Ji bo Kovara Hêviya Jinê 20 hazar TL cezayê pere!

11:10

Sarya Gozüuoglu / JINHA


AMED – Bi hinceta ku Kovara Hêviya Jinê ‘propaxandaya rêxistinê’ kiriye li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê doz hat vekirin, di encama dozê de 20 hezar TL cezayê pere hat birîn. Midûra Kovara Hêviya Jinê Nadire Aslan nerazîbûn nîşanî biryarê da û got: “Ev doz ji bo me reşwek ya gefxwarinê ye. Di xwazin kovarê bidin zorê armanca wan girtina kovarêye. Bêgoman emê vî pereyî nedin. Emê li hemberî vêyekê doza xwe berdewam bikin.


Di encama doza ku li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bi hinceta di nava weşana xwe de ‘propegandaya rêxistinê kiriye’ li Kovara Hêviya Jinê hatî vekirin, hat diyar kirin ku divê di nava deh rojan de 20 hezar TL bidin. Li hemberî biryara dadgehê Midûra Kovara Hêviya Jnê Nadire Aslan nerazîbûn nîşanda. Nadire diyar kir ku bi hinceta propegandaya rêxistinê kirine qereqolê gazî wan kiriye û got: “Min got tuştek wiha nîne. Em jiyanek azad dixwazin. Em rastiyan diweşînin û ev jî weke suc tên dîtin.” Nadire da zanîn ku ew nizanin giliyê kovarê çawa û ji aliyê kê ve hatiye kirin û got: “Tenê hijmarên çend telefonan nîşa dan. Kesên ku gilî kirine veşartin. Em navê kes tenê K. H dizanin. 20 TL pereyê ku em bikarin binin nîne. Ji bo me ev gefeke. Dixwazin kovarê bixin zorê û weşanê bidin girtin. Ji xwe emê vî pereyî nedin û vegerinin raya giştî. Emê li hemberî vê doza xwe bidomînin.”


(zt)