Xebatên 12 salan yên Selîsê…

15:44

Şehriban ASLAN - Tekoşin TEKİN / JINHA


AMED   Komeleya Jinan a Selîsê ya Amedê di sala 2002an de hatiye ava kirin. Ji dema ku hatiye ava kirin heta niha îmza avêtiye binê gelek serkeftinan. Selîsê bi hêza jinan ev serkeftin bides xwe ve gihandine. Seroka Komeleyê Parêzer Ruşen Seydaoglu diyar kir ku wan li ser mîrasê tekoşîna jinên cîhanê ya li hemberî deshilatiya mêran xebatên xwe birêve birine û got: Saziya me 12 salin hatiye ava kirin. Em her demê xwe nû dikin û xwediyê mîrasekêne. Aliyê Selîsê yê herî xweşik jî eve. Endamên Selîsê li kîjan cihan dibin bila bibin, ruhê tekoşîna jinan bi sekneke ehlaqî û polîtîk xwe li her derê dide jiyan kirin.


Lİ Amedê ji Sala 2002an heta niha Komeleya Jinan Selîs girêdeyî jinan û binpêkirinên mafê jinan xebatên xwe birêve dibe. Ji dema hatî ava kirin heta niha bi hezaran jinan hêza xwe tevlî kiriye û di heman demê de bi hezaran jinan ji xebatên wê hêz girtine. Selîs berê xebatên xwe di biniya Komeleya Jinên Welatparêz û Navenda Çandê a Jinan ya Dîcleyê de birêve dibirin. Ji ber van her du saziyan di aliyê tekoşîna jinan de xebatên xwe dimeşandin rastî tundiyan hatin û  hatin girtin. Piştî girtina wan Selîs hat ava kirin û di tekoşîna jinan de li cihê ku her du sazî lêmbûn dewam kir. Di heman demê de endamek ya têkela Tevgera Jinên Azad û Demokrat (DOKH) ê Parêzer Ruşen Seydaoglu Seroka Komeleya Jinan Selîsêye. Ruşen da zanîn ku Selîs li ser mîrasa tekoşîna jinên cîhanê û jinên kurd hatiye ava kirin.


Gelek aktîvîstên parazvanên mafên jinan di girtîgehan de nin


Ruşen destnîşan kir ku ji dema ava kirina komeleya wan heta niha rastî gelek astengiyan hatine. Ruşen derbirî ku Selîs ya ku di nava têkela DOKH’ê de de cih digire, hem din ava siyaseta giştî û hem jî di aliyê siyaseta jinan de ji Selîsê navên giring derketine. Ruşen diyar kir ku di heman demê de Selîsê gelek aktîvîstên tekoşîna jinan gihandiye. Ruşen da zanîn ku gelek ji wan aktîvîstên ji bo tekoşîna jinan hatîn gihandin ji doza KCK’ê di girtîgehan de nin. Ruşen destnîşan kir ku hinek  ji wan xebatkarên Selîsê Hacer Ozdemir, Sudan Guven, Harika Peker û gelek jinên di xebatên cuda de cih digirtin, tenê ji ber xebatên jinan birêve birine hatine girtin û niha di girtîgehan de nin.


Heta zanîngehan jî me bi rêxistin kirin


Ruşen derbirî ku Komeleya Jinan a Selîsê ji bo xebatên jinên Rojhilatanavîn û êwrupayê û jinên kurd nasînek di nava wan de çêbibe roleke giring lîstiye.Ruşen diyar kir ku Jinan xebatên xwe yên siyasî li riya Selîsê berfireh kirine û di encamê de gelek jinên li weletên cuda dijîn li gel jinên kurd bi hevre çalakiyên hevbeş dikin. Ruşen da zanîn ku Selîs ne tenê li hember hişmendiya mêrane, di heman demê de li hemberî hişmendiya mêrane ya ku ji aliyê sîstemê ve hatî ava kirin, îskence, tecîz û tecawîzanin û got: Piştî ku Selîs hat rewşa Merkezbûnê paşê rêxistinbûn xiste rojeva xwe û bi wî awayî dest bi xebatan kir. Li kîjan cihî şidet hebe hema xwe gihandina wê bi rêbazên nîqaş kirinê çareser kirin pêşket. Ruşen destnîşan kir ku her wiha Selîs xwe digihîne jinên koç kirine û pirsgirêkên ku di koçberiyê de kişandine  pêre mijul dibe. Ruşen derbirî ku li hemberî şideta ku hêj berdewam dike wan rêxistina xwe ya jinan heta zanînghehan jî birêxistin kirine. Ruşen diyar kir ku niha din ava zanîngehan de aktîvîstên Selîsê jinên ciwan hene.


