Di Cîhanê de ji her 14 jinan yek rastî şideta zayendî hatiye

14:40

JINHA


LONDRA – Li gorî lêkolîna girêdayî rewşa jinan li 56 welatan hatî kirin de hatiye dîtin ku ji her 14 jinan yek jin ji derveyî daxwaza xwe ji aliyê kesekê ve rastî şideta zayenî hatiye. Li gorî nirxandinên despêkê yên lêkolîna ku hatiye kirin di serî de li Afrîqa û tevahiya cîhanê şideta zayenî tê dîtin.


Lêkolîna ku li ser rewşa jinan ya di 56 welatên cîhanê de hatî kirin. Lêkolîna ku ji aliyê kovara The Lancet a tenduristiyê ya înglizi ve hat weşandin, mijarên girêdayî şideta li ser jinan radixe ber çavan. Ji jinên ku tevlî lêkolînê bûn ji sedî 7,2 ji aliyê mêrên ne haval û hevserên xwe ve rastî şideta zayendî hatine. Herî zêde êrîşên zayendî li Afrîqa hatin dîtin. Li Navenda Afrîqa ji sedî 21 bi awayê herî zêde şideta zayendî dide diyar kirin.  Li başurê Afriqa ji sedî 17, 4 hat dîtin. Li Zelandaya Nû û Avustralya jî di nava herêmên ku herî zêde şideta zayendî lê tên dîtindenin. Li van cihan jî ji sedî 16,4 jin rastî şideta zayendî hatine. 


‘Li Ewrupa jî herî zêde şideta zayendî li rojavayê Ewrupa hat dîtin’


Cihên ku şideta zayendî herî lê kêm di rêjeya 3,3 denin ev jî Başurê Asya ji sedî 4,5 li gel Bakurê Arfîqa û Rojhilatanavîn hatin dîtin. Li Ewrupa jî şideta zayendî pir bilinde. Şideta zayendî li Rojhilatê Ewrupa 6,9 li gel derdor di rêjeya herî kêmdene. Li Navenda Ewrupa ji sedî 10,7 û Rojavayê Ewrupa jî ji sedî 11,5 di rêjeya herî bilind de hat dîtin.Li Başurê Afrîqa  yek ji nivîskarê enstutuyek ya lêkolînê Pr Naeemah Abrahams li gorî daxwiyaniya ku di AFP yê de kirî de diyar kir ku ev lêkolîn li welatên Ewrupa, Latîn Emerîka, Başurêrojhilatê Asya li gel Awustralya û Zlanda ya Nû hatiye kirin. Naemah da zanîn ku têgihek sitandart ji bo şideta zayendî nîne. Naemah destnîşan kir ku lêkolînvanan piranî  bi vî awayî berfireh pirsên weke “Ji derveyî daxwaza we ji aliyê kesekê ve hun rastî şideta zayendî hatine?” Pirsîne.


 


(zt)