Akademîsyenên HDK’ê dibin pêşengên pêvajoya nû a siyasî

10:44

Zehra Dogan /JINHA


ENQERE – Li himberî mekanîzmaya deshilatiyê HDK-P li gel têkela xwe bi hişmendiyek nû ya siyasî lez dan xebatên xwe. Endama Meclisa Giştî a HDK’ê Prof. Dr. Betul Yarar diyar kir ku pirgirêka zayendiya civakî bi pirsgirêkên dinê yên civakî ve girêdayi ye û di wî warî de xebatên wan hene. Berul da zanîn ku di biniya HDK’ê de gelek aktîvîstên jinan li herêmên cuda xebatan dimeşînin, taybetî jî li Stenbol û Enqerê jin girêdayî pêvajoya aşitiyê bi rolek


Kongireya Demokratîk a Gelan (HDK) ya ku di cotmeha sala 2011’an de li Enqerê di kongireyakê de hatî damezrandin. Ji dema ku hatî damezrandin heta niha îmza avêtiye binê gelek meclisbûyîna. HDK a ku ji herêmên cuda ji bo reng dayînê tevlîbûn hatine çêkirin, her wiha ji bo bihêzbûna wê endamên wê yên ku akademîsyen jî di navde cîh digirin bi rolekî zindî dixebitin. Yek ji wan jî Endama Meclisa Giştî a HDK’ê Prof. Dr. Betul Yarar e… Bi armanca guherîna hişmendiya siyaseta li Tirkiye yê dixebitin. Betul destnîşan kir ku ew bi xebatên xwe yên queer û tekoşîna Yeşil Sol Gelecek ji bo hêza xwe tevlî HDK’ê bikin beşdar bûne. Betul diyar kir ku ew weke akademisyenên di nava HDK’ê de xebatan dimeşînin pirsgirêka zayendiya civakî ji pirgirêkên dinê yên civakî cuda nabînin, bi vî awayî nêz dibin. Betul da zanîn ku taybetî jî li Stenbol û Enqerê jin ji bo pêvajoya aştiyê rolê zindî digirin û xebatên bi hêz rêve dibin.


‘HDP’ê rengên cuda anîn bahev’


Betul destnîşan kir ku HDK’ê tevgera gelê kurd, tevgera jinan û tevgera LGBTİ aniye bahev. Betul derbirî ku dibin şemsiye ya HDK’ê de polîtîqa û baweriyên cuda li ser pirsên weke “Emê çawa peywendiyan çêkin?” disekinin. Betul got: “HDP hêj hewîzek ya ceribandinêye. HDP pêkhateyek despêkirî û qediyayî nîne. HDP pêvajoyeke. Di vê wateyê de dibeku carnan em rastî hinek pirsgirêkan bên. Lê ev rewşane nayê wateya bêzar kirina me. Berevajî pirsgirêk rêya meya lêgerê hêj zêdetir bihêz dike.” Betul diyar kir ku HDK-P  li cihê rejîma AKP’ê ya ku xwediyê zimanek yê reaksiyonên siyasiye, pirsgirêkên bingehîn yên dînamîkên civakî dizane û ji bo çareseriyê alternaltîfan didanin.


 ‘HDK-P lêgerek siyasetê ya nûye’


Betul got: “Hêj di berîka kesê de tu receteyên amade nîne.” Betul da zanîn ku HDK-P din ava lêgerek ya siyasi a nû dene û got: “Di pêvajoya lêgerê ya HDK-P’ê de divê zmanek civakî bê ava kirin û bi komên civaki yên cuda re bên bahev û neçare ku girseyî bibe. Ev komê civakî li cihê ku ji derve lê bê nêrîn, din av xwe de hişmendiyek ava kirin, li cihê bi zimanek amade axaftinê, hişmendiyek ya guhdarîkirinê û têgihiştinê ava kirin. Armanca bingehîn çareserî pêşxistine. Çareserî jî bi girseyek civakî re, bi zimane û nêzîkatiyek guncaw gengaze. Ev di heman demê de şêwazek yê girseyê bi tevlîbûnek demokratîk ya bawerkirinê û hem jî îqnakirinê ye.”


