‘Bila zarokên keç ne ji bo mêran û mirinê bin bila biçin dibistanê!’

13:55

 


JINHA


STENBOL – Platforma Rawestandina Cînayetên Jinan li Stenbol, Enqere, İzmîr, Eskîşehîr û Bursa bi duruşma ‘Bila zarokên keç ne ji bo mêran û mirinê bin, bila biçin dibistanê!’ dest bi çalakiyan kirin. Platformê girêdayî çalakiyan bang li jinan kir.


Li gorî salane dema ku li cînayetên jinan tê nêrîn tê dîtin ku her sala diçe li Tirkiyeyê cînayetên jinan zêdetir dibin. Di meha yekemîn ya ku Wezîra Palîtîqayên malbat û civakê Ayşenur İslam dest bi peywirê kirî cînayetên jinan bi berdewam kirina xwe di rojevêdebûn. Tenê di meha çile de 27 jin mirin. Ji van jinan 7 jê di bin temenê 20 saliyêdebûn. Wezîr Ayşenur İslam piştî ku di temenê biçuk de zewicandina zarokên keç weke “bêguneh” dît êdî çiqasî xwest weke ku mebesta wê wiha nebe bide diyar kirin jî, lê hêjmara jinên ku di temenê biçuk de tên kuştin zêde dibe. Li hemberî şideta li ser jinan ya ku her roja diçe zêde dibe Platforma Rawestandina Cînayetên Jinan biryar dan li Stebol, Enqere, İzmîr, Eskîşehîr û Bursa yê çalakiyan li darbixin û li ser wê daxwiyaniyek nivîskî weşandin. Di daxwiyaniyê de bang li hemû jinan hat kirin ku dibin duruşma “Bila zarokên keç ne ji bo mêran û mirinê bin, bila biçin dibistanê!” bang li hemû jinan hat kirin.


Di daxwiyaniya Platformê de bang li hemû jinan hat kirin ji bo tevlî çalakiyên îro li Stenbolê û di 15’ê Sibatê de jî li Enqere, İzmîr, Eskîşehîr û Bursa dê bên li darxistn da bibin.


(zt)