina astengên li pêşiya tekoşîn wan ya azadiyê mafê wan yê herî xwezayi ye.”


‘Serokatî hem di aliyê moral û hem jî di aliyê fîzîkî de pir bihêze’


Dîlek destnîşan kir ku sedema sereke ya çalakiyên 15’ê Sibatê ji bo zadiya Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan û li gel wê jî azadiya gelê kurd e. Dîlek diyar kir ku ew bi hêvîne dê di rojên nêz de Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan azad bibe û bi gel re tekoşîn bike. Dîlek bal kişand li ser hevdîtina xwe ya dawiyê li gel Abdulah Ocalan û got: “Di hevdîtina min ya li gel Serokatî de min hem di aliyê moral û hem jî fîzîkî de pir bihêz dît. Mirov dikarî di nîqaşên  Serokatî de pêşketina tekoşîna gelê kurd hîs bike.”


 


(zt)