‘Li Rojava ne şer şoreş çêdibe’


Betul da zanîn ku Li Rojava şoreşa dibin pêşengiya jinan de hatî pêşxistin, li Tirkiye yê hêj gelek kêsiman ve nayê  zanin û got: “Li Tirkiye yê gelek kes herwiha derdora min yên nêz jî di nav de li Rojava PYD bi nêrîna jinan tê domandin  xebera wan jê nîne. Li Rojava jina şoreşê dikin,  Tirkiye vê weke şer dinerxîne.”  Betul destnîşan kir ku ji bo şoreşa li Rojava tê kirin li Tirkiyê bê bihîstin HDK dixebite û wiha domand: “Di vê wateyê de em weke partî difikirîn ku ‘Emê karin çî bikin.’ Di vê çarçoveyê de 2’ê sibatê bi bejdarbûna Hevseroka PYD’ê Asya Abdulah di bin sernava ‘Bi lêgera siyasetek nû’ konferansek hat li darxistin. Di konferansa hatî li darxistin de xweseriya demokratîk ya Rojava hat nasîn. Ew tenê ne şereke teybetî ji bo jinan şoreşeke divê ev bê naskirin.”


Di zanîngehan de waneyên zayendiya civakî


Betul bal kişand li ser xebat û projeyên jinan li zanîngeha Enqerê û wiha got: “Zanîngeha Enqerê zanîanin geheke ku girêdayî tacîzên zayendî di asta zagonan de pêkhate û nivîs amade kirine. Me komek ava kiriye û em di zanîngehê de girêdayî zayendiya civakî, şidet û queer ê xebatan dikîn.” Betul diyar kir ku taybetî jî xebatên wan yên li ser queer ê pir igringin û ji derveyî zanîngehê li cihek vekirî ew xebatên xwe didomînin. Betul da zanîn ku ew xebatên xwe yên queer ê li gel tevgera LGBTİ û Kaos GL bi hev re dikin û got: “Queer bi nîqaşên feminizmê re derketiye û li gel hemû sazumanî û tevgerên civakî digunce. Ji ber wateya queer ê hilweşandine, watekirina wê şaş dibe. Têgeheke ji bo bersivdayîna pirsgirêkên nasnameya siyasi ye. Ji ber wê jî queer tam cihê ku nasnameyên siyasî jê derketiye.”


‘Gelo ji derveyî maf dikare nêzîkatiyek dinê ya polîtîk pêşbikeve?’


Betul destnîşan kir ku li her dera cîhanê jin weke pirgirêk tên dîtin û got: “Divê pirsgirêka jinan weke pirsgirêka nasnameya wan derkeve pêş. Têgiha jinan bi serê xwe nikare bibe bersiv. Tevgera jinan di hindirê xwe de weke xwedîderketinak ya li nasnameya çîna navîn û sipî çêbûye. Bêgoman ‘em jinan lê di heman demê de kurdîn, zanciyîne û dîndarin’ divê bi nêrînekî hêj firehtir bênêrîn. Cureyên tevgerên nû li Tirkiye yê di salên 1990’an de parelelê tevgera gelê kurd derketin. Di vê wateyê de divê li ser nasnameyên cuda di aliyê îdeolajîk û civaknasiyê de bên nirxandin. Queer di vê wanteyê de ‘Ji nêzîkatiyek ya cewherî zêdetir tevgerên weke LGBTİ di navde weke hişmendî û polîtîqayek pêşxistin gelo gengaze?’ Mijarên ku bersiv bide van pirsan divê bên nirxandin. Dê têgihên weke rengên cuda jî di mîmariyê de cîh bigirin. Lê divê ev mijarane di asta felsefîk de bên nirxandin. Di vê hêlê de ez difikirim ku dê queer me pêşde bibe.”


‘Divê jineolojî û queer hevdu pêşde bibin’


Betul diyar kir ku mekanizmayên deshilatiyê li gorî zayendan guherînan nîşan didin û di bin  mekanîmeyên deshilatiyê de pêşdeçuna jinan lewaz dimîne. Betul da zanîn ku ji xwe armanca tevgera jinan şikandina deshilatiyê ye û ji bo deshilatiyek nû dernekeve. Betul bal kişand li ser xebatên Tevgera Jinên Azad û Demokrat (DOKH) ê ya li ser jineolojiyê û got: “Emê bi jinan re mêran jî azad bikin. Ez difikirim ku mêr jî pir pirsgirêkan dijîn. Mêr bi hişmendiya qazanc kirina nan, hêza xwe ya zayedî nîşandan û weke pirsgirêkên wan yên leşkertiyê gelek pirsgirêkên dinê hene. Di vê wateyê de jineolojî ‘ji çarçoveyek ya normên civakî çawa dikare azad bibe?’ Ez li ser van mijaran difikirim. Di vê wateyê de ez difikirim ku jineolojî û queer tiştên bidin hev hene.”


(zt)