Kewzer Uytun: Ez ji dada vî welatî dozdarim

12:14

 


JINHA


ŞİRNEX – Dayîkên Şemiyê di çalakiya xwe ya 262’emîn de hatin bahev. Vê hefteyê çêroka Mehmed Uytun yê ku dema li milê dayîka xwe bû bi bombeya gazê ya polîsan hatibû qetli kirin, hat vegotin. Dayîkan xwestin failên wî bên darezandin.


Dayîkên Şemiyê li ber derê Liseya Anadolu yê di çalakiya xwe ya 262’emîn de hatin bahev û xwestin failê zarokên wan bên darezandin. Xizmên kesên ku di salên 1990’an de hatine wendakirin her hefte têne bahev û çêroka yekê vedibêjin. Ji Hezexê jî malbat hatin û ji bo piştevaniya malbatan MEYA-DER jî tevlî çalakiyê bû. Dayîkan vê hefteyê jî çîroka zarokê li ber milê dayîka xwe yê temenê wî salek û nîv bû Mehmed Uytun vegotin.


‘Qatîlê kurê min ji derve serbest digere’


Dayîka Mehmed Uytun Kewzer Uytun axivî û got: “Dema ku ez li balqona mala xwe de bûm, li ber milê min kurê min Mehmedê temanê wî salek û nîv hebû. Di wê navberê de polîsan bombeyên gazê li nava kolanan reşandin, yek ji wan bomboyan jî hat bi serê kurê min ket.” Kewzer da zanîn ku kurê wê dinava xwînê de ma û di demake kin de jiyana xwe ji dest da û wiha got: “Encama ku ji lêgerên me yên dadê yê bi salane em pê mijul dibin derketî kurê min sucli derket. Di derbarê qetilkirina kurê min de dadgehê nêzîkatiyek wiha nîşan neda ku dilê me fireh bibe. Qatîlê kurê minê temenê wî salek û nîv bû ji der ve digere. Ez ji dadgeha vî welatî dozdarim. Heta dilopa xwîna xwe ya dawiyê ez ji doza xwe venagerim.”


Piştî axaftinan deqeyek çalakiya runiştinê hat kirin.


(zt)