Li Şirnex û navçeyên wê esnafan derê dikanên xwe vene kirin
11:17
JINHA
ŞIRNEX – Bi boneya şermezar kirina qomploya 15’ê Sibatê a li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan pêk hatî li Şirnex û navçeyên wê esnafan derê dikanên xwe venekirin.Li Şirnex û navçeyên wê welatiyan li ser balqonên xwe parçeyên reş hildan.
Bi boneya şermezar kirina qomploya 15’ê Sibatê a li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan pêk hatî li Şirnex û navçeyên wê gel xwepêşandanên protestoyî pêk anîn. Ji ber sedema qomployê di serî de Şirnex û hemû navçeyên wê esnafan derê dikanên xwe venekirin. Her der ji aliyê polîsan ve hatine girtin.
Li Cizîrê di serî de avahiya BDP’ê di balqonên hemû malan de ji bo şermezar kirina qomployê paçên reş hatine hildan. Ji serê sibê de her der ji aliyê polîsan ve hatiye girtin. Ji bo şermezarkirina qomployê îro di saet 11.00’ab de dê welatiyên Cizîrê li kolana Mezbahane ya taxa Cudî a Cizîrê kom bibin û bimeşin. Li navçeya Hezexê jî esnafan derê dukanên venekirin û ji serê sibê de navçe dinava bêdengiyekê deye. Li Silopiyan jî esnafan derê dikanên xwe venekirin.
Li Cizîrê çalakiya girtina ronahiyan hat kirin
Li Navçeya Cizîrê ya Şirnexê du bişev welati daketin meydanan ji bo şermezar kirina qomploya 15’ê Sibatê ronahî girtin û fîşegên hewayî avêtin. Gelek welatiyan di balqonê xwe de ji bo pişgirî dayîna çalakiya ciwanan bi lêxistina distik û sêniyan deng derdixistin. Di çalakiyê de durişmên weke “Bijî Serok Apo”, “Kes nikare Roja me tarîbike” hatin bilnd kirin. Navçe ji aliyê polîsan ve hat dorpêç kirin û bombeyên gazê abêtin nava taxan. Di nava taxan de ciwan li hev civiyan, bi fîşegên hewayî, malotof û beran bersiv dan polîsan. Li ser cedeya Nisêbînê ciwan rastî êrîşa polîsan hatin, din ava polîs û ciwana de şer der ket polîsan ciwan hedef girtin û bombeyên gazê avêtin wan.
Bi saetan şerê ciwan û polîsan domand, di dawiyê de ciwan li nava kolanan belavbûn û şer bidawî bû.
(zt)
