Li Avşinê ‘santiralên mirinê’ metirsiyan zêde dike!

13:22

Ruken Çelik -Sarya Gozuoglu / JINHA


GUMGUM - Gumgun Li taxa Çolhan ya ku girêdayî Navçeya Avşînê ya Gumgumê ye santirala termikê ya ku bê filtre dixebite, di aliyê nerênî de jiyana welatiyan bandor dike. Bi gotinên “Em dimirin” welatî pirsgirêkên xwe radixin ber çavan. Welatiyan dan zanî ku li piraniya Tirkiye yê dê qampanye ya îmzayan bidin despêkirin û wan îmzayan pêşkêşî wezîrê enerjiyê û TBMM’ê yê bikin, heger rewş nehat guhertin wan biryar dane dê serî li karubarên zagonî bidin.


Santirala termikê a li taxa Çolhan ya girêdayî Navçeya Avşîn ya Gumgumê ye ji bo tenduristiya welatiyên ku li wê herêmê dijîn metirsiyê çêdike. Li herêmê hebûna santrala termikê dibe sedema zêdebûna nexweşiya penceşêrê. Welatî ji vê rewşê bigazindin. Welatiyên ku peyîvîn diyar kirin ku gelê li vê derê dijîn ditirsin ku dengê xwe derxin û di vê mijarê de gazinên xwe bînin ziman. Welatiyan dan zanîn ku ji ber xweliyê ew nikarin ji malên xwe derkevin, her roj xwelî dibare û her roj rê ji aliyê îtifayê ve tê şiştin. Welatiyan destnîşan kirin ku ji ber wê xweliyê li vêderê nexweşiyên cuda yên weke weşana porê derdikevin û nikarin kincên xwe ji der ve bidin hewayê. Welatiyan diyar kirin ku di rewşa asayî de pileya dumana xweliyê 100 li gel 10 ber jiyana mirovan dixe metirsiyê, ev jî bûye 700 li gel 900’an.


‘Santral ev 32 salin bê filtere dixebitin’


Welatiyên ku girêdayî santirala termikê axivîn gotin: “Em dinavbera du santiralên terimkê de dirunin û xweliya wan dixwîn. Şaredar yên nêzî xwe dixebitîne.” Welatiyan dan zanîn ku ji sala 32 yan heta niha santrala termikê ya A li gorî ku santralên termikê bê ku filtreyê bikar bînin divê neyên xebitandin jî bê wê tê xebitandin û gotin “Pêşengên hişmendiya despot û yekane parêz ku vîna gel dixe nava metirsiyan bila baş bizanin em ji firîna gotinan na ji şopa kirinên mayînde zêdetir bawer dikîn.” Di rewşa asayî de germahî û dumana xweliyê di pileya 100 li gel 10 de rewşa mirovan dixe metirsiyê ev 700 li gel 900 pileye. Welatiyan destnîşan kirin ku pileya nirxê kukurtdioksitê derdikeve 250 yê û gotin: “Bi şev saet 21.00 bi cîhazên xirabûyî vê nîşan didin. Santirala termika B jî şev saet dinavbera 20.00-21.00 de bê filtra dixebitin. Filteya santirala termikê ya B tenê ji bo tunekirina nirxê pm10 yê dumana xweliyê heye lê ji bo tunekirina gaza kukurtdioksitê filtreya wê nîne. Ji ber vê sedemê li ser me xwelî dibare.”


‘Di van 30 salên dawî de tenê li Çolhanê 100 kes bi penceşêrê mirin’   


Welatiyan diyar kirin ku dibin hilberîna enerjiyê ya termika A û B yê de weke mirovan xweza jî di bin qirkirineke mezin de dijî û gotin: “Di van 30 salên dawî de tenê li Çolhanê 100 kes bi penceşêrê mirin. Termika A û B ya qasî ku ziyanê didin mirovan û xwezayê, bila projeyên santralên nukleerê yên li Sînopê bên betal kirin û em ji wezîrê enerjiyê dixwazin bila li herêman santralên hewayê çêkin ji bo nifşê nû û parastina xwezayê.” Welatiyan dan zanîn ku ew dixwazin li gelek cihên Tirkiye yê qampanye ya îmazayan bidin despê kirin, wan îmzayan pêşkêşî wezîrê enerjiyê û TBMM yê bikin û ji bo rewş bê başkirin serî li karubarên zagonan bidin.


Bê filtre xebitandina santralên termikê polîtîqayek ya dewletêye’


Welatiyan destnîşan kirin ku bê filtre xebitandina santiralên termikan polîtîqayek ya dewletêye û gotin: “Kîjan partî hatine deshilatiyê gelên li vêderê xapandine û ev rewş bûye rêbazek ya polîtîqayê.” Welatiyan diyar kirin ku ji aliyê wezîrê enerjiyê ve santiralên termikê hatine belavkirin weke “Herêma Elbîstanê cihê kumurê” hatiye pejirandin. Welatiyan bibîrxistin ku Elbîstan di Tirkiye yê de weke deşt di rêza 4’emîn de cih digire û ev deşt tê tune kirin û gotin: “Li Elbîstanê  herêma ku lê çandinî tê kirin kirine cihê kumurê, ev tê wateya tunekirina çandiniya Elbîstanê. Ji dema ku sentrala termikê hatiye avakirin heta niha koçberî jî zêde dibe. Nifusa li vê derê ji 8 hezarî zêdetire. Lê hemûyan koç kirin. Niha tenê malbatên ku rewşa wan nebaş mane. Debara xwe li ser çixareyan dikin, lê ji çixareyan giringtir em dimirin!”


‘Divê em li gel rêxistina derdor tevbigerin’  


Namzeta Hevşaredara HDP’ê ya Elbîstanê Ayşenur Vaizoglu welatiyên li herêma santralên termikê dijîn ziyaret kir. Ayşenur ban li wezîrê bajarvaniyê û derdor li gel rêxistinên derdor kir ku ligorî peywira xwe tevbigerin û di heman demê de li gel rêxistinên derdor bihev re bixebitin. Ayşenur girêdayî uniterên nû tên çêkirin got: “Em dixwazin ku dema uniterên nû tên çêkirin nêrînên rêxistinên derdor bên girtin. Santirala A temenê xwe qedandiye divê demek beriya demekê bê girtin. Ez bang li hemû peywirdaran dikim ku di vê mijarê de karê xwe bikin di.”


 


(zt)