Nuroj: Hilberînên me yên hunerî ji êşên me ne bêparin
13:58
Mizgin Tabu – Derya Ceylan / JINHA
ÊLIH – Dewlemendiya wêjeya kurdî ya devkî her ku diçe tê nivîsîn û pirtûkên wê di refan tê xwendin.Nuroj Munzur Tezel ya ku di nav wêjeya kurdî di aliyê helbestan de xwe gihandiye asteke bilind û du pirtûkên helbestan nivîsandiye. Nuroj diyar kir ku ew difikire berhemên wê yên wêjeyî ji civakê ne qetandîne û got: “Ji ber em gelekî hatîn perçiqan dinin ji ber wê em nikarin berhemên xwe yên hunerî ji êşên xwe cuda bigirin dest. Weke hilberînên me yên mizûkê em çawa êşên xwe bi gelê xwe re parve dikin, em helbestên xwe jî bi heman awayî parvedikin.”
Di pêvajoyên wêjeyê yên devkî û nivîskî de yek ji navgînên ku cîhana hestan daye ji derve helbeste. Di tevahiya dîroka kurdan de helbestan xwe karîne bi devkî bidin jiyan kirin. Ji bo ev kevneşopî bê dewamkirin di dîrokên nêz de hatiye nivîsîn. Nuroj Munzur Tezel ya ku ji sala 2003’an heta niha di xebatên Navenda Çandê a Buharê ya Êlihê de cih girtiye. Nuroj da zanîn ku ji sala 2009’an ve wê dest bi nivîsîna helbestan kiriye. Nuroj destnîşan kir ku helbest jî weke mizûkê di aliyê hest dayîna ji derve de bibandore. Pirtûka Nuroj ya yekem ya helbestan ya bi navê “Bêrîkirinên Îlegal” di sala 2013’an de ji Weşana NA derket. Pirtûka wê a duyemîn ya helbesyan ya bi navê “Êdî Navê Te Asoye” di meha çile de ji Weşana Ronahî derket.
‘Ew valehiya di hindirê min de bi helbestan hat dagirt’
Nuroj derbirî ku di demên dawî de wê zêdetir dem daye helbestan û tenê nexwestiye bi mizûkê re bi sînur bibe. Nuroj diyar kir ku ew di mizûkê de hatiye astek baş û got: “Carnan ew estrumanên mizûkê yên ku ez lêdixim têra îfade kirina hestên min nake. Dibe ku ji ber min di hindirê xwe de valehiyek bi vî awayî his kiribe û ew bûbe sebeb ku min dest bi helbstan kiriye.” Nuroj diyar kir ku nivîsandina helbestan ji bo hest û êşên ku mirov nikarin vebêjin pir giringe. Bandora hestan pir li ser helbestan heye. Nuroj da zanîn ku ew naxwaze tenê bi nivîsîna helbstan ve sinur bimîne, her wiha ew dixwaze di aliyê nivîsîna pirtûkên çîrok û romanan de jî difikire. Nuroj destnîşan kir ku ew dixwaza di hemû aliyên wêjeyê de û taybetî jî di helbsetan de xwe pêşde bibe.
‘Divê civak ber bi helbest û wêjeyê ve bên beralî kirin’
Nuroj derbirî ku ew di nêzîkatiyên civakê yên li wêjeyê û taybetî jî li helbestan de kêmaniyê dibîne û wiha got: “Civak wêjeyê giring nabînin. Di saziyên çand û hunerê de şano û mizûk zêdetir bala wan dikişîne.” Nuroj diyar kir ku di van demên dawiyê de di refên pirtûkxaneyan de dîtina pirtûkên lêkolînê yên kurdî û li gel wan jî dîtina pirtûkên jinan pêşveçunên giringin. Nuroj da zanîn ku divê civaki ber bi helbest û wêjeyê ve bên beralî kirin.
‘Mirovan têra xwe êş kişadine’
Nuroj bal kişand li ser naveroka pirtûkên xwe yên helbestan û wiha domand: “Ji ber em gelekî hatîne perçiqandinin ji ber wê em nikarin berhemên xwe yên hunerî ji êşên xwe cuda bigirin dest. Weke hilberînên me yên mizûkê em çawa êşên xwe bi gelê xwe re parve dikin, em helbestên xwe jî bi heman awayî parvedikin.” Nuroj destnîşan kir ku wê di helbestên xwe de êşên civakê, hesreta xwe ya axê û heskirina mirovan ya azadiyê aniye ziman.
(zt)

