Rêxistinên LGBT: Bijî berxwedana li girtîgehan!
10:34
Hazal PEKER / Ümit MANAY -JINHA
AMED – Bi banga Însiyatîfa Hebûn a Rêxistina LGBT (Lezbiyen, Gey, Biseksuel, Trans) a Amedê bang rêxistinên LGBT’ê yên Tirkiyeyê kir û bal kişand ser grevên birçibûnê. Di bangê de hat destnîşan kirin ku li hemberî berxwedana li girtîgehan bêdengî nayê qebûlkirin û bijî berxwedan li zindanan.
Grevên birçibûnê ket roja 56’an, her ku diçê piştgiriya ji bo grevan zêdetir dibe. Li Amedê jî Rêxistina LGBT Hebûn, bang rêxistinên din ên LGBT’ê yên Tirkiyeyê kir û li hemberî berxwdedanên li girtîgehan bikevin nava hewldanan. Aktîvîstên rêxistina LGBT’ê ya Amedê, da zanîn ku divê li hemberî daxwazên berxwedêran berpirs bêdeng nebin. Aktivîstan, daxuyand ku divê êdî li vî welatî aştî pêk bê û wiha hat gotin: “Li hemberî berxwedana gel dewlet hêj jî bêdengiya xwe diparêze. Em naxwazin welatiyek jiyana xwe ji dest bide.”
Her wiha Komeleya Piştevaniya LGBT’ê yê Stenbolê, Komeleya Uçgen a Siyah û Pembe a Îzmîrê, Komeleya Kaos GL, Komeleya LGBT YA Hayat Pembe, LGBT’a Eskîşehîrê, Derîyê Jinê û Glad piştgirî dan Hebûnê.
Rêxistina Hebûn a LGBT’ê ya Amedê metnek amadekir û di metnê de wiha hat gotin: “Grevên birçibûnê yên siyasetmedarên kurd di 12’ê Îlonê dest pê kir û 56 rojin grev didomin. Bi hezaran siyasetmedar, akademîsyen, xwendekar, şaredar, parlamenter, jin û zarokên kurd hatin girtin. Li hemberî têkoşîna azadî û demokrasiyê astengî, zext û zordarî hat pêşxistin. 10 sal in AKP’ê li serdeste. AKP bi navê demokrasiya pêşketî komkujiya xwe li hemberî gelan didomîne. AKP ji bo li ser piyan bimîne êrîşên herî bi tund pêk tîne. Komkujiya Roboskê, qetilkirina Hrant Dink, komkujiya Siwasê, komkujiya jinan, komkujiya karkeran û hwd, kuştina mirovên LGBT’ê û hwd kesên muxalif bi kuştinê re rû bi rû dimîne. Em wekî aktîvîstên rêxistinên LGBT’ê yên Tirkiyeyê li hemberî mirinên li girtîgehan bêdeng nabin. Daxwazên girtiyan daxwazên me ne. Heya bighije serkeftinê dê têkoşîna xwe bidomînin. Her wiha em bangî partiyên siyasî, rêxistinên saziyên sivîl, sendîka, odeyan û welatiyan dikin li hemberî êrîşan dakevin li qadan û dengê xwe bikin yek.”
(la)

