Navenda Buharê bi xebatên xwe rastî eleqeyek mezin tê
09:46
Derya Ceylan - Mizgin Tabu / JINHA
ÊLIH – Navenda Çandê ya Buharê ji sala 200’an heta niha di aliyê xebatên xwe yên çand û hunerê de ji bo pêşdebirina çanda kurdî rolekî mezin girtiye. Ji rêveberên Navenda Çandê ya Buharê Pelda Bal di derbarê xebatên navendê de agahî dan û got: “Armanca me ewe ku ciwanên kurdan di ferqa çanda kurdî debin. Ji bo pêşdebirina çanda kurdî me rolekî giring girtiye li ser milê xwe.”
Navenda Çandê ya Buharê ji sala 2000’an heta niha bi xebatên xwe ji aliyê gel ve rastî eleqeyek mezin tê. Di aliyê wêje, muzîk û şanoyê de îmza avêtiye binê gelek serkeftinan. Navend çalakiyên xwe yên hunerî ji pirsgirêk û bûyerên civakî cuda nagirin dest. Yek ji van mînakan jî di sala 2012’an de şanoya bi navê “Av Yaku Wari” li hemberî bendava ilisu ya ku dê li Heskîfê bê çêkirin hatibû amade kirin e. Navenda Buharê di aliyê pêşdebirina jin, ciwanan û çande kurdî de rolekî giring girtiye. Xebatên wan yên herî dawî jî ji bo Partiya Aştî û Demokrasiyê sitirana hilbijartinan amade kiriye.
‘Aramanca me ewe ku ciwanên kurd di ferqa çanda kurdî debin’
Di derbarê xebatên Navenda Buharê de Pelda Bal agahiyên giring da. Pelda diyar kir ku kurd bi çanda xwe hene û divê ciwanên kurd di ferqa vê çandê debin û ji bo gel bikarin bibin bersiv. Pelda da zanîn ku di aliyê tevlîbûna xebatên di biniya navendê de tên kirin yên weke erbane, bestîn, gîtar, şano, lîstokên gel û foklorê rastî eleqeyek mezin ya ciwan tên. Pelda destnîşan kir ku ji ber li hemberî qursên wan eleqeyek mezin heye, ew pirsgirêka cîh dijîn û carnan jî xebatên xwe li mala gel berdewam dikin û got: “Armanca me ewe ku ciwanên kurd di ferqa çanda kurdî debin. Ji bo pêşdebirina çanda kurdî me weke navand roleke giring girtiye ser milê xwe.” Pelda derbirî ku heta niha li navenda Buharê gelek hunermend derketine.
‘Emê bibin bersivek mezin ji bo gelê kurd’
Pelda bal kişand li ser hesasyetên çand û zimanê kurdî û wiha domand: “Emê di aliyê çandê de rol û misyona xwe bilîzin û ji bo gel bibin bersivek mezin. Heta niha karên ku me kirine me bi gelê Êlihê re parve kiriye. Lê xebatên men ebesin û ez di wê baweriyêdeme ku emê hêj zêdetir rolê xwe bilîzin.”Pelda diyar kir ku divê xebatên navendê ji gel, ciwan û jinan qetandî neyê dîtin. Pelda da zanîn ku ji bo kurd di tekoşîna çandê de serkeftîbe divê li çand û hunera xwe xwedî derkevin.
‘Sitirana me ya hilbijartinê xebatek hevbeşe’
Evîn Eroglu ya ku cihê xwe dinava koro ya sitirana hilbijartinê de girtiye. Evîn destnîşan kir ku sedema wan ji bo BDP’ê sitirana hilbijartinê amade kirine, ji ber BDP partiyeke ku gelek rengan di nava xwe de dihewîne. Evîn xebatên BDP’ê yên ji bo jinan girîng dît û taybetî jî di dema hilbijartinan de jin bi rengên xwe tevlî hilbijartinan dibin. Omer Loran jî ev du salin li Navenda Buharê weke solîst û gitarîst dixebite. Omer diyar kir ku wan koroyek ji 11 kesan amade kirine û ji bo BDP’ê sitirana hilbijartinan amade dikin. Omer di derbarê xebatên wan de agahî dan û got: “Sitirana me ya ji bo hilbijartinê me amade kirî xebatek hevpare. Koma Girava Rojê Sultan, Nuroj, Siyabend, Maruf Alan, Evîn, Mesud û Grup Rosîda di nava vê xebatê de cîh girtin. Sitirana hilbijartinê ji aliyê Maruf Alan, Siyabend Aslan û Nuroj ve hatiye amade kirin. Gotinên wê ji aliyê Maruf Alan û Siyabend Aslan ve hatiye amade kirin. Muzîk jî ji aliyê Grup Botan ya ku li Rojava xebatan dimeşîne ve hatiye amade kirin.”
‘Ez naxwazim bi zimanek yê neyî xebar bidim’
Yek ji xwendekara gitarê ya Navenda Çandê a Buharê Zelal Taş jî da zanîn ku aliyek yê navendê yê herî xweş jî ewe ku her kes bi kurdî xebar didin û got: “Li cihên dinê bi nêzîkatiyên weke ez naxwazim bi zimanek neyî bi xebitim û baxivim tên dîtin.” Zelal bang li hemû ciwanên kurd kir ku xwe di aliyê çand û hunerê de pêş bixin. Zelal destnîşan kir ku divê jin û ciwan bên Navenda Çandê ya Buharê xwe di aliyê çand û hunerê de pêş bixin.
(zt)

