Ji ‘kursiyê Gel’ ji bo Abdulah Ocalan daxwaza azadiyê

16:53

JINHA


AMED – Di ‘kursiyê Gel’ yê ku li meydana Batikentê ya Amedê de hatî danîn de Hevseroka Navenda BDP’ê ya Amedê Zubeyde Zumrut axivî. Zubeyde diyar kir ku ji aliyê gelê kurd ve komplo vale hatiye derxistin. Endama Meclisa Dayîkên Aştiyê Emîne Denîz jî got: “Li ser vê erdnîgariyê herî zêde dayîkan êş kişandiye û herî zêde dilê dayîkan şewitiye. Em hemû kesên ku tiliya wan di vê qompilayê de heye şermezar dikin. Emê qomployê vale derxin. Emê Serokê xwe bînin Paytexta xwe. Çiqas dixwazin bila posterên wî rakin, em di dilê xwe de didin jiyan kirin.”  


Bi boneya 15’emîn salvegera Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan ya anîna Tirkiye yê ji aliyê rêxistina BDP’ê ve li Meydana Batikentê “Kursiyê Gel” hat danîn. Di saetên serê sibê de welatî ber bi meydanê ve ketin rê. Welatiyên ku hatin meydanê cil û bergên xemgîniyê îfade dike yên reş li xwe kirine. Ji meydanê dengê stranên li ser Ocalan tê lêxistin. Di platforma ku li wê hatî danîn de li gel wêneyên Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan wêneyên yên ku ji bo protesto kirina qomplaya li ser Ocalan hatî kirin xwe şewitandine Evrîm Demir û Mustafa Malçok li gel yên pêşengên PKK’ê Mazlum Dogan, Sema Yuce û Viyan Soran hebûn. Panqartên bi sernivîsên weke “Bi Serokatiya Azad ber bi Jiyana Azad ve” hatibûn hildan. Meydana ku girseya gel lê kom bûyî ji aliyê polîsan ve 3 cihên venêrînê hatibûn danîn. Di çalakiyên ku heta 15’ê Sibatê bidomin de 3 konên mezin jî hatin danîn. Li meydanê helbesta ku Ocalan ji bo jinan azad nivisiyî ya bi navê “Jina dildar”demdem dengê wê dihat. Herwiha ji meydanê dengê durişmên weke “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Jin jiyan azadî” û “Selam selam Îmraliye hezar selam” bilind dibûn.


‘Gelê kurd qompla vale derxistine’     


Di meydanê de Hevseroka Navenda BDP’ê ya Amedê Zubeyde Zumrut axivî û di axiftinên xwe de bal kişand li ser giringiya platforma hatî çêkirin û got: “Berî niha 15 salan di van rojan de li hemû bajaran şîn hatibû danîn.” Zubeyde da zanîn ku ji ber şerê bi salane di herêmê de tê meşandin bedelên giran dane û got: “Em bi rêzdarî hemû şehîdên xwe bibîr tînin.” Zubeyde destnîşan kir ku ev 15 sale dixwazin nêrînê Ocalan yên azad dîl bigirin û wiha domand: “Gelê kurd û taybetî jî ciwanên kurd ev qomplo vale derxistine. Li hemberî yên ku dixwazin vîna gelê kurd tune bikin, gel roj bi roj li meydananin. Di meydan û meşan de ji bo azadiya Abdullah Ocalan têdikoşin. Ji ber van sedeman hevîtinên hikûmeta AKP’ê yên bi Îmralî re despêkirin. Li hemberî tekoşîna gelê kurd neçar man vê bikin.” Zubeyda derbirî ku şoreşa Rojava di encama vîn û serkeftinên Abdullah Ocalan de pêkhatiye û got: “Em ji bo Rojava, Efrîn û Kobanê bi hezaran silav dişînin.”


‘Li ser vê erdnîgariyê herî zêde dayîkan êş kişandine’


Endama Meclisa Dayîkên Aştiyê Emîne Denîz jî got: “Li ser vê erdnîgariyê herî zêde dayîkan êş kişandine û herî zêde dilê dayîkan şewitiye. Em hemû kesên ku tiliya wan di vê qomployê de hene şermezar dikin. Emê vê qomployê vale derbixin. Emê Serokê xwe bînin Paytexta xwe. Yên dixwazin bila posterên wî rakin em didilê xwede didin jiyan kirin. Emê gerillayên xwe jî bînin.” Ji welatiyan Hanim Atlıogu jî got: “Serokê me tenê ji bo pêşeroja gelê kurd dixebitî. Emê li piş pişta wî bin. Heta dilopa xwîna xwe ya dawiyê emê tekoşîna xwe bidomînin. Emê zarokên xwe jî bi vî awayî mezin bikin.”


Çalakî bi axaftinên welatiyan berdewam dike.


 


(zt)