‘Li Îzmîrê hêrsa hevpar a li dijî qetilkirina jinan’
12:06
Pelîn ÎKTUEREN
ÎZMÎR – 2 sal beriya niha, 3 şev li dû hev, mafê jiyanê ji destê Esra Yaşar, Ayşe Selen Ayla û travestiyek bi navê Mustafa Has ku navê 'Azra' li xwe kiribû, stendin. Doza wan ev du sal in hê bi encam nebûye. Înisiyatîfên jinan û komeleyên LGBTT ku ji vê rewşê acisiyan dikin, nerazîbûna xwe bi gotinên wekî "Em bi malbatên jinên mirine re, pêvajoya dozê dişopînin. Em ji bo pêşî li van kuştinan bê girtin, ji bo balê bikşînin ser vê bêhiqûqiyê û ji bo dengê xwe bidin bihîstin, tevlî dozê dibin” anîn ziman.
Der barê bersûcê bi navê Hamdî Ayrî de, bi îdîaya ku li Îzmîrê 3 kes li dû hev kuştiye, doz hatiye vekirin. Ji bo Ayrî, cezayê muebetê yê 3 car girankirî tê xwestin û doz li 7. Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê pêk tê. Kuştinên li dû hev, di sala 2010’an de li Navçeya Balçova ya Îzmîrê nîvê şevê destpê kirin. Esra Yaşar a 27 salî ku karmenda banqeyekê bû, dema di rê de dimeşiya,50 metreli nêzî mala xwe, bi guleya ku berî serê wê dan, hate qetilkirin. Çente û telefona wê ya destan hate desteserkirin. Dora rojê, dîsa nîvê şevê200 metrenêzî cihê ku Esra lê hate qetilkirin, vê carê hedef, Ayşe Selen Ayla ya 22 salî bû. Ayşe, xwendekara pola1. aFakulteya Avasaziyê (Mîmarî) ya Zanîngeha Ekonomî ya Îzmîrê bû. Saet derdora 11’ê şevê de, bi guleyeke ku li serî ket, jiyana wê hat dizîn. Çente û telefona wê ya destan hate desteserkirin. Qatilê ku jiyaneke din jî dizî, vê carê çav berî travestiyek bi navê Mustafa Has ku navê 'Azra' li xwe kiribû, da. Dora şevê, ‘Azra’ qetil kir, çente û telefona wê desteser kir. Bûyer di nav rayagiştî de wekî ‘doza kuştinên li dû hev’ hat bihîstin. Piştre, sazî û înisiyatîfên di mijara jinê de xebat dikin, ji bo ku tevlî pêvajoya darazê bibin, serî li dadgehê dan. ÎnisiyatîfaEm ê Kuştinên JinanRawestînin û Komeleya Sêgoşeya Reş Pembe, ji bo tevlîbûna dozê serî lê dan. Daxwaza Komeleya Sêgoşeya Reş Pembe hat erêkirin, lê daxwaza ÎnisiyatîfaEm ê Kuştinên JinanRawestînin, bi hinceta ku rasterast têkildar nînin, hat redkirin. Ji bilî vê yekê, daxwaza tevlîbûnê ya Parêzer Bîrsel Kurt ku Mişawira Hiqûqê ya Wezareta Malbatê û Polîtîkayên Civakî ye jî, hat erêkirin.
'Ev doz bû mînak'
Parêzer Bîrsel Kurt ku li ser erêkirina tevlîbûna xwe axivî, wiha got: "Di doza li Bergamayê de daxwaza me destpêkê hatibû redkirir, lê di vê dozê de hate erêkirin. Di vê hêlê de biryara mînak derket." Em têkildarî redkirina daxwaza ÎnisiyatîfaEm ê Kuştinên JinanRawestînin, bi nûnera înisiyatîfê, Sanem Denîz Kural re, axivîn. Sanem diyar kir ku ji wezaretê re, têkildarî mijarê daxwazname nivîsîne. Sanem bibîr xist ku daxwaza wan a ji bo mudahîltiyê ku berê kiribûn, bi hinceta ‘bi awayekî rasterast zirar çênebûye’ hatiye redkirin. Sanem, got ku di vê dozê de jî, bi hinceta ku înisiyatîf kesayetiya rasterast têkildar nîne, nehatine tevlîkirin. Sanem anî ziman ku ji kuştinên jinan, ‘sîstem’ rasterast berpirsyar e û da zanîn ku di têkoşîna dimeşînin de, bi mijarên wekî şopandina dozê, lidarxistina çalakiyan û amadekirina pêşnûmeyên qanûnan û gelekên din re eleqedar dibin. Sanem, anî ziman ku dozên jinên mafê wan ê jiyanê ji destê wan hatiye girtin dişopînin û wiha got: "Em bi malbatên jinên mirine re, pêvajoya dozê dişopînin. Em ji bo pêşî li van kuştinan bê girtin, ji bo balê bikşînin ser vê bêhiqûqiyê û ji bo dengê xwe bidin bihîstin, tevlî dozê dibin.”
'Piştevaniya me xelek bi xelek mezin dibe!'
