Dayîkên Aştiyê ji Abdullah Öcalan re name şandin

17:11

 


JINHA


AMED–Meclisa Dayîkên Aştiyê ji bo şermezarkirina qomploya navnetaweyî ya ku li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan hatî kirin, name şandin Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê. 


Meclisa Dayîkên Aştiyê a Amedê ji bo şermezarkirina qomploya navneteweyî a ku  di sala 1999’an de li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan hatî kirin name şandin Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê. 40 nameyên ku Dayîkên Aştiyê nivîsîbûn li şaxa PTT’ê a Bayramoglu yê şandin. Li ser navê Meclisa Dayîkên Aştiyê Halîse Alday axaftinek kin kir. Halîse ji bo Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan silav şand û got: “Heta ku Serokê me û gerillayên me azad nebin em jî ne azadin.”


Halîse got: “Serokêm me ji bo me silav şandibû, em jî bi vê bûneyê silavên xwe ji Serokê xwe re dişînin.” Halîse qomploya 15’ê sibatê şermezar kir. Halîse diyar kir ku heta Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan û dîlên azadiyê azad nebin ew jî azad vabin. Her wiha di yek ji wan 40 nameyên ji bo Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan hatî nivîsandin de wiha hatibû despêkirin “Em bi ruhê jinên azad û rêxistinkirî we silav dikîn. Em 15’ê sibatê şermezar dikin. Silav û heskirinên xwe yên bêdawî dişînîn.


(zt)