Doza Ayşe Hanay teloq bû!
20:33
JINHA
WAN – Doza Ayşe Hanaya 23’ê salî meha sibatê ji hêla hevserê xwe Mustafa Hanay ve hate qetilkirin îro li Dadgeha Cezayê Giran a Erdîşê hate dîtin.
Li gundê Dîrekliya navçeya Ebexa Wanê meha sibatê jina bi navê Ayşe Hanay ji hêla hevserê xwe Mustafa Hanay ve hate qetilkirin. Heman rojê hevserê Ayşe Hanay Mustafa Hanay, xwezûrê wê Fevzî Hanay, bûrayê wê Behçet Hanay û apê Mustafa Hanay Suat Hanay hatin binçavkirin. Piştî îfedeyan bûrayê Ayşe Hanay Fevzî Hanay serbest hat berdan û hevser, bira û ap hatin girtin. Bi mehane danişîna doza Ayşe Hanay didome.
Jin dê şopdarê doza Ayşeyê bin
Piştî erdheja Wanê cara yekem ev doz li Dadgeha Cezayê Giran a Erdîşê hat dîtin. Komelaya Jinan a Wanê (VAKAD) tevli danişînê bû. Doz dîsa teloqê 20’ê kanunê bû. Di vê danişînê de şahîd û bersûc hatin guhdarkirin. Navenda Mafê Jinan a Baroya Wanê û Komelaya VAKAD’ê, diyar kirin ku li dijî zîhniyeta qetilkirina jinê ne û dê her tim şopdarê dozên bi vî rengî bibin. Jinan, daxuyand ku hêvî dikin ku 20’ê kanûnê ev doz bi encam bibe.
Ayşe Hanay bi îdiaya têkiliya wê bi yek din re heye hate qetilkirin. Malbata dayika keçika 2 salî Ayşe Halay, der barê bûyerê de diyar kir ku îdiayên ku tên kirin ne raste, berpirsê kuştina Ayşe Fevzi Hanay e.
(zd/la)