Her dem xwe nû dike û xwediyê mîrasekêne


Ruşen girêdayî xebatên xwe wiha got: Xebatên Selîsê yên niha li ser mijarên weke çima şidet heye, emê çawa bikarin di civakê de şidetê ji holê rakin diçe. Girêdayî xebatên xwe em nivîsên li ser dîroka jinan dixwînin. Li ser mijarên taybet jî em foruman amade dikin. Em di atolyeyên ziman de li gel zimanê kurdî dîroka zimanê kurdî jî didin. Em saziyekî 12 salin xebatan dimeşînin. Her dem em xwe nû dikin û xediyê mîrasekêne. Endamên Selîsê li kîjan cihî dibin bila bibin bi ruhê tekoşîna jinan ya ehlaqî û polîtîk li her derê berdewan dike.


Em bi hêza xwe ya cewherî dixebitin


Ruşen da zanîn ku Selîs yek ji demarên bingehîn yên tekoşîna jinên kurde û wiha domand: Ji ber cihekî wihaye ku her kes dikarin nêrînên xwe têde bînin ziman, ji ber wê em Selîsê giring dibînin. Ruşen destnîşan kir ku Selîs li gel demboriya xwe ya 12 salan hem bi gelek rêxistinên jinan yên cuda re hatin bahev û hem jî girêdayî girtîgehan xebatên giring dimeşîne. Ruşen derbirî ku ji ber tundiya dewletê” ya li ser wan ji aliyê wezîrê karê hindir û devrede projayên wan hatine asteng kirin. Ruşen diyar kir ku ew bêyî ku ji tu cihan alîkariyê bigirin bi hêza xwe ya cewherî dixebitin.


Em ji bo çî dixebitîn tucarî ji bîr nakin


Ruşen da zanîn ku ji bo jinên kurd li her derê bi deng û rengê xwe cîh bigirin û xwe binin ziman we dixebitin û got: Di van mijaran de ji yekê zêdetir peywirên me çêdibin, lê em ji bîr nakin ku em ji bo çî dixebitin. Ruşen destnîşan kir ku divê di aliyê nêzîkatiya feministên li Tirkiye yê ya li jiyan, zarokan û nasnameya polîtîk ya li ser bedena jinan hatî pêşxistin nîqaş bên kirin.


Armanca me ya bingehîn em tekoşînê ji xwe despê bikin û fireh bikin


Aktîvîsta Komeleya Jinan ya Selîsê Ezgî Kaya jî bal kişand li ser bihêzbûna tekoşîna jinan. Ezgî diyar kir ku wê bawer kiriye ku dê tekoşîna jinan li Selîsê pêş bikeve û bi wê nêzîkatiyê tevlî xebatan bûye. Ezgî da zanîn ku wê di atolyeyên Selîsê de xwe pêş xistiye û gavakîdinê nêzî jiyana azad bûye û got: Em di cihê xwede nasekinin, herdem ber bi pêş diçîn. Armanca me ewe ku em tekoşînê ji xwe despêbikin û li hemû kolan û heta hemû cîhanê belav bikin. Bi vî awayî em dikarin civakek azad ava bikin.


Aktîvîstek dinê ya dilxwaz ya selîsê Asli Pasinli jî destnîşan kir ku ev çar salin di biniya Selîsê de xebatan dimeşîne û got: Ew dê ji tevgera jinên kurd despêbikin û ber bi guherînên civakî ve bidomînin. Asli derbirî ku di mijara jinan û xebatên wan de ew her dem xwe nû dikin û ew navendek vekirîne ji bo herêm û hemû cîhanê.


Ez di Selîsê de ji bo xebatek birêxistinî dixebitim


Yek ji aktîvîsta Selîsê ya ku bi dilxwazî dixebite Ruşen Yakut ev çar salin di Selîsê de dixebite. Ruşen diyar kir ku ewê ji bo rêxistin kirina jinan biryar daye bixebite  û got: Hatina min ya Selîsê armanca min ewe ku ji bo jinên zanîngehê dixwînin komeleyek bê alî ava bikim û wan jinan dibiniya Selîsê de kom bikim. Di vê naverokê de ez xebatan birêve dibim.


 


(zt)