Sanem, anî ziman ku tora piştevaniya jinan mezin dibe û wiha pê de çû: "Piştevaniya me xelek bi xelek mezin dibe. Em têkoşîna xwe bi hev re dimeşînin. Em hewl didin ku rayagiştî ava bikin. Em ji kuştinan re dibêjin ‘Raweste’. Bi çalakiyan, bi pêvajoya tevlîbûna xebatên makeqanûnê, em hewl didin çalak û bi tesîr bin. Me bi Wezareta Malbatê û Polîtîkayên Civakî û parlementerên li Meclîsê re, hevdîtin çêkirin. Divê ev şopandin, bi biryardariyê bidome. Bang li hemû jinan dikim ku di nav piştevaniyê de bin û li hemberî kuştinan, têbikoşin."
'Em ê bi têkoşîna hevpar a LGBTT'iyan û jinan biserkevin!'
Rêvebera Komeleya Sêgoşeya Reş Pembe Denîz Solmaz jî, anî ziman ku ji bo li hemberî trans fobiyê, cudaxwaziyê têbikoşin, tevlî dozê bûne. Denîz wiha got: "Kuştinên nefretê ev bi salan e didomin, lê dadgehan encamên pêwîst ên têkildarî van kuştinan, nedan. Ji bo pêşî li vê yekê bê girtin, ji bo qatil cezayê ku heq dike bigre, me xwest tevlî dozê bibin." Denîz destnîşan kir ku kesên LGBTT'yî di hemû qadên jiyanê de rastî cudaxwaziyan tên. Denîz anî ziman ku tundiya sîstematîk, rastiyeke Tirkiyê ya naguhere ye. Denîz, balkişand ku li her qadê û her derê tundî pêk tê û wiha pê de çû: "Kesên LGBTT’î li dibistanê, di rê de, li nexweşxaneyê, rastî cudaxwaziyê tên. Mînak, dema tu kesek trans bî, tu ji bo gilîkirinê biçî qereqolê, ji nişka ve tu dibî bersûc û derdikevî. Dema derdikevî pêşberî dadger (hakim), te biçûk dixe. Mîna ku ev cudaxwazî dê zû biz û neguhere." Denîz destnîşan kir ku têkoşîn, serketinan jî bi xwe re tîne û diyar kir ku 2 LGBTT’yiyên li hemberî gef û heqaretê gilî kirine, daxwaza parêzvan kirine û ev daxwaz hatiye erêkirin. Denîz da zanîn ku bendewariyên wan ji doza kuştinên li dû hev jî hene û ev tişt gotin: "Em ji vê rûniştina dozê, cezayê herî giran hêvî dikin. Ev, kuştineke bi hovîtî, plankirî û kuştineke nefretê ye. Cezayê vêya yê di qanûnê de, muebeta girankirî ye. Encama ji vê dadgehê derkeve, dê bibe mînak. Ji ber ku derbkirin, desteserkirin, wêrankirin heye li holê. Gerek cezayê vana sivik nebe. Em wekî rêxistinên LGBTT’ê û rêxistinên jinan, di wê baweriyê de ne ku em ê bi hev re ji heqê kuştin û cudaxwaziyan bên der."
'Mantiqa hiqûqa welatê me: Mirî çû, em sûcdarê mayî xelas bikin'
Hatîce Ayla ku dayîka Ayşe Selen Ayla ye jî, ragihand ku dê şopdarên dozê bin û wiha got: "Ev rûniştina 9. e. Îdîa dikin ku rewşa qatil a ceza bigre, tuneye. Em li benda rapora Tiba Edlî ne. Dixwazin ceza kêm bikin. Ji ber vê yekê doz dirêj dibe." Hatîce anî ziman ku ji ber şopandina dozê ya ji aliyyê înisiyatîfên jinan ve, hêcan girtiye û got ku piştgiriya rêxistinên jinan, dê şewqa xwe bide encama dozê. Hatîce, şêwaza rêveçûna darazê rexne kir û wiha got:
"Li welatê me hiqûqeke ku bi mantiqa ‘mirî çû, em sûcdarê mayî xelas bikin’ tevdigere heye. Ev kuştineke organîzeyî ye. Qatil, plan kiriye, rê û rêbazên xwe diyar kiriye, zarokên me kiriye kemînê û hedefa xwe. Pêwîst e ku cezayê herî giran lê bê birîn. Bi tena serê xwe nekiriye. Ev kuştineke sîstematîk e. Em hêvî dikin ku fail bi awayê herî giran were cezakirin."
Şeva 13’ê cotmehê, li Taxa Mevlana ya Bornovaya Îzmîrê, Ferdane Çol ji aliyê hevjînê xwe Sedat Çol ve, bi 10 derbên kêran hat qetilkirin. Dayîka wê Suna Mavîş jî vê doza kuştinên li dû hev, dişopîne. Suna daxwaz û gazincên xwe bi van gotinan anî ziman: "Em dixwazin ku qatil, cezayê girankirî bistînin. Mala me xera bû, bila mala kesên din xera nebe. Yê ku kuştiye di hundir de ye, lê yên ku pê dane kuştin, li derve ne."
Fotograf: Pelîn ÎKTUEREN
JINHA
(pi/hp/xo)

