Rezaletiya hikûmeta Başûr

14:02

 


DUHOK-Jinên kurd ên Rojava li kampên penaberên ku Hewlêr û Duhokê di bin denetima KDP’ê de ne, tên firotin. Ji rojavayê Kurdistanê malbatên ku koçî Hewlêr û Dohukê kirin û di kampên penaberan de cih digirin, keçên wan ji aliyê endamên Azadî û El-Partî ve bi awayekê vekirî tên firotandin.


Malbatên kurd ên ku ji ber şerê li Rojava reviyan û xwe sipartine hikûmeta KDP’a başûrê Kurdistanê, li kampên penaberan ên li Hewlêr û Duhokê hatibûn bi cih kirin. Malbatên ku rastî muemeleya weke esîrên şer tên û ji vegerin welatên xwe destûr nayê dayîn û zorî li wan tê kirin ku keçên xwe bifiroşin.


Denetima Pêşmerga


Li van kampanên ku di bin denetima KDP’ê deye, jinên kurd di navbara 10 an jî 40 hezara dolarî de tên firotin. Pêşmergeyên ku ji ewlehiya kampan berpirsiyarin û endamên El Partî ji bo firotina jinan dibin navbeynkar. Di nava jinên ku tên firotin de zarokên 13-14 salî jî hene. Jinên ku temenê wan ji 18’an biçûktir bi buhayekê zêdetir tên firotin. Bi tabetî erebên dewlemend ên Katar, Dubaî, Bexdat û Musilê jinên ji 18 salî biçûktir hîn zêdetir tercîh dikin.  


Ne tenê ereb jinên kurd ên li van kampan dikirin, kurdên li başûrê Kurdistanê jî ji ereban kêntir namînin.


Nêzîkatiya Bikire


Li gorî agahiyên kesên ku diçin kampê ziyaret dikin û bazartiya jinan dikin, kesên wan dibin kampê endamên El Partî û Partiya Azadî ne. Dema ev kes diçin kampan, destpêkê derbasî konteynirên ku aîdê pêşmergeyane dibin. Pêşmerge jî bang li du kesên ku karê firotinê dikin û li kompê dimînin dikin. Piştî hev naskirinê, wêneyên jinên ku dê bên firotin ku li ser bîlgîsayarê qeyîd kirine tên nîşandan. Bi usulê “hilbijêre, bi ecibîne û bikire” wêneyên jinan ji pêş, ji paş û di kêlekê de ku hatine kêşandin tên pêşandan. Bihayê her jinekê li ser wêneyên wan nivîsandiye. Piştî lihevkirina bazerker û komîsyona firotinê, bang li jin û malbata wê tê kirin, pere tê teslîm girtin û dimildest li wê derê bang li mela tê kirin û mehir tê birin. Li wê derê pêşmerge di cih de kar û barên fermî dikin û ewraqên ku bêyî pirsgirêka ji Iraqê der ketin, derbikeve tên dayîn.  


Piştî firotina jinan, navbeynkar, komîsyona bazarê û pêşmerge pereyên ku ji firotinê bi dest xistine di nava xwe de parve dikin. perê mayî jî teslîmê malbatê tê kirin.


(aw)