Fêkiyê komunal yê ji jiyana xwezayî: Gundê Şikefta

10:31

Fêkiyê komunal yê ji jiyana xwezayî: Gundê Şikefta


Mizgin Tabu-Derya Ceylan / JINHA


ÊLİH – Gundê Şikefta pergala deshilatiya mêr, jiyana qeputalîzmê û hiyararşiyê red kirine û jiyanek komunal berdewam dikin. Gundê Şikefta yek ji wan gundên ku bi dîroka xweya kevnar û nimune dê bi çêkirina bendava ilisu yê re dibin avê de bimîne. Gundî dibêjin “Eşqa me ya li gel axa me me dide jiyan kirin” yek ji wan gundiyan jî Sakîne Baytar e. Sakîne got: “jiyana me ya komunê li ser vê axê hat ava kirin. Em li ser vê axê jiyanek wekehev dijîn. Dema ku em ji gundê xwe derkevin emê heskirina xwe ya li hemberî jiyanê wenda bikin. Di vê wateyê de em naxwazin ji gundê xwe derkevin.


Pergala deshilat jiyana ekolojîk weke dar çandinê dibîne û ji dîrokê heta niha bi vî çavî li xwezayê mêze kirine. Yek ji mînakên ku hêzên emperyalîst dixwazin jiyana komînê tune bikin em dikarin wiha bidin. Gundê Şikefta yê ku girêdayî Navçeya Heskîfê ya Êlihêye. Ji xwe hêzên emperyalîst ewqas jiyana komunê tune kiriye tenê mirov dikar di gundekî wiha de bibîn. Gindê Şikefta yê ku ji 60 malan pêktê bi jiyana xwe ya modela civakiya nûjen di herêmê de yek ji gundên nimûneye. Gundê Şikefta demdirêj jiyan xwe di şikeftan de didomandin lê di sala 1969’an de ji ber zordariyên dewletê neçar man ku ji şkeftan derketin û ji xwe re gundê ku niha têde dijîn ava kirin.


‘Em pergala hiyerarşiyê red dikin’


Gundiyên gundê Şikeftan bi darbeya 12’ê Îlona 1980’an de ji bi ber kurd bûn rastî zordariya dewletê hatine. Di salên ku li herêmê dewletê bi zorê hemû gund dikirin cerdevan, bê guman gundê Şikeftan jî rastî wê zoriyê hatin lê li ber xwe dan û cerdevanî ne pejirandin. Heta niha gundiyên ku li vî gundî dijîn li hemberî dewletê serî netewandine û tu sepandinên wan nepejirandine. Bi keda xwe jiyana xwe ya komunê berdewan kirine. Niha jî bi çêkirina bendava ilisu yê re yek ji gundên Heskîfê yên xwediyê dîrokek kevnar dê dibin avê de bimîne. Yek ji endama gund Sakîne Baytar diyar kir ku bi çêkirina bendavê re we neçarin koç bikin û got: “Hewayê gundê me yê delal, ew bax û bîstanên me yên ku em bi heskirina wan mezin bûne qet di ramanê me re derbas nabe bicîh hiştina wan. Em vî hewayê delal li cihekî dinê nikarin bibînin.” Li hemberî pergala hiyerarşiyê Sakîne wiha got: “Em jin û mêr bi şertên wekehev de dixebitîn û dijîn. Di vê wateyê de gundê me weke nimune tê nîşandan.”


‘Ji ber nekarî bac bidin lajwera xîzê firotin’


Sakîne da zanîn ku dema qala jiyan abori ya niha tê kirin despêkê aboriya endustiryalîzmê tê hişê mirovan û got: “gundê me fêkiyê jiyana xwezayiye. Em jiyana xwe ya aborî ji çiya û deştên xwe digirin. Em şir, penîr, mast, run û gelek pêdiviyên xwe ji ajalên xwe digirîn. Her wiha axa me ya bi behrem û bereket jî pir pêdiviyên me yên jiyanê tîne cîh. Bi jiyanek pak û delal bêyî ku ziyanê bide mirovan û xwezayê jiyan kirin. Gelo çima bi dijminane nêzî vê jiyanê dibin?” Sakîne destnîşan kir ku lajerek ya xîzê ya gundiyan hebû ji ber nekarîn bacê bidin ew lajer firotin û wiha domand: “Ew pereyê ku ji lajwera xîzê derdiket di komunda gund de dima. Bi wî pereyê di komuna gunde de kom dibû pêdiviyên gund dabîn dikir weke di dema dawet û şînên gundiyan de bi wî pereyî hemû daçon dikirin. Me gundiyan biryar dan ku em bacê nedin dewletê. Lê bi zora dewletê ya bac dayînê gundî neçar man ku lajwera xwe ya xîzê firotin.”


Di vî gundî de hemû kar hevbeş tên kirin!  


Sakîne got: “Hemde hun buharê gundê me bibînin, di nava xemlek ya xwezayî a çawadeye.” Sakîne derbirî ku di buharan de gundê wan hêj zêdetir zindiye û gundî bi hevre din ava zaviyan de kar dikin û got: “Ji bo me axa me tevan yeke. Ji ber wê jî di nava bîstanê kê de kar hebe hema em tev bi hevre diçin li wê dixebitin. Ji ber armanca me diyare ev jî gundê me zindî di hêle. Di demsala havînê de em fêkiyên xwe yê weke hêjîr, hinar, sêv, tirî û gelek fêkiyên dinê diçinîn û li kenarên rê quluban dadinin û di wan quluban de difiroşin.” Sakîne diyar kir ku hemû karê di nava gund de tê kirin bi hev re dikin û heta paqijî ji we bi mêr û zarok bi hev re dikin.


‘Em bi heskirina axa xwe dijîn’


Sakîne bal kişand li ser dibin avê de mayîna gundê wan û wiha berdewam kir: “ji bo ku bandav çênebe me pir li ber xwe da. Di dîroka cîhanê de Heskîf xwe diyê cihekî giringe. Ev axa xwediyê dîroka qedîm tenê bi çêkirina bendavê dibin avê de dihêlin.” Sakîne da zanîn ku bi çêkirina bendavê re ew neçarin ku gundê xwe bedrin. Sakîne destnîşan kir ku bi koçberiyê re bişaftna çandê jî despê dike. Sakîne derbirî ku ew naxwazin dîrok û çanda gundê xwe yê bedew dibin avê de bihêlin û got: “Jiyana me ya komînê li ser vê axê pêşket. Em bi heskirina axa xwe dijîn. Kesên dinê vê tênagihin. Dema ku me ji gundê me derxînin emê heskirina xwe ya jiyanê wenda bikin. Ji ber wê em naxwazin derkevin.”


‘Jiyan hewla hebna bawerî û heskirinê ya’


Sakîne diyar kir ku helwesta hikumetê ya li hemberî alekirina gundan ji ber projeyên bendava ilisuyê ji helwesta dewletê ya salên 1990’an bûyî sedema koçên pir mezin heman tişte û got: “Polirikaya hikumetê ya ku me bi zorê koçber dike şaşe. Em naxwazin biçin cihên cuda. Ez di gundê xwe de di xwazim bi mirîşk, çêl, ax û yên ez ji canê xwe zêdetir ji wan hez dikim bi cîranên xwe re jiyînê şanazim. Ji bo domandina jiyana me dê dewlet hinek per bidin me. Lê ez bi peran najîm. Ez dixwazim bi heskirina cîranên xwe bijîm. Dema ku pêdiviya min bi nanekê hebe ez bi rehetî dikarim li deriyê cîranên xwe bidim. Ez vê nikarim ne li gundeke dinê ne jî li bajaran bibînim. Em hînî jiyana bajaran nebûne. Di hema nemê de cihê ku dewlet me neçar dike ku em biçinê em nikarin li wan cihan bijîn.”


‘Di tekoşîna gelê kurd de gelek bedel hatin dayîn’


Sakîne da zanîn ku gelên li herêmê dijîn ji ber kurdin rastî gelek zordariyên dewletê hatine û wiha pêde çu: “Gelê gerêmê li ser vê axê gelek bedel dane. Berê ji ber pergala axatiyê gelek zorî kişandine. Bi derketina tekoşina azadiya gelê kurad re em gundiyên li vî gundî dijîn ji despêkê  heta niha li tekoşîna xwe xwedî derketine. Lê dewletê zoriyên ku di pêvajoya axatiyê de nehatina dîtin jî bi serê me anîne, li ber çavên me mirovên me qetil kirine. Ji ber şerê ku ev 30 salin di herêmê de tê meşandin gelek mirovan jiyana xwe ji dest dane.” Sakîne destnîşan kir ku bi despêkirina pêvajoya çareseriyê re êdî mirin çênabin ji ber vê jî divê her kes li vê pêvajoyê xwedî derkevin. Di dawiyê de Sakîne bal kişand li ser şoreşa Rojava ya ku dibin pêşengiya jinan de hatiye despê kirin û got: “Di encama qirkirinê El Nusra û El Kaide kirin de gelek mirovan jiyana xwe ji dest dan. Xwestin şoreşa Rojava bi êrîşên çeteyan asteng bikin. Lê gelê kurd li hemberî van êrîşan serî ne tewandin.”


(zt)