Li Cizîrê nûçegihana me ya JINHA yê hat birîndar kirin
12:30
JINHA
ŞİRNEX- Bi boneya şermezarkirina salvegera qomploya li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan hatî kirin dema ku welatiyan xwestin bi meşekê protesto bikin rastî mudaxeleya polîsan hatin. Polîsan bi navgînên xwe zorî dan li ser gel û di encamê de cisimek rastî serê nûçegihana me Mizgîn Tabu hat û birîndar bû.
Li Navçeya Şirnexê ya Cizîrê ji bo pirotesto kirina salvegera qomploya li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan hatî kirin, gel li ber derê Buroya hilbijartinan ya BDP’ê a ku li taxa Cudî kom bûn û dest bi meşê kirin. Dema ku welatiyan dest bi meşê kirin polîs bêyî ku agahî bidin hema bi fîşegên plastîk û bombeyên gazê mudaxeleyê girsê kirin. Girseyê ji bi fîşegên hewayî û beran bersiv dan polîsan û şer dem dirêj berdewam kir. Di mudaxle kirina polîsan de cisimek restî serê nûçegihana me Mizgîn Tabu hat û birîndar bû. Hat hîn bûn ku rewşa Mizgînê başe.
(zt)
