Mirov çawa dikarin xwe ji Obezite yê xelas bikin?

10:34

 


Şehriban Aslan-Tekoşin Tekin/JINHA


AMED – Pisporê nexweşiyên hindir Bijîşk İşil Şiltelioglu Turan li ser nexweşiyên herî zêde di vê demê  de tê dîtin axivî. İşil diyar kir ku Obezite yek ji nexweşiya demê ye û ji xwarinên amade û pir xwarnê çêdibe. İşil da zanîn ku divê her kes xwarin û vexwarina xwe bixin pergalekî. İşil pêşniyar kir ku ji bo mirov bikarin xwe ji Obezite yê biparêze divê ji xwarinên hevîr dur bigirin û her roj saetekê werzîş bikin.


Yek ji nexweşiyên ku di roja me de herî navê wê tê bihîstin û divê li ser bê rawestandin û zu bê derman kirin Obezite. Obezit nexweşiyek genetîk û kironîk ya ku ji kombûna ronê di laş de çêdibe. Yek ji sedemên peydabûna nexweşiya Obezîte yê ji bandorên derdor û pir xwarinê çêdibe. Obezite bi xwere nexweşiyên dinê jî peyda dike û di aliyê zu xistina bedana mirovan de bandorkere. Nexweşiyên ku Obezite bi xwere derdixe di serî de nexweşiyên dil û sîstema helandinê tên. Li gorî lêkolînên ku hatine kirin di cîhanê de ji 400 milyonan zêdetir obez û yek milyar û 600 milyon jî mirovên pir şişko hene.


‘Fastfood obezite yê digire bindestê xwe’


Pisporê nexweşiyên hindir Bijîşk İşil Şiltelioglu Turan destnîşan kir ku nexweşiya Obezite herî zêde bi jinan re derdikeve û taybetî jî piştî temenê 30-35 saliyê zêde derdikevin. İşil derbirî ku peywendiya Obezite bi gelek nexweşiyên dinê re heye û li gel xwe rê li pêşiya gelek nexweşiyên dinê vedike û got: “Leza sîstema helandinê kêm dike. Giliyê mîdeyê zêde dike. Di dil de rê li pêşiya nerihetiyên mezin vedike.” İşil diyar kir ku kêmbûna hêza fîzîkî û pir xwarin rê li pêşiya nexweşiyan vedike. İşil da zanîn ku dema fastfood kete nava jiyana mirovan hema dibe sedemê mezinbûna Obezite yê.


‘Divê  giranî bê deyîna xwarina fêkî û zebzeyan’  


İşil destnîşan kir ku derman kirina Obezite yê bi diyet û kirina werzîşê dibe û got: “Divê nexweşên me duzenekê bidin xwarin û vexwarina xwe. Hînî kêm xwarinê bibin. Giraniyê bidin xwarina zebze û fêkiyan. Divê xwe ji xwarinên ji hevîr tên çêkirin û karbonhidratan dur bigirin. Evane tev pêvajoya derman kirinê hêsan dike.” İşil diyar kir ku ji bo mirov ji nexweşiya Obezite xilas bibe yan jî xwe biparêde ji bo nekeve nexweşiya Obezite divê van xalên li jor me gotîn li ber çavan bigirin. Di dawiyê de İşil weke pêşiniyar da zanîn ku her kes rojê saetekê werzîş bikin.


(zt)