‘ Ji bo aşitiyek wekhev û birûmet divê Ocalan azad bibe’

16:42

 


JINHA


AMED – İHD û malbatên wendayiyan weke her hefteyê cardin hatin bahev û bi duruşma ‘Bila wenda bên dîtn û fail bên darezandin’ dest bi çalakiya xwe kirin. Di Çalakiya vê hefteyê de Serokê Şaxa İHD a Amedê Raci Bilici axivî û got: “Ji bo êdî li vî welatî şer çênebin, binpêkirinên mafan çênebin, wendahiyên me bên dîtin, aştîyek wekhev û biromet, Rêberê kurdan û aktorê sereke yê aştiyê Birêz Ocalan demek beriya demekê azad bibe.”


İHD û malbatên wendayiyan weke her hefteyê cardin hatin bahev û bi duruşma ‘Bila wenda bên dîtin û fail bên darezandin’ dest bi çalakiya xwe ya 262’emîn il Parqa Koşuyolu yê kirin. Di çalakiyê de wêneyên wendahiyan û panqartên bi sernivîsên weke “Ew ji malê hatin girtin û carekedinê venegeriyan” hatin hildan. Di çalakiyê de Nûnerê İHD’ê yê Herêmê Şewket Akdemir, rêveber û endamên Şaxa İHD’ê ya Amedê, MEYA-DER, Meclisa Dayîkên Aştiyê û rêveberên sendîqayên girêdayî KESK’ê li gel gelek malbatên wendahiyan amadebûn. Herwiha rêveberê Baroya Amedê tevlî bû û piştgirî da çalakiyê. Di çalakiyê de Serokê Şaxa İHD’ê ya Amedê Raci Bilici diyar kir ku ev 262 hefteya ew ji bo wenda bên dîtin û fail bên darezandin dixebitin.


‘Di vê Tirkiye bi rastiya vî welatî re ru bir u bibe’


Raci da zanîn ku îro çalakiya wan rastî roja 15’ê Sibatê ya ku Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan radestî  Tirkiyê hatiye kirin û got: “Îro ji bo gelê kurd rojekî heta dawiyê giring û reşe. Hêzên ku naxwazin li Kurdistan û Rojhilatanavîn şer biqede Birêz Ocalan teslîmî Tirkiyê kirin. Lê me bi sedan cara aniye ziman vê polîtîqayê îflas kiriye. Pêwîste Tirkiye bi pirsgirêka kurd û pirsgirêkên li vî welatî re ru bi ru bibe. Divê hemû aktorên siyasî bipejirîne.” Raci bibîr xist ku ev çend rojin ji bo protesto kirina qomploya li Birêz Ocalan çalakiyên cuda tên kirin.


‘Heger dixwazin pirsgirêkê çareser bikin divê Birêz Ocalan azad bikin’


Raci destnîşan kir ku heger dixwazin pirgirêka kurd çareser bikin divê hinekî samîmî bin û got: “Divê ev pirsigirêk bi muhatabên wê re bê çareser kirin. Divê bi vê pirsigirêkê re ru bi ru bibin û çarser bikin. Divê riya diyalog û muzakereya bê pêşxistin. Ev pêvajo di 21’ê Adara Newroza sala derbasbûyî de hat despêkirin, lê bi tendirustî birêve naçe. Ji ber ji bo pirsgirêk di asteke siyasî de bê çareser kirin tevnagerin. Ev pirsgirêk tenê li gel muhatabê wê di şertên wekhev de dikare bê çareser kirin. Em weke parêzvanên mafê mirovan vê dibêjin; Ji bo êdî li vî welatî şer çênebin, binpêkirinên mafan çênebin, wendahiyên me bên dîtin, aştîyek wekhev û biromet, Rêberê kurdan û aktorê sereke yê aştiyê Birêz Ocalan demk beriya demekê azad bibe. Li gel jî divê hemû girtiyên siyasî azad bibin. Tenê bivî awayî hun dikarin pirsgirêkê çareser bikin.”


Tahir Elçi: dewlet peywira xwe nayîne bi cîh


Serokê Baroya Amedê Tahir Elçi jî diyar kir ku malbatên wendahiyan tekoşînek pir giring didin û got: “Divê ev faîlane bên lêkolîn kirin. Ev peywira dewletê ya serekeye. Ev hem dinava welat de û hem jî ji bo peymanek navnetewî giringe. Lê mixabin ev 20 salin dewlet peywira xwe nayîne bi cîh.”


Endama Komisyona Wendahiyan Necibe Guneş Perinçek qala çîroka Remezan Ozalpê di sala 1993’an de hatî wenda kirin kir. Perînçek da zanîn ku di sala 1993’an de li Navçeya Cizîrê ya Şirnexê di pefçunekê de Remezan Ozalp hat wenda kirin û êdî xeber jî nehat bihîstin.


Piştî axaftinan malbatên wendahiyan ji bo Remezan Ozalp û hemû wendehiyan 5 deqeyan çalakiya runiştinê dan despê kirin.


(zt)