Li Amedê hewildanên ji bo şewitandina konê nobetê
13:29
JINHA
AMED – Konê ku bi durişma ‘Ji Ocalan re azadî’ yê li Meydana Batikentê hatî vedan û ev 2 rojin welatî li ber nobetê digirin. Kesê bi navê Necat Akbaba ku li xwe mukur hat li gel poîsan hevkarî kiriye xwest kon bişewitîne. Dema ku xwest kon bişewitîne ji aliyê welatiyan ve hat girtin û welatiyan ew teslîmî polîsan kir.
Li Amedê ji bo protesto kirina salvegera qomploya li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan hatî kirin, bi duruşma “Ji bo Ocalan azadî” li Meydana Batikentê kon hatibû vedan. Ev du rojina welati li ber kon nobetê digirin. Bi şev di kon de sînevizyon tên temaşe kirin û li ser platformê nirxandin tên kirin. Koma şanoyê ya Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle Firadê derketin dikê. Piştî şanoyê jî belgesela girêdayî jiyana Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan hat temaşe kirin. Her wiha filimê ku bi navê “Rengê Azadiyê” yê Serokê Efrîqaya Başur Nelson Mandela jî temaşe kirin. Piştî filîm jî koma dengbêjan derketin dikê. Di kon de heta derengiya şevê welatiyan li ser azadiya Ocalan niqaş dikirin.
Hewildanên ji bo şewitandina kon!
Çalakiyê heta serê sibê domand. Bi şev di saet 02.00’an de kesê bi navê Necat Akbaba yê ku li gel polîsan hevkarî kirî xwest kon bişewitîne. Dema ku welatiya hîskirin hema mudaxeleya wî kesî kirin. Dema ku Necat Akbaba ji aliyê welatiyan ve hat girtin li xwe mukur hat ku ligel polîsan hevkarî kiriye. Necat Akbaba ji ailyê Hevseroka Navenda BDP’ê ya Amedê Zubeyde Zumrut û welatiyan ve teslîmî polîsan hat kirin. Ji bo girtina îfadeya wî ew birin miduriyeta polîsan.
(zt